- Amûrên muzîkê tevî dengê xwe gelek caran çand û serpêhatiyekê jî vedibêjin. Li her welatî an jî li her herêmê amûreke cuda ya ku wî xelkî û erdnîgariyê bi deng tîne ziman heye. Muzeya li Arîzonayê weke qedirgirtinekê ji hemû aliyên dinyayê amûrên muzîkê kom kiriye û diparêze.
Muzîk, serpêhatî, dîrok û çanda me vedibêje. Her çend li her herêmê amûrên cuda yên muzîkê hebin jî ew çandeke hevpar a mirovahiyê jî îşaret dikin. Ji ber vê yekê amûrên muzîkê divê bi her awayî werin parastin. Muzeya li Arîzonayê amûrên muzîkê yên ji çar aliyên cîhanê û demên cuda nîşan dide. Muzeya Amûrên Mûzîkê (MIM), li Phoenix-Arîzona, di galeriyên du-qatî û ronîkirî de, di koleksiyona xwe de zêdetirî 4.200 amûrên mûzîkê û tiştên pê re têkildar (zêdetirî 12.000) nîşan dide.
MIM, ku xwedî koleksiyoneke cihêreng û navneteweyî ye, hay ji wê yekê heye ku mûzîk tiştek e ku em hemû parve dikin. Ew dengê gelek hestên me ye û hêzek e ku mirovan tîne ba hev û di demên wan ên herî tarî de piştgirî dide wan. Sazî, bi berhevkirina tiştên ku cihêrengiya pratîkên mûzîkê nîşan didin, nihêrîneke gerdûnî ava kiriye û bi vê kuratoriya xwe ya balkêş pêşengiyekê jî dike.
Beşek ji koleksiyona MIM’ê, ji hêla Galeriyên Cografîk ve, ku li ser pênc herêmên cîhanî disekine, tê organîzekirin. Mînak, yek ji tiştên balkêş ên koleksiyona Efrîka û Rojhilata Navîn, trompeteke ku ji qîlê fîlan hatiye çêkirin. Ev trompet li Sierra Leone di nav komeke veşartî ya jinan de tê lêdan. Koleksiyona Asya û Okyanûsya jî, ji 50 welat û komên giravan amûrên wekî tembûreke bronz a kevnar a ji Viyetnamê dihewîne.
Ji 40 welatan amûrên cuda
Di galariya Ewrûpayê de, ku amûrên ji 40 welat û bajaran tê de cih digirin, berhemên ku dîroka wê ya dirêj vedibêjin jî hene. Di nav wan de zengilên katedralê yên sedê salan hatine parastin jî hene. Bi heman awayî, di galariya Emerîkaya Latînî de jî berhemên ji 40 welat û herêman hene, lê ew di sê beşan de tê dabeşkirin: Emerîkaya Başûr, Emerîkaya Navîn, Meksîka û Karayîb. Hin amûrên ku hûn ê di galeriyê de bibînin, tembûrên merasîmî yên Afro-Karayîbî û çengûşên şamanan ên Amazonê ne.
Amûrên cihêreng û bilûra çermsoran
Galariya Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û Kanada, li gorî temayan û cureyên amûran hatiye organîzekirin. Bi zêdetirî 70 pêşangehan, mêvan dikarin tiştên cihêreng ên ku tecrubeya muzîkê ya li Emerîkaya Bakur vedibêjin bibînin. Li vir hûn ê bilûreke çermsoran jî bibînin û her wiha kemaneke Apaçîyan jî heye ku gelekî bi heybet e.
Koleksiyoneke bêhempa ye
Damezrîner û sernûserê My Modern Met, Eugene Kim, fersenda serdana MIM’ê bi dest xist û got; "Muzeya Amûrên Mûzîkê, ji çar aliyên cîhanê koleksiyoneke amûrên bêhempa berhev kiriye. Tûra dengî, tecrubeyeke pir bi bandor afirand û bi rastî jî alîkariya min kir ku ez dîrok, çand û çarçoveya li pişt her koleksiyonê fêr bibim. Ez dixwazim spasiyê li kûratorê payebilind ê MIM’ê, Rich Walter, bikim ji ber ku wextê xwe ji bo hevpeyivîna bi My Modern Met re veqetand û çavkaniyeke navdar a cîhanî afirand ku gel dikare jê kêfê bistîne û qedirê wê bigire."
NAVENDA NÛÇEYAN