Divê Barzanî li gorî gotina xwe be

Çarşem 22 Cotmeh 2025 - 03:42

Di demekê de qala aştiyê tê kirin PDK û hikûmeta Iraqê di navbera Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê dest bi çêkirina dîwar û qutkirina Kurdistanê ji hev kiriye. Ev yek jî rê li ber fikaran vekiriye. Taybet Serokê PDK’ Mesûd Barzanî li Parîsê di daxuyaniyeke xwe de gotibû ku ew ji bo Rojava amade ye û xaka Rojava biparêze. Lê heta niha li ser çêkirina dîwar ti peyamek nedaye. Ev yek jî careke din nîşan dide ku ya tê gotin û ya dibe çiqasî ji hev ferqe. Li aliyê din sala 2014’an li Parlementoyê biryar hate dayîn ku Nûnertiya Rojavayê Kurdistanê li Hewlêr bê vekirin, lê heta niha ti nûnertiyeke Rêveberiya Xweser ya Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Hewlêr nîne. Tenê niha Nûnertiya Rojava li Silêmaniyê heye.

Têkildarî çêkirina dîwar û helwesta PDK’ê û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê çalakvanên siyasî yên Başûrê Kurdistanê  axivîn. Çalakvanê siyasî û nivîskar Xidir Gulanî destnîşan kir ku çêkirina dîwar niha di rewşeke cuda de ye û got:“Daxwaza min ewe ev dîwar bi temamî bê hilweşandin. Çêkirina dîwar ya di nava parçeyan de ji derveyî berjewendiyên hêzên derve ne tişteke dine. Hêviya min ewe ku Barzanî li gorî gotinên xwe tevbigere. Dewleta Tirk zexteke zêde li ser herêma Başûrê Kurdistanê dike ku têkiliyên di navbera Herêmê û Rojava qut bike. Dîsa dixwaze nakokiyê bixe nava Kurdan.”

Çalakvan û Nivîskar Xidir Gulanî rexne li Parlementoya Herêma Krudistanê jî girt û got:“Parlementoya Herêma Kurdistanê li gorî yasayên derxistî tevnagere û yasayên derxistî tenê li ser kaxezê maye. Divê yasaya ji bo piştevaniya Rojava derxistî bixe meriyetê.” Mamostayê Beşa Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Raperîn û Çalakvanê Siyasî Cebar Îsmaîl bal kişand ku desthilata Başûrê Kurdistanê li gorî ajandayên derve kar dike û got:“Berî çêkirina dîwar me bi çavê xwe dît rê nedida ku xorek biçin Rojava ku di demeke pir hestyar de bû. Lêkirina dîwar jî tê wateya ku dijî sîstema Rêveberiya Xweserin.” Cebar Îsmaîl bal kişand ser gotinên Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî jî û got:“Ya yekem divê mirov li gorî gotinên xwe tev bigere. Xaleke din jî tê wateya ku piştgirîkirina dewleta Tirkiyeyê ye.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.