Serpêhatiya hunermendekî

Nûçeyên Forum

Sêşem 2 Hezîran 2026 - 07:00

  • Piştî ku kilam qediyan her kesî teyîbên xwe hildan. Dengbêj bi tiliya xwe yek îşaret kir û bang lê kir. Rengê mêrik di cîh de buhurî û bi şayîş ber bi dengbêj hat.  Dengbêj dest avêt pêşa sakoyê wî yê kevn û peritî vekir. Mêrik teyba xwe di paşila xwe de veşartibû.

 

MÛSA KAYA

Çend roj berê gengeşiyeke huner û pere di nav civaka Kurd de rû da. Hin kes ji aliyê maf û dadê ve nêzîk bûn û derhinêr rexne kirin; hinek kes ji aliyê rêgez û exlaq ve li ser sekinîn û teoriya exlaqê rewşenbîrîye derxistin pêş, hinekan behsa nirxên civakê û xwîna şehîdan kir, hinekan behsa ked û kisbê kir û hinekan jî bêyî fikir û felsefe hema zikê xwe yê tijî rik û nefret bi çêr û çûran bi ser aliyekî de vala kirin...Hinekî sar bibe jî hê gengeşî û nîqaş didome.

Em neteweyeke rojhilatî ne û li rojhilat hemû gengeşî û girêkorkên civakî bi çîrok û serpêhatiyan tên vegotin û ji çîrokan ders tên derxistin. Di nava Kurdan da çîrok heye teoriya felsefeya giran bi çend gotinan sivik û fehmbar dike, çîrok heye kevir û kuçikan bi zar û ziman dike, çîrok heye sewalan biaqil û fehma dike. Lewma min jî got ez bi vegotina çîrokeke pêkhatî, pîvan û destûra qedîm a hunera Kurdewarî bixim bîrîya kes û kûsên pêwendîdar.

Ev serpêhatiya li jêr ji devê dîtyarekî hatiye girtin.

Heyama ku yek gotineke bi zimanê kurdî xetereya mirinê derdixist pêş meriv, dengbêj û çîrokbêjên Kurd heke ku siwar bûna ciriya xwe ya rojewextekî dixistin xurca xwe û diavêtin germiya hespê xwe, heke ku peya bûna dixistin hebana û diavêtin milê xwe û bajar bi bajar, gund bi gund digeriyan. Bi dizîka ve  çîrok û stranên kurdî diafirandin, digotin,  li ser teyîb û kasetan qeyd dikirin û belav dikirin. Ango hunermend jî, derhinêr jî, belavkar jî ew bixwe bûn. Mafê wan ê telîfê xwarina wan a rojane bû, derhinêrên wan mazûvanên wan ên mêvanhebîn bûn.

Rojekî hat bihîstin ku dengbêjekî bi nav û deng dê were li navçeya Bazîda Agiriyê li malekê stranan bêje.  Wê demê amûren deng qeydkirinê tenê teyîb û kasêt bûn.  Kî ev xeber bihîst, kaseta xwe avêt ser teyba xwe û berê xwe da wê malê. Mal mala giregirekî eşîrê bû. Maleke mezin û xwediyê saloneke fireh bû. Wan deman mîna îro halet û amûren teknîkî jî li holê tunebûn. Ji bo ku akûstika deng xirab nebe dengbêjan stranên xwe di cihekî fireh û bi bêtonê sewaxkirî de qeyd dikirin. Ew salon jî ji bo vê yekê guncav bû.

Bi kelecanî li benda dengbêj sekinîbûn

Beriya ku dengbêj were gelek kes li salonê kom bibûn û bi kelecan li benda dengbêjê navdar sekinîbûn. Dema ku dengbêj kete hundir hemû rabûn ser piyan û bi hurmet xêrhatinî lê kirin. Dengbêjê bi nav û deng ji rêyeke dûr, di nav berfa welatê Serhedê de peyatî hatibû. Lewma derlingên şalê wî heta ser çokan şil bibû. Xêlekî li ber sobeyê li ser piyan sekinî şalê xwe li ser xwe ziwa kir û derbas bû li serê dîwanê, li ser mînderekî rûnişt. Piştî vexwarina çayê û galegaleke kin her kesî teyba xwe danî pêşya dengbêj û hinek jî pere danî rex. Helbet pereyekî pir nebû. Ji ber ku wê demê cixareyên pêçayî luks bûn û nedihatin dîtin pirî kesan perê pakêtek titûn datanîn, kêm kesan jî perê pakêtek cixareyên samsûn datanî. Hinekan perê cotek sol an jî gore datanî, hinekan jî heqê riya dengbêj datanî.  Dengbêj qet li pere nedinihêrî lê belê mîna ku ji dûr ve lêkolîn bike yeko yeko li teyîban dinihêrî.  Jî nav cimaetê yekî ew pere kom kir û xiste bin goşeyên mîndera dengbêj. Awirên dengbêj li ser teyîbeke Sony sekinî. Xwediyê teyîbê hahanka ve dest bi pesnê teyba xwe kir û got: "Ezîzêm ev teyb ji Alemanyayê hatiye. Hema bêje mûcîzateke Xwedê ye li pêş te sekiniye. Dema ku kasêt diqede bêyî ku tu destê xwe bidê ew bi xwe kasêtê vedigerîne û kilamên li ser rûyê din dibêje."

‘Ez û teyîb bi qurbana dengê te bin’

Bi vê gotinê deng û gotinên heyrîmayînê tevî hev bûn. Dengbêj jî mina ku bi gotina mêrik bawer neke li çavên wî nihêrî û dîsa vegeriya li teyîbê nihêrî. Xwediyê teyîbê bi çepilê teyîbê girt û da ber dengbêj û got; "Bila ez û teyîb tev bi qurbana dengê te bin."

Dengbêj mîna zarokekî şermoke awirên xwe guhart û teyba mêrik şûnde danî cîhê wê, xwe li ser mîndera xwe ediland û bi kuxikeke nerm gewriya xwe azad kir. Yekî îskanek şerbet anî û danî ber wî. Dengbêj qultek ji şerbeta şekir vexwar û hahanka ve bû şeqeşeqa bişkokên teyîban vebûn. Dengbêj destekî xwe da ber guhê, xota dengê xwe saz kir û dest bi kilama xwe kir.

‘Şerm nakî dengê min bi teyîba xerabe qeyd dikî’

Piştî ku kilam qediyan her kesî teyîbên xwe hildan. Dengbêj bi tiliya xwe yek îşaret kir û bang lê kir. Rengê mêrik di cîh de buhurî û bi şayîş ber bi dengbêj hat.  Dengbêj dest avêt pêşa sakoyê wî yê kevn û peritî vekir. Mêrik teyba xwe di paşila xwe de veşartibû. Bêyî ku li çavên dengbêj binihêre bi dengekî nerm û şermezar got: "Min efû bike perê min tunebû." Dengbêj teyîba wî ji paşila wî derxist û lê nihêrî teybeke gelekî kevin bû.  Wisa dixuya ku merivekî xizan bû. Lê dengbêj bi hêrs teyîba wî li diwar xist û teyib parçe parçeyî bû. Cemaet di cîhê xwe de qerisîbû li dengbêj û li merivê xizan dinihêrî. Û dengbêj bi ser mêrikê xizan de qîrya û got: " Tu şerm nakî dengê min bi vê teyîba xirabe qeyd dikî?"

Û pereyê di bin goşeyê mînderê de derxist, dirêjî zilamê xizan kir û got; “Here ji xwe re teyibeke teze bikire û bîne ez ji te re kasetekî dagrim."

Belê ew dengbêj kewê ribat, şahê dengbêjan Şakiro bi xwe bû. Ne pereyê wî hebû ne  derhinêrekî wî, ne jî mafê telîfa wî...!

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.