Daraza Tirk tecawizkaran diparêze

Pêncşem 18 Nîsan 2024 - 00:51

Endama Platforma Jinê ya Şahmaran a Mêrdînê Gulîzar Îpek Bîlek destdirêjiya li Dêrikê ya cerdevanan bi bîr xist û got dadgehên Tirk bi çarçoweya konsepta şerê taybet tecawizkaran dişofînin.

Li  navçeya Dêrikê ya  Mêrdînê par meha Îlonê cerdevan Yakûp Akyol, Çetîn Tag, Sûûd Çelîk û Harûn Yilmaz bi şantajê bi rêk û pêk destdirêjî li jineke ciwan a 22 salî kirin. Piştî ku gilî hate kirin her çar kes hatin destgîrkirin, lê Serdozgeriya Komarê ya Dêrikê kiryar berda. Bi gotina 'Kontrola edlî wê giran be' têkildarî kiryaran tenê biryara 'qedexeya derketina derve' da û lêpirsîna li ser mijarê jî berî çend rojan bi dawî kir.

Dadgeha wan diparêzin

Li gel gotinên jina mexdûr, dîmenên şantajê û delîlên hatin peydakirin jî dadgehê lêpirsîneke kêrhatî li ser mijarê nekir. Endama Platforma Jinê ya Şahmaran a Mêrdînê Gulîzar Îpek Bîlek anî ziman ku ev yek konsepteke şerê taybet e.

Cezanekirin şerê taybet e

Gulîzar Îpek Bîlek destnîşan kir ku di bûyerên destavêtin û destdirêjiyê de yên li Kurdistanê diqewimin, nedayina ceza li kiryaran hewldana temamkirina şerê taybet bi destê dadgeriyê ye û got, "Jineke ciwan bûyerên ku di temenê zarokatiyê de bi serê wê hat, nekarî zû bi zû qebûl bike. Piştî bi salan biryar da ku dengê xwe bilind bike, lê belê dadgeriyê guh da kiryaran. Ev yek ti carî nayê qebûlkirin. Hewl didin paşeroja civaka me, bi taybetî jî ya jin û ciwanan tine bikin. Bi rêya bi tenê hiştin û bê hêvî hiştinê dixwazin civakê ji hev belav bikin. Em ê ti carî rê nedin vê yekê."

Li Şirnexê gel dest li ser danî

Gulîzar Îpek Bîlek bûyera hefteya derbasbûyî ya li Şirnexê bi bîr xist ku piştî leşkerê kirêkirî hewl da destdirêjiyê li jineke ducanî bike, ji ber nerazîbûna gel biryara destgîrkirinê hate dayin.

Refleksa xweparastinê çareserî ye

Gulîzar Îpek Bîlek girîngiya piştevaniya civakî û xweparastinê bi vî rengî anî ziman, "Em timî dibêjin; divê em nêzî hev bin ku karibin deng û qîrîna hev bibihîzin. Bûyera ku wê rojê li Şirnexê qewimî nîşaneya şênber a vê yekê ye. Gel di cih de dest li bûyerê werda. Refleksa xweparastinê kete dewrê. Bêguman bûyer her tim li pêş çavên mirovan naqewimin. Bûyera ku li Dêrikê qewimî bi rengekî zexel û rêk û pêk qewimî. Kirin ku ew xwe bi tenê hîs bike û ew tirsandin ku dema tişta bi serê wê tê ji malbata xwe re jî bibêje wê neyê qebûlkirin. Ji valahiya li nava civaka me sûd wergirtin. Paradîgmayeke me heye. Paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê. Em yekbûna jin û jiyanê diparêzin."

Gulîzar Îpek Bîlek destnîşan kir ku ji bo rêxistiniya civakî ya xurt a li gorî paradîgmaya xwe bixin meriyetê divê ew li her qadê têkoşîna xwe xurt bikin.

ANF/MÊRDÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.