Ne di berjewendiya Iraqê de ye

Pêncşem 18 Nîsan 2024 - 00:14

Sekreterê berê yê Wezareta Pêşmerge û Pisporê Karûbarên Leşkerî Cebar Yawer derbarê êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê, her wiha kişandina Iraqê di nava plan û êrişên xwe de axivî.

Cebar Yawer di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku bi rêya yasa û destûrê parastina sînoran, erkê hikûmeta Iraqê ye û got:“Iraqê nekariye sînorên xwe kontrol bike, nekariye hêzên xwe li sînorê Iraq-Tirkiyeyê bi cih bike. Piştî hevdîtinên di navbera şandeyên Iraq û Tirkiyê de, heta niha ti nîşanek ku Iraqê wê bikeve şerek ne di berjewendiyên wê de derneketiye holê. Ji ber ku ne beşek ji vî şeriye. Ev şer di navbera Tirkiye û hêzên PKK’ê deye. Demek ku Iraq bi xwe di nava gelek pirsgirêkan de, bikeve nava vî şerî, ti sud jê nagire.”

Cebat Yawer wiha axaftina xwe domand:“Ev operasyona ku tê behs kirin, bawer nakim were pêkanîn. Ji ber ku ji xwe rojane operasyon têne kirin û ji sala 90’î ve bi berdewam heta niha gelek operasyon hatine pêkanîn. Bi taybet operasyona ku bi navê ‘Pençe-Kîlît’ di sala 2019’an de bi rêya hewayî û bejahî destpêkirî hîna berdewame. Her wiha şert û mercên li nava Tirkiyeyê ne di berjewendiya AKP’ê de ye. Rewşa niha ya AKP’ê dibe ku ji bo pêkanîna operasyonê alîkariya hikûmeta Tirkiyê neke.” Yawer her wiha da zanîn ku divê Kurd aliyê aştiyê bin, pirsgirêka ku di navbera PKK’ê û Tirkiyeyê de heyî li ser mêze guftugoyê were çareserkirin.

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.