Çêkirina dîwar dijberiya yekîtiyê ye
În 17 Cotmeh 2025 - 03:20
Mamostayên zanîngeha Helebceyê nerazîbûn nîşanî çêkirina dîwarê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê dan û gotin; “Çêkirina dîwarê di navbera Rojava û Başûr de ya ji aliyê PDK’ê ve, kiryarek li dijî mirovatî û yekîtiya neteweyiye. ”
PDK dixwaze dîwarê sînor ê ku berê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatibû destpêkirin di navbera sînorê Şengal-Rojava de û heta sînorê Rabîa-Til Koçer nêzî deriyê sînor ê Pêşxabûrê li hemberî deriyê sînor ê Sêmalkayê dewam bike. PDK a ku di vê çarçoveyê de amadekariyên xwe temam kiriye, dest bi çêkirina dîwarê bilindahiya wê 3 metre û stûrahiya wê jî 75 cm ya li ser sînorê Başûr û Rojavayê Kurdistanê kiriye. Derbarê mijarê de mamosteyên zanîngeha Helebceyê axivîn.
Mamoste Ehmed Mîre da zanîn ku plana PDK’ê bi hevkariya Tirkiye û Ehmed Şer tê kirin û wiha pê de çû; “Eger em li şerên cîhanê temaşe bikin, hêzên siyasî yên ku dixwazin komkujiyan bikin, serî li van rê û rêbazan didin. Çêkirina dîwarê di navbera Rojava û Başûr de ya ji aliyê PDK’ê ve, li dijî mirovahî, nîştimanî û neteweyî ye. Ev yek bicihanîna plana xirab û tirsnak a Erdogane ku dixwaze rê li pêşketina Îdareya Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê bigre. Divê em hemû vê bizanin ku Rêveberiya Xweser a Rojava pêngavên mezin bidest xistiye, di rewşa dewletek bihêz de ye. Êdî li herêmê navê wan û hebûna wan heye, PDK dixwaze biçêkirina dîwar vê beşa Kurdistanê biçûk bixe.”
Mamoste Aram Hewramî jî li ser heman mijarê nêrînên xwe anî ser ziman û got; “Dixwazin bi çêkirina dîwar Rojava û Başûr ji hev qut bikin, di vê planê de jî rola Tirkiyeyê heye. Naxwazin bandora tevgera azadîxwaz a Rojavayê Kurdistanê li ser Başûrê Kurdistanê çêbibe. Di demek wiha de, tevî astengiyan jî li Rojavayê Kurdistanê Hikumeta xwecihî hatiye avakirin. Bi vê yekê ezmûnek ciwan nîşanî hemû welatên Rojava û gelê me yê Başûrê Kurdistanê da.”
HELEBCE-ROJNEWS