Çare nîne AKP wê bikeve

Duşem 15 Nîsan 2024 - 02:45

  • Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok diyar kir ku desthilatdariya AKP’ê dixwaze li dijî gelê Kurd şer hîn mezintir bike û ji bo vê yekê hemû derfetên xwe seferber kiriye û got: AKP û Erdogan êdî nikarin nefes bistînin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok ji Stêrk TV’ê re axivî û têkildarî rojevê nirxandin kirin. Sabrî Ok di nirxandina xwe de behsa qonaxa duyemîn a pêngava ‘Ji Ocalan re azadî, ji meseleya Kurd re çareserî’ kir û wiha got:’’Helbet pêngavekî pir girîng e, lê weke min anî ziman ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çi were gotin, çi were kirin wê kêm bimîne û têrê neke. Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk tê, wê ev wiha be. Ev pêngav hîn jî bi îstikrar, bi plan û bi biryar dewam dike. Ew ê li Strasboûrgê bi hezaran welatparêzên gelê Kurd û dostên wan wê li ber CPT çalakiya rûniştinê lidar bixin. Dîsa di pêvajoya pêş me de wê li gelek bajarên Ewropayê konferans, konser û di platformên cuda de civîn bên lidarxistin. Weke ku tê zanîn dema mijar dibe Rêber APO û Kurd, deriyên sîstema modernîteya kapîtalîst û hiqûqa wê ji me re tên girtin. Ma eger ne wisa ba CPT wê bêdeng maba, wê bikarîba bêhiqûqiyên dewleta Tirk bigire? Ev rewş divê me hîn bi hêrstir bike. Divê bibe sedem ku têkoşîna me hîn zêdetir mezin bibe.

Divê em xemsar nebin

Sabrî Ok di dewama nirxandina xwe de derbarê şerê li Kurdistanê jî kir û wiha got:’’Di nava 7-8 mehên dawî de gerîla bi înîsiyatîfeke mezin û xurt bi rengekî fedayiyane li dijî dewleta Tirk operasyonên şoreşgerî kir û encamên pir girîng bi dest xist. Teknîk û hêza wan li Herêmên Parastinê yên Medyayê hate şikandin. Lê dewleta Tirk şerekî berfireh datîne pêşiya me. Di vê yekê de jî bi israr e. Dibêjin em ê şer, înkarkirina gelê Kurd û zilm û êşkenceya li Îmraliyê bidomînin. Em nizanin ka wê heta kuderê biçin lê em vê dizanin ku li pêşiya me şerekî hîn dijwartir heye. Dewleta Tirk di her warî de amadekariya vê yekê dike. Gerîla jî her tim amade ye. pêvajoyeke pir dijwar û tund wê biqewime. Heta niha li hemberî gerîla encam wernegirtin, ewladên gelê Kurd bi rengekî fedayiyane û bi lehengî li ber xwe didin. Êrîşên artêşa Tirk şikandin, lê şer dewam dike. Helbet divê em jî xemsar nebin. Divê em ji xwe bawer bikin. Divê em pir bi wate bibînin ku înîsiyatîf di destê me de ye, lê divê em bizanin ku dewleta Tirk û AKP wê li ber xwe bide, hemû derfetên xwe bi kar bîne û bi rengekî hîn hovtir êrîş bike. Lewma em ji pêvajoyeke hîn girantir re amade ne. 

