Performansa zarokên Kurd li Festîvala Respect

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 8 Hezîran 2026 - 17:00

  • Li bajarê Exeter ê Ingilistanê di Festîvala Respect (Hurmet) de ku îsal cara 29'emîn hate lidarxistin, zarokên Kurd bi govendê derketin ser dikê û çand, huner û nirxên civakî yên Kurd dan naskirin.

 

Festîvala Respect (Hurmet) a ku her sal di hefteya destpêkê ya meha Hezîranê de li bajarê Exeter ê herêma Devonê ya Îngilistanê tê lidarxistin, îsal careke din bi beşdariya bi hezaran kesî pêk hat. Festîval îsal bi dirûşma "Heman kok, civakek" pêk hat û Navenda Civaka Kurd a Devonê jî tevlî bû.

Di festîvalê de ku weke nîşaneya wekhevî û piştevaniya pir çandan a li dijî nijadperestiyê du rojan hate pîrozkirin, Kurd, çand, huner û nirxên civakî yên Kurdan gihand beşdarên festîvalê.

Di festîvalê de xwarina Kurdî pêşkêşî beşdaran hate kirin, li ser çand, dîrok û nirxên civakî yên Kurdan materyalên agahdarkirinê hatin belavkirin. Her wiha têkildarî Rêber Apo pirtûk û broşurên agahdarkirinê hatin belavkirin.

Yek ji kêliyên herî balkêş ên festîvalê performansa koma zarokan a Devon Kurdish Community bû. Zarok bi kincên gelêrî yên Kurdan derketin ser dikê û bi govenda xwe gelekî bal kişandin. Zarokan li gel performansa xwe ya govendê her wiha li ser çand, nasnameya Kurdan, aştî, piştevanî û nirxên jiyana bi hev re axivîn û beşdaran ji wan re li çepikan xistin.

Di festîvalê de Kurdan atolyeya "Govendê" lidar xistin û bi mirovên ji çand û civakên cuda li ber stranên Kurdî Govend gerandin. Ji zarokan heta bi extiyaran gelek kes beşdarî festîvalê bûn û mînakek bedew ji ruhê piştevanî, dostanî û yekîtiyê nîşan dan.ANF/EXETER

***

Kovara Pêşeng bi Elmanî jî derket

Kovara Pêşeng ku di 1’ê Gulanê de dest bi weşanê kir, piştî hejmarên Kurdî û Tirkî, hejmara xwe ya Elmanî jî weşand. Kovar bi naverokên xwe yên ji bo ciwanên li Ewropayê dijîn, dihîge xwîneran.

Piştî weşanên Kurdî û Tirkî, hejmara Elmanî ya Kovara Pêşeng hate weşandin. Kovar duh li ser Roj Media gihîşt xwîneran.

Di hejmara Elmanî ya kovara ku bi şîara, “Dengê Ciwan û Têkoşînê” dest bi weşanê kir de, naverok nirxandinên cuda ên têkildarî pirsgirkên civakî û siyasî yên ciwanên Kurd û enternasyonalîst cih digrin.

Di daxuyaniya ji aliyê Kolektîfa Kovara Pêşeng ve hat kirin de, hate diyarkirin ku pêvajoya amadekarî û weşanê ya kovarê bi keda hevpar a ciwanên ji nasnameyên cuda tê meşandin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku perspektîfa piştevanî û têkoşîna hevpar di xeta weşanê ya kovarê de xuya dibe.

Kolektîfê li dijî netewperestî û kirîzên kûrewî yên zêde dibin, bal kişand ser girîngiya piştevaniya enternasyonal û anî ziman ku ew armanc dikin ku bi rêya kovarê di navbera ciwanan de çanda têkoşîna hevpar û çanda piştevaniyê pêş bixin.

Hate ragihandin ku xwîner dikarin li ser malpera înternê ya Roj Media xwe bigihînin hejmara Elmanî ya Kovara Pêşeng û nûbûnên têkildarî kovarê jî dikarin li ser hesabên medya dijîtal bişopînin.  NAVENDA NÛÇEYAN

***

Bi zimanê Kurdî li ‘Şînok’ temaşe kirin

Civaka Kurd a Lorient a ku li bajarê Lorient ê Fransayê xebat dimeşîne, ji bo zarokan merasîma sînemayê ya filmê Şînok a bi zimanê Kurdî lidar xist. Merasîm li Salona La Balise hate lidarxistin û gelek zarok û malbat beşdar bûn.

Di merasîmê de filmê Şînok a ku ji aliyê Zarok TV ve wergerî Kurdî hatî kirin, hate temaşekirin. Li ser navê Civaka Kurd a Lorient Adnan Semsûr axaftina vekirinê ya merasîmê kir. Semsûr di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya perwerdeya bi zimanê dayikê.

Di çarçoveya merasîmê de tiştên cur be cur pêşkêşî zarokan hate kirin. Hat diyarkirin ku tiştên hatine pêşkêşkirin, ji aliyê esnafên Kurd ên li Lorientê ve hatine amadekirin.

Hate ragihandin ku bernameyê eleqeya ji bo xebatên çandî û hunerî yên Kurdî, zêde kiriye. Hate destnîşankirin ku organîzasyon armanc dike ku girêdana zarokan a bi Kurdî re xurt bike û zarok bikarin xwe bigihînin naverokên çandî yên bi zimanê dayikê. ANF/LORIENT

***

Haziriyên Festîvala Şanoya Zarokan didomin

Tevgera Çand û Hunerê bi bi piştgiriya Şano Çiya û Hîlala Zêrîn amadekariyên Festîvala Zarhunera Havînê ya Sêyemîn a zarokan dikin. Dê îsal bi navê ‘Festîvala Şanoyê ya Zarokan’ pêk bê û 8 komên şanoyê beşdarî festîvalê bibin. 

Festîval di salên borî de li Rimêlan, Dêrik, Qamişlo, Hesekê, Kobanê û Şehbayê hat lidarxistin.

Îsal jî dê 15 û 16’ê Hezîranê de li Kobanê û Qamişloyê bê lidarxistin. 8 komên zarokan dê beşdar bibin. Her komek ji 12-13 zarokan pêk tê û temenê wan di navbera 11-16 saliyê de ye. Zarok niha hefteyê du caran provayên xwe dikin û ji bo festîvalê amedekariyan dikin.

Hevseroka Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezepotamyayê (TEV-ÇAND) Sumeye Mihemed diyar kir ku ji bo zarok di havînê de dema xwe baş binirxînin û çanda xwe nas bikin, ew xebatên çandî yên wiha dimeşînin. ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.