Derî ji dagirkeriya Tirk re vekirin
Duşem 20 Cotmeh 2025 - 03:28
16’ê Cotmeha 2025’an Serokomarê Dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan peyamek da Parlementoya Tirkiye û eşkere kir ku operasyona leşkerî ya derveyî sînor ya li Başûrê Kurdistan û Rojava ji bo salekê hatiye dirêjkirin. Dîsa hejmara leşkerên ji bo van cihan jî bê şandin hatiye zêdekirin. Têkildarî vê yekê xelkê Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê helwest û nêrînên xwe anîn ziman. Mihemed Şehab diyar kir ku Tevgera Azadiya Kurd di têkoşîna salan ya xwe de ji bo bi destxistina aştî û mafê gelê Kurd li ber xwe da û got:“Em jêrdestê çar welatên weke Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye dijîn, naxwazin gele Kurd bigihêjin mafê xwe.” Mihemed Şehab bal kişand ser têkoşîna Rêber Apo û got:“Rêber Apo yekane seroke 26 sale bi tena sere xwe li girtîgehê tê ragirtin ji bo doza Kurdan. Dewleta Tirk naxwaze Kurd hebin. Di demekê de Kurd li Tirkiye hewldanên aştiyê didin, Tirkiye hê jî xwe li hebûna Kurdan ranagire.”
Şehab rexne li hikûmetê jî girt û got:“Li hemberî êrişên Tirkiyê yên binpêkirina xaka Başûrê Kurdistanê hikûmet bêdeng in û ne xwedî ti helwestekê ne. Deriyên xwe li dargirkeriyê vekirine, çi dixwazin wê dikin. Li nava xaka Başûrê Kurdistanê navend û baragehên leşkerî çêdike.” Sadiq Mihemed destnîşan kir ku Tirkiye di bin navê baweriyê de dixwaze dagirkeriya xwe bide qebûlkirin. Sadiq Mihemed rexne li hikûmetê girt û diyar kir ku hebûna Tirkiye ya li Başûrê Kurdistanê bi hevkariya desthilatên siyasî yên Başûre û got:“Tirkiye dixwaze bi zextan dagirkeriya xwe bide qebûlkirin. Li gorî berjewendiyên xwe rêgiriyê li deng û rengên azadiyê ya li Başûrê Kurdistanê dikin. Bi salane dewleta Tirkiye bi dahata herêma Kurdistanê şer dike.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