Awazeke nû ya Mozart kişfkirin

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 9 Cotmeh 2024 - 00:49

Wolfgang Amadeus Mozar di jiyana xwe de ji 600 berhemî bêhtir awaz danîn. Lê heta îro jî hin awazên wî ji nû ve tên kişfkirin û hejmara awazên wî zêdetir dibin. Di van demên dawî de hin lêkolerên li pirtûkxaneyeke Elmanya awazeke nû ya Mozart ku berê qet nedihat zanîn dîtin.

Li gor lêkoleran Mozard vê awazê ango besteya xwe di dema ciwaniyê de nivîsandiye. Mozart di sala 1756’an de hatibû dinyayê û di temenekî ciwan de jîrbûna xwe ya di warê muzîkê de nîşan da. Ji xwe bavê wî Leopold jî di warê awaz danînê de şereza bû û Mozart jî di 5 saliya xwe de li ber destê bavê xwe fêrî awaz danînê dibe.

Ev awaz ango besteya nû ya Mozart li Pirtûkxaneya Leipzig ya Elmanayê hatiye kişfkirin. Awaza nû qederê 12 deqîqeyan e û gelek amûrên bi têl hatine xebitandin. Li gor lêkolerên pirtûkxaneyê ev awaz bi navê “Ganz kleine Nachtmusik” tê bi navkirin.

Ji bo ku ev awaza Mozart baştir were zanîn û bibîranîn ji hêla muzîkjenan ve hate gotin û promiyera awaza nû ya Mozart li Opereya Leipzig pêk hat.

LEÎPZÎG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.