Bajarê Musilê ku bi salan dibin siya reş a çeteyên DAIŞ’ê de ma, piştî rizgarkirina bajêr, di her alî de ji nûve rewş vedigere rewşa xwe ya asayî. Akademiya Weter jî yek ji van navenda ye ku ji nûve ruhê mûzîkê li bajêr zindî dike. Kesên li akademiyê perwerde didin, dibêjin ku li akademiyê de ciwanên Sunnî, Şie, Êzidî û Suryan bi hevre pirrengîniya civaka Ninovayê temsîl dikin.
Akademiya Muzîkê ya Weter a li Musilê di sala 2020’an de hatiye avakirin. Beşek ji jiyan û bîranînên hunera resen û pirrengîniya parêzgehê zindî dihêle. Niha zêdetirî 40 mûzîkjen li vê akademiyê de kar dikin.
Hin ji hunermendên di akademiyê de kar dikin, di derbarê kar û çalakiyên akademiyê de ji ajansa me re axivîn.
‘Akademî wek peymangehek taybet a mûzîkê ye’
Hunermend Mihemed Mehmud ku rêveberê orkestraya akademiyê ye, got: “Ev akademî wek peymangehek taybet a mûzîkê ye. Kesên dixwazin fêrî enstrûmanên mûzîkê bibin digre şeş ta heşt mehan perwerde dike. Koma me ya mûzîkê kariye li Musilê û derdora wê gelek konsert dane.”
Mihemed Mehmud da diyarkirin ku huner sinoran nasnake û got: “Li vê akademiyê de ciwanên Sunnî, Şie, Êzidî û Suryan bi hevre pirrengîniya civaka Ninowayê temsîl dikin. Di akademiya me de ne tenê amêrên mûzîka rojhilatî, di heman demê de amêrên mûzîka klasîkî ya rojavayî jî hene û provayan li ser dikîn.” Di dawiyê de jî Hunermend Mihemed Mehmud got: “Projeyên hunerî jî ji kêmûkasiyan ne bê pare. Ji ber nebûna salon û cihên guncaw ji bo konsertên mûzîkê, her wiha nebûna alîkariyan ji bo projeyên çandî û hunerî, li bajarê me ziyanek zêde bi aliyê çand û hunerê gihandiye.”
Nimûneya ruhê komînal
Ebdulrehman Mihemed jî ku li piyanoyê dixe diyarkir ku Peymangeha Weter zemîneke nimûne ji bo ruhê komînal afirandiye û got: “Ji zarokatî ve xwesteka min li ser mûzîkê heye, herî dawî Akademiya Weter ez girtim nava xwe.” Ebîr Munehen jî kemanjene, da zanîn ku ew wateyek mezin dide heskirina xwe ya ji mûzîkê re û got: “Hunermendên mezin yên mûzîkê li vî bajarî derketine, yek ji wan jî Mela Osmanê Musiliye. Ev peymangeh huner û heskirina bajêr biheve girêdide.”
Xewn vediguherin rastiyê
Jina ciwan a bi navê Salî Semîr jî li amêra çeloyê dixe. Diyarkir ku her çiqas mamostayê fêrkirina çeloyê li peymangehê nîne jî lê ew ji jîriya Mamosta Mihemed Mehmud bandor bûye û bawer dike ku ewê bikare wê valetiyê tije bike.
Ciwanê bi navê Unîl Raîd jî da diyarkirin ku wî li vê akademiyê dest bi fêrbûna mûzîkê kir û niha jî bûye muzîkjenek sereke. Unîl got: “Ew bi saya hewildanên mamosteyên akademiyê ji hêla hunerî ve pêş ketiye.”
Jina ciwan a bi navê Îma Merwan jî da diyarkirin ku ew her roj ji deşta Ninowayê ji bo fêrbûnê diçe li Musilê û li akademiyê xwe fêrî mûzîkê dike. Îma got: “Ji bilî ku astengiyên civakî li pêş min derdikevin, lê ez rojane ji rêyek dûr û dirêj têm da ku bikarim xewna xwe bikim rastî. Ezê berdewam bim heta ku dibim mûzîkjenek pispor.”
ROJNEWS/MUSIL