Gelê Kurd serketin bidest xist

Sabrî Ok derbarê hilbijartinên 31’ê Adarê de jî ev nirxandin kirin:’’Bi taybetî li şaredariyên ku gelê Kurd lê qezenc kirî, berê qeyûm hatibû lê hatibûn tayînkirin. Gelê Kurd jî got hûn qeyûm jî tayîn bikin, zext jî bikin hûn ê nekarin encam werbigirin, em xwedî îrade ne, hûn ê têk biçin û bi vî rengî qeyûm têk birin. Bi taybetî jî di pratîka Wanê de ev rewş derket holê. Dewleta Tirk xwest li Wanê ceribandinê bike. Eger plana wan pêk hatiba wê piştre dîsa hêdî hêdî qeyûm tayînî her derê kiriban. Lê ew serhildan pir girîng bû. Ya herî girîng jî têkoşîna bi hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê re pêşî li qeyûman girt. Lê divê em vê jî bibêjin ku; dewleta Tirk dewleteke dagirker e, gelê me, hêzên demokratîk her tim divê li dijî van amade be. Eger car din bixwazin qeyûm tayîn bikin wê pêdivî bi serhildaneke hîn tund û radîkaltir bike. Di vî warî de divê em nekevin xemsariyê.

Berjewendiya Emerîkayê heye

Sabrî Ok derbarê serdana Erdogan a Iraq û Emerîkayê de jî ev nirxandin kirin:’’Erdogan di serdana xwe ya Iraqê de ji bo ku PKK’ê têk bibe hem wê zextê li dewleta Iraqê bike û hem jî wê her cure tawîz bide. Em dixwazin bawer bikin ku Iraq wê nekeve nava lîstikên dewleta Tirk. Erdogan piştî serdana xwe ya Iraqê wê biçe DYE’yê. Bîden piştî ku bû serokê DYE’yê, gelek xwest biçe Qesra Spî. Lê Bîden nexwestiye hevdîtinê bike. Niha, ji nişka ve randevû ji Erdogan re hat dayîn. Heta ku berjewendiya DYE’yê nebe, destê dewleta Tirk û Erdogan xurt nake. Mixabin dîsa wê herî zêde têkildarî mijara Kurdan û PKK’ê alîkariya dewleta Tirk bike. Divê DYE piştgiriyê nede daxwazên Erdogan. Welatên wekî DYE’yê divê bi perspektîfeke berfireh lê binêrin. Divê siyaseteke giştî ya Ewropa û Emerîka di mijara Kurd de hebe. Divê siyasetek ku baş nêzî parçeyek dibe û li parçeyê din ji bo dilê dewletê xweş bike destekê nede qirkirina Kurdan. 

Çawa bilind bû wisa jî têk diçe

Li Rojhilata Navîn heta ku pirsgirêkên gelê Kurd û Fîlîstînê bi rengekî demokratîk çareser nebin, Rojhilata Navîn ti carî demokratîk nabe. Ev yek îspat bûye. AKP bi taybetî Erdogan pragmatîst e, ne bi pîvan û exlaq e, li gorî berjewendiyên xwe çi ji dest tê dike. Ew wisa didin xuyakirin ku bi şev û roj ji bo Fîlîstînê dixebitin da ku gelê Fîlîstînê bighêje armancên xwe, lê heman AKP û Erdogan di 6 mehên dawî de bazirganiya xwe bi Îsraîlê re du qat zêde kirin. Partiya Yenîden Refahê siyaseteke stratejîk, aqilane pêş xist û Erdogan ji cihê wî yê herî lewaz girtin. Kur, keç, zavayê wî, malbatên wan, xizmên wan hemû hemû dewlemendiyên dewletê bi kar tînin. Lê civaka Tirkiyeyê bi gotinên derew dixapîne û xwîna wan li çiyayên Kurdistanê dirije. Çend roj berê nûçegihanê HPG’ê diyar kir ku cenazeyên bi sedan leşkerên Tirk li ser sînorê Kurdistan û Tirkiyeyê hatine veşartin. Gelek malbat nizanin ka zarokên wan sax in an na. Bi pereyan wan bêdeng dikin, lê ev ê jî biteqe. Li tevahiya cîhanê ev wisa ye, desthilatdar bi yek carê xurt dibe, piştre an diteqin an jî dikevin xwarê. Desthilatdariya AKP’ê jî derket lûtkeyê; Çare nîne, wê bi heman rengî bikeve.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.