Berxwedan wê Dehaqan têk bibe

Duşem 18 Adar 2024 - 01:45

  • KCK’ê cejna Newrozê pîroz kir û got: Berxwedana gelan wê teqez zilma Dehaqên zalim têk bibe û berxwedana gelan û azadî wê ser bikeve.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo Newroza 2024’an payameke nivîskî weşand. Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî ye:“Gelê Kurd ku afirînerê Newrozê ye di tevahiya dîrokê de li dijî zilm û mêtingeriyê li ber xwe da û kevneşopiya Newrozê dewam kir. Bi hezaran sal in bi hesreta azadiyê Newroz bi coş pêşwazî û pîroz kir. Weke gelê Newrozê hebûna xwe parast û dewam kir. Rêber Apo ji ber vê rastiyê gelê Kurd weke 'Gelê Newrozê' pênase kir. Di vê serdemê de jî gelê Kurd bi hesreta li azadiyê Newrozê bi hezkirin û coşeke mezin pîroz dike. Mîna her sal îsal jî Newroz hîn beriya hatina 21'ê Adarê li her derê tê pîrozkirin. Coş û hezkirina gelê Kurd a ji Newrozê ji ber dilxwaziya xwe ya ji bo azadiyê ye. Em jî bi heman hezkirin, coş, hesret û dilxwaziya azadiyê Newrozê ji dil li gelê Kurdistanê yê welatparêz pîroz dikin. Em Newrozê her wiha li dost, jin û enternasyonalan pîroz dikin ku bi pêngava azadiyê ya navneteweyî re bûn parçeyek ji têkoşîn û şoreşa Kurdistanê, di belavkirina şoreşa modernîteya demokratîk a li cîhanê de bi roleke mezin rabûn. Piştevaniya dostan a bi têkoşîna me û Rêber Apo re em kêfxweş kiriye, xurt kiriye û baweriya me ya bi nirxên gerdûnî hîn mezin kiriye. Em vê helwesta bi wate ya dostên gelê Kurdistanê gelekî watedar û hêja dibînin.

Şehîdên Newrozê bibîr tînin

Ewladê leheng ê gelê Kurd şoreşgerê mezin Mazlûm Dogan di sala 1982'an de li zindana Amedê agirê Newrozê dada, tarîtî qetand û kevneşopiya Newrozê jinûve geş kir. Em wî bi hurmet, hezkirin û hesretê bi bîr tînin. Çirûska ku Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan li zindanê pêxist bi Zekiye, Rahşan, Ronahî, Bêrîvanan veguherî agirekî mezin, kir ku gelê Kurd bi rengekî mezin hişyar bibe û bi Pêngava Azadiyê ya Navneteweyî ya niha re veguherî Rojekê ku mirovahiyê bi temamî ronî û germ dike. Em Newrozê li berxwedêrên zindanan pîroz dikin ku teslîmiyet û xiyanet têk birin û bi sekna xwe ya azadiyê hêzeke mezin dan têkoşîn û gelê me. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê jî berxwedana ku Kawayê Hemdem da destpêkