Li dijî komkujiyan yekîtiyê xurt bikin

Şemî 16 Adar 2024 - 02:45

  • KCK'ê bi wesîleya salvegera 36'an a komkujiyê daxuyaniyek da, şehîdên Helebceyê bi bîr anî û bang li gelê Kurd kir ku yekîtiya neteweyî xurt bike, li dijî dijminên qirker têkoşîneke hîn bi bandor bimeşîne.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya salvegera 36'an a komkujiyê daxuyaniyek da. Daxuyaniya KCK'ê bi vî rengî ye:"Hêzên mêtinger ên qirker yek ji komkujiyên li ser Kurdan di 16'ê Adara 1988'an de li Helebceyê pêk anîn û di vê komkujiyê de bi hezaran Kurd jiyana xwe ji dest dan. Em careke din vê komkujiya hovane û rejîma Saddam a faşîst û qirker ku ev komkujî pêk anî bi tundî şermezar dikin û kesên jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Em careke din di şexsê şehîdên Helebceyê de hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, soza xwedîderketina li bîranînên şehîdan nû dikin û diyar dikin ku em ê hesabê hemû komkujiyan ji wan bipirsin.

Piştgiriya AKP-MHP’ê qirkirin e

Komkujiya Helebceyê di dîroka mirovahiyê de yek ji komkujiyên herî bi êş û hovane ye. Ev komkujî li ber çavên cîhanê hat kirin û tu dewlet li dijî wê derneket. Neteweyên Yekbûyî, Dewletên Yekbûyî yên Emerîka, Ewropa û dewletên din li hemberî vê komkujiyê bêdeng man. Tenê dema ku berjewendiyên wan kete bin xetereyê wê gavê li dijî rejîma Seddam rawestiyan. Lê di êrişên Enfalê de li hemberî qirkirina bi sed hezaran Kurdan pêwîstî nedîtin ku tiştekî bikin. Hêzên modernîteya kapîtalîst şirîkên qirkirina Kurdan û komkujiyan in.  Hêzên modernîteya kapîtalîst qirkirina Kurdan li ser esasê parçebûna Kurdistanê û çaresernekirina pirsgirêka Kurd ku encama planên li ser Rojhilata Navîn ava kirine. Hêzên modernîteya kapîtalîst îro jî piştgiriyê didin polîtîkayên qirkirina Kurdan û dibin şirîkê hemû êriş û komkujiyên li dijî gelê Kurd. Hêzên modernîteya kapîtalîst û qirker piştgiriyê dide polîtîkayên mêtinger ên dewleta Tirk a dagirker ev sedsal in êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakurê Kurdistanê, Rojava û Başûrê Kurdistanê, Şengal û Wargeha Mexmûrê dimeşîne. Piştgiriya desthilatdariya AKP-MHP’ê ya li dijî Kurdan tê wateya piştgiriya eşkere ya qirkirina Kurdan.

Seddam ji Tirkiyê cesaret girt

Pêwîste pêşketina dîrokî ya Komkujiya Helebceyê baş were fêmkirin. Siyasetmedar, nivîskar û rewşenbîrên Kurd divê li ser vê yekê bisekinin û rastiya dîrokî derxin holê. Dema ku dewleta Iraqê li hemberî têkoşîna gelê Kurd têk çû, kete nava hewldanên lihevkirinê û di sala 1983’an de YNK û dewleta Iraqê li hev kirin. Di vê peymanê de çareseriya pirsgirêka Kurd a li ser esasê xweseriyê hatiye nivîsandin. Lê belê dewleta Tirk ket dewrê û ev peyman xera kir. Dewleta Tirk diyar kir ku ew ê çareseriya pirsgirêka Kurd bi tu awayî qebûl nekin. Aliyê Iraqê bi eşkere sedema xerabûna peymanê ji nemir Celal Talabanî re gotiye û li ser vê yekê nemir Celal Talabanî yê ku ji bo danûstandin û îmzekirina peymanê çûbû Bexdayê, vegeriya Kurdistanê. Piştî vê dîrokê Seddam bi wê cesareta ku ji dewleta Tirk girt, berê xwe da Kurdan û bi Operasyona Enfalê dest bi komkujiyan kir û di vê çerçoveyê de Komkujiya Helebceyê hat kirin. Girîng e ku ev rastiya dîrokî were zanîn û girîng e ku mirov li gorî wê nêzîk bibe. Pêşlêgirtina komkujiyan û bi dawîkirina komkujiyan bi vî awayî pêkan e.

Erdogan îro jî dewam dike

Komkujî û qirkirinên li ser gelê Kurdistanê îro jî dewam dikin. Rêveberiya Tayyîp Erdogan li ser navê dewleta Tirk vê polîtîkayê dimeşîne. Dewleta Tirk a qirker a mêtinger û rêveberiya faşîst a Tayyîp Erdogan bi tu awayî naxwaze pirsgirêka Kurd çareser bibe û bi gef, êrîş û dagirkeriyê hewl dide pêşî li vê bigire. Çawa ku li Iraqê kir, îro hewl dide li Sûriyeyê jî heman tiştî bike. Hewl dide lihevkirina dewleta Sûriyeyê û Kurdan, çareseriya pirsgirêka Kurd li Sûriyeyê asteng dike. Yê ku xitimandina pirsgirêka Kurd ferz kiriye û bûye sedem ku gelê Kurd ji berê heta niha rastî komkujiyan were, dewleta Tirk e. Em di salvegera 36’an de carek din şehîdên Helebceyê bi bîr tînin, divê em hîmên ku rastiyên dîrokî li ser hatine avakirin baştir fêm bikin, yekîtiya xwe ya neteweyî xurtir bikin û li dijî qetlîamkar û dijminê qirker bi bandortir têbikoşin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.