Xwebûn bi Kurdî dibe

Duşem 15 Gulan 2023 - 14:43

  • KCK’ê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û got: Ziman bîra hevpar a civakan e. Parastin û bipêşxistina bîra civakî, girêdayî parastin û bipêşxistina zimanê dayikê ye. 

KCK’ê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, daxuyaniyek da û got, perwerdehiya bi zimanê dayikê, mafekî rewa ye û ji bo bidestxistina vî mafî, divê mirov xwe di her warî de bi rêxistin bike û zend û bendan bade.

Komîteya Perwerdehiyê ya KCK’ê got, “Perwerdehiya bi zimanê dayikê, mafê herî rewa ye, ji bo bidestxistina vî mafî, di her warê jiyanê de xwe birêxistinkirin û pratîkkirin jî hem mafekî rewa yê, bivênevê ye û hem jî pêdiviyek e!

Em, li ser navê Komîteya Perwerdehiya KCK'ê, Cejna Zimanê Kurdî li Rêber Apo yê ku hêviya azadiya gelê me gihand asta tekoşîneke bêhempa û di ber de ti astengî nas nekirin, şehîdên me yên nemir ku di ber hebûn, ziman, nirx û azadiya gelê xwe de bûn nemir, her wiha li gelê me yê berxwedêr ku li gel her cure qedexe, zext, çewisandin û kuştinê dest ji zimanê xwe bernedaye û li hember neyar çong nedanî, pîroz dikin.”

Jibîrkirina ziman qira civakê tîne

KCK´ê îşaret bi elaqeya qirkirina civakî bi ziman re jî kir û got,  “Ziman, bîra hevbeş a civakan e. Parastin û bipêşxistina bîra civakî, bi temamî girêdayî parastin û bipêşxistina zimanê dayikê ye. Pratîka ku înkarê bi qirkirinê re dike yek; qedexekirina ziman e. Wek qedexe, xeter, cihêkar, paşverû û hov pênasekirina zimanê Kurdî, esas siyaseta jiholêrakirina hebûna Kurdan e. Bêguman ji bo civakekê hilweşîna herî mezin ev e ku nikare bi zimanê xwe biaxive, her ku biçe ji zimanê xwe dûr bikeve û zimanê xwe ji bîr bike. Eşkere ye ku civaka zimanê xwe ji bîr kirî, wê çanda xwe jî, dîroka xwe jî, nasnameya xwe jî ji bîr bike. Ev yek qira civakî ye ku bi destê netewe dewletê li ser civakê bi domdarî tê kirin.” 

Dersa bijare heqareta li Kurdî ye

KCK´ê bal bire ser dersên weke kurs li dibistanan tên dayîn û got, “Tevî ku qedexekirina bikaranîna zimanê dayikê bi awayekî azad, di hevpeymanên Ewrûpayê û Neteweyên Yekbûyî de jî wek qirkirina çandî tê pênasekirin, netewe dewletên Tirk, Fars û Ereb ziman û çanda Kurdî xistine nav pencên qirkirinê, gelê me ji her derfeta perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar hiştine.

Dewleta Tirk a dagirker a ku polîtîkayên ziman di xizmeta polîtîkayên netewe dewletê de bi pêş dixe, weke heqaretekê li zimanê Kurdî bike, ji bo zarokên Kurd di asta dersa bijare de nirxandiye. Divê her Kurd vê baş bizane ku weke dersa bijare nirxandina Kurdî, ji bilî heqareta li Kurdan û zimanê Kurdî, ne tiştekê din e. Li hemberî kiryareke wisa, gotinên weke; ne bes e, lê dîsa jî belê, devberdana ji têkoşînê ye. Tişta li hember vê bê kirin, mafê perwerdehiya zimanê dayikê weke mafê herî bingehîn û rewa di her warê jiyanê de bi rêya çalakiyên bê navber bê xwestin û ferzkirin.

Rojava berçavkirina cejna ziman e

Cejna zimanê Kurdî li dijî polîtîkayên bişaftinê, ji bo bîrewerbûnê, li dijî siyaseta tinekirinê berxwedanê û li dijî feraseta hiştina bêyî bîr, roja xwedî derketina li bîra civakê ye. Bi vê awayî zimanê Kurdî, rastiya xwebûna Kurdan e. Lewma xwedî derketin, parastin û bipêşxistina ziman weke berê, îro jî pêdiviya herî sereke ya hebûna me ya siyasî, rêûresma me ya têkoşînê û deynê dîrokê ye li me. Divê neyê jibîrkirin, ku em di kêliya herî bi berhem a dîrokî de e û di mekanekî herî rengdar ê dîrokî de cih digirin. Di vî mekanî de ku nasname, civat, ziman, ol û gel hatine ba hev de, jiyana bi hev re ji bo her ciherengiyê û ji bo gelan hemûyan wê bibe cejneke watedar. Lewma şoreşa Rojava ji her aliyî ve berbiçavkirina vê cejnê ye.

Em, 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ya ku di heman demê de salvegera 91’ê ya weşandina Kovara Hawarê ye, careke din li gelê xwe pîroz dikin, di kesayeta Celadet Elî Bedirxan û hevrêyên wî de, silav dikin li kesên ku bi ked û berdêlên giran zimanê Kurdî bi pêş xistine û parastine.”  

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.