Ji zarokekî Êzidî pirtûkeke fantastîk

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 8 Hezîran 2026 - 18:00

  • Zarokê bi navê Malik Ekinci ku li bajarê Celle yê Elmanyayê dijî, pirtûkeke fantastîk nivîsand. Malik di pirtûka bi navê “Ninjayên 4C-Sira Neynikê” de behsa bîranînên dibistana xwe dike ku ew êdî ne li wê dibistanê ye.

 

Dibistana Klein Hehlen di bin talûkeyeke mezin de ye! Gava sala perwerdeya nû dest pê dike, li ser avahiyê yekser qubeyek sor a mezin xuya dike. Zarok mîna ku di neynikê de xuya bikin, tên guhertin. Hêzên nenas li ser kar in…

Malik û hevalên wî Ninjayên 4C’yê. Ew dixwazin hêzên xwe bikin yek, ka çi diqewime fêr bibin û hevalên xwe yên polê rizgar bikin. Ma ew ê karibin…? Ev çîrok çîrokeke fantastîk e ku îlhama xwe ji Pokémon, Ninjago û lîstikên bi vî awayî girtiye. Ev çîroka sirûştî ya ku ji aliyê Malik Ekinci (Kurdekî Êzidî) yê deh salî ve hatiye nivîsandin û niha bi navê “Ninjayên 4C- Sira Neynikê” wek pirtûk hatiye weşandin. Çîrok çêkirin yek ji hobiyên Malik Ekinci ye. Ew niha li bajarê Celle yê Elmanyayê dijî.

Malpera bi navê CelleHeute li gel Malik Ekinci peyiviye. Malik ji CelleHeute re got: “Gelek xeyalên min hene.” Ew pir Manga, Pokémon, Ninjago, Minecraft dixwîne û ji Rojnivîsên Wimpy Kid pir hez dike. Rojekê fikrek ji bo pirtûka ku em behsa wê dikin hat bîra wî. Di destpêkê de wî ev pirtûk wek diyariya xatirxwestinê ji bo Dibistan Klein Hehlen ku piştî vê salê dê wê bihêle, amade kiribû. Malik Ekinci dibêje; “Ez diçim KAV’ê -dibistaneke pirr bi qelîte û serketî-lê piraniya hevalên min diçin IGS’ê,”.

Weke surprîzek ji bo dibistanê

Wî dixwest dema xwe ya li dibistanê wek bîranînekê bi vê pirtûkê bi bîr bîne û ji hevalên xwe re surprîzekê çêbike. Malik dibêje ku wî surprîzê tenê ji du hevalên xwe re gotibû. Lê di demeke kurt de her kes fêr bû. Malik difikire ku “Divê kesek bihîstibe.” Bi vî awayî surprîz xera bû. Di destpêkê de Malik ji vê yekê ne razî bû, lê paşê qebûl kir. Niha tevahiya dibistanê dizane. Mamoste jî erê kirin, ji ber ku di pirtûkê de bi navên rastîn ên xwe cih digirin. Malik dibêje: “Her kes difikire ku ev yek pir xweş e.”

Hişê çêkirî (AI) wek amûrek tê bikaranîn.

Ji bo bavê Malik, pirtûka yekem a kurê wî gaveke watedar bû. Kismet Ekinci dibêje: “Ew gelek çîrokan dibêje. Pir caran dibêje ‘Bavo, tenê xeyal bike…’ û paşê dest pê dike.” Di demekê de wan gelek fikrên wî nivîsandin. Ji wir derbasbûna ser ramanê nivîsandina pirtûka xwe ne gaveke pir mezin bû. Wan van notan bar kirin ChatGPT û beş bi beş li ser xebitîn.

Bav û kur tekez dikin ku pirtûk ne berhema hişê çêkirî ye. Wan nivîsa ku modela ziman çêkiriye, bi awayekî berfireh guhertiye heta ku li gorî dilê wan saz bûye. Kismet Ekinci dibêje: “Me hişê çêkirî wek amûrek bikar anî, ne wek nivîskar.” Bavê Malik rastkirin û belavkirinê bi “Books on Demand” pêk anî. Her wiha dayik jî sêwira bergê çêkir. Tevahiya prosesê 10 meh dewam kir. Ji ber vê yekê, nikare were gotin ku hişê çêkirî zû bi zû berheman hildiberîne û ji bo afirandinê demê kurt dike.

‘Ew jê kêfxweş bû. Me jî piştgirî dayê’

Kismet Ekinci ji ber ku kurê wî yê deh salî ne tenê ji nivîsandinê pirtûkê her wiha ji bazarkirina pirtûkan û tewra zanyariya sûnî jî hez dike û ji van tiştan pirr dilxweş e. Ew dibêje: “Divê teknolojîyên nû ji bo zarokan neyê astengkirin. Dema tiştekî afirîner derdikeve holê, zarok hîs dikin ku tiştekî afirandine, ez difikirim ev yek baş e. Ya herî girîng: ew jê kêfxweş bû. Û paşê hûn piştgiriyê didin wî.” Ew fêm dike ku nivîskarên kevneşopî dikarin li hember bikaranîna AI’yê pozê xwe biqulipînin. Lê Malik dihêle ku rojekê bêyî AI’yê jî pirtûkekê binivîse.

Ji bo cilda duyemîn amade bin

Nivîskarê ciwan naxwaze derheqê dawiya pirtûka xwe ya yekem pir agahî bide. Tenê dibêje: Dijminê dawî yê dijwar heye ku divê were têkbirin. Û xwendevan dê bi xwe kifş bikin ka çima beşa dawî navê “Olaf Scholz” hildigire. Pirtûk çend rojan e li ser înternetê tê firotin û niha rexneyên erênî wergirtiye. Malik her wiha ramanên xwe ji bo pirtûka berdewam jî heye. “Min di pirtûka yekem de surprîzek dawî hişt. Divê her kes ji bo cilda duyemîn amade be.”

Robotîk, nivîsandin û lîstikên kompîturê

Hîn ne diyar e ku pirtûka berdewam dê kengê were weşandin. Piştî betlaneya havînê ew ê pêşî dest bi dibistana xwe ya nû bike. Li wir Malik dixwaze beşdarî klûba robotîkê an rojnameya dibistanê bibe. Paşê jî dixwaze bibe YouTuber an dahênerê lîstikên vîdyoyê. Ka ewê çiqas wextê wî ji bo nivîsandina pirtûkê bimîne, hîn nediyar e.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.