Di çend salên dawî de gelek komên stranan yên koroyî yên jinan derketin. Ev koro, bûn nefesek ji bo jinan, ji zextên jiyanê re û atmosferên ku bi riya wê stranan bêjin ava kirin.
Koroya ‘Kerwana Sor’, li bajarê Marakeşê yek ji tîmên jinan e ku xwe bi hêzeke pir xurt ferz kiriye. Atmosferek hevdîtina gelek rûyên jinan bi hev re ava kir. Destpêkê 12 jin bûn, niha hejmara wan zêdetirî 40 jinan e. Koroya ‘Kerwana Sor’, jinên ji temen û astên xwendinê yên cuda di nav xwe de dihewîne. Tevî hemû cudahiyan jî, hezkirina stranbêjiyê û mûzîkê wan dikin yek û stranên Mexribî û Rojhilatî bi dengên wan derdikevin pêş.
Derbarê navê ji bo tîmê hatiye bijartin de Seroka koroyê û piştgira madî ya şahiyên li Marakeşê Hekîme El Elmî got: "Navê koroyê dibe du beş. Yek Kerwan e vedigere çûkên xwedî dengekî xweş. Ya sor jî vedigere bajarê Marakeşê ku wek ‘bajarê sor’ tê naskirin. Ji ber ku avahiyên wê ji kevirê remlê yê sor hatine çêkirin. Di destpêkê de koroya me ji 12 jinan derbas nedikir. Dem bi dem hejmar zêde bû û niha ji 40 jinan derbas dike. Gelek jinan daxwazên xwe ji bo tevlî tîma me bibin anîn ziman, ji bo behreya xwe ya jê hez dikin pêk bînin.”
Ji bo şahî û pêşangehan tên vexwendin
Hekîme El Elmî da zanîn ku koro di mala wê de ye û wiha berdewam kir: “Ji bo perwerdeyên deng ku bi rengekî heftane pêk tê. Jinên beşdar dibin, yeqîn nakin esra roja pêncşemê were ji bo ku hev bibînin û bi hev re biaxivin û stranan bêjin. Ji dema avakirina tîma me ve, pêşketinên berbiçav hene. Jin hemû bi hev re bi yek dengî stranan dibêjin û li ser perwerdekirina dengên xwe dixebitin da ku bibin yek deng. Koroya me niha gihîştiye asteke ku ji bo em beşdarî şahî û pêşangehên li derveyî bajarê Marakeşê bibin, tên vexwendin. Beriya niha tîma me di şahiyek de cihê xwe girt. Ev şahî, li bajarê Exadîr ku dikeve Başûrê Mexribê, her wiha bajarê El Dar El Beydaa ku dikeve navenda Mexribê ye. Niha tîma me xwe amade dike ku li bajarên Mexrîbê û Tenca ya li Bakurê Mexribê beşdarî şahiyên din bibe. Her wiha hevdîtinek me bi tîmeke Mûzîkê ya ji 40 kesan pêk tê re heye. Ev tîm, ji Malqa ya Ispanyayê ye.”
NÛJÎNHA/MEXRÎB