Festîvala Stranan a Eurovisionê 70emîn salvegera xwe, li paytexta Awûstûryayê Vîyana pîroz dike. Ew ê pêşbaziya fînalê di 16ê Gulana 2026an de li Wiener Stadthalle dê bê lidarxistin.
Festîvala Stranan a Eurovisionê ya sala 2026an cihê xwe eşkere kir. Li gorî daxuyaniya Yekîtiya Weşana Ewropayê (EBU) û weşangera giştî ya Awûstûryayê ORF, ew ê 70emîn salvegera festîvalê li paytexta Awûstûryayê, Vîyana bê lidarxistin. Vîyana ku di dîroka Eurovisionê de berê di salên 1967 û 2015an de mazûvaniya pêşbaziyê kiribû, bi vî awayî cara sêyem dê deriyên xwe ji bo organîzasyonê veke.
Rêveberê Giştî yê ORFê Roland Weissmann diyar kir ku ev biryar ji ber ku “pêşniyara herî guncaw ji hêla binesazî, lojîstîk û aborî ve ji Vîyanayê hat” bi yekdengî hatiye girtin.
Şaredarê Vîyanayê Michael Ludwig jî di daxuyaniya xwe de got: “Ez pir kêfxweş im ku Vîyana dîsa wekî mazûvan hatiye hilbijartin. Nûnertiya Awûstûryayê ya cara sêyem şanaziyek e. Ez bawer im ku em ê bi hev re Gulaneke xweş derbas bikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN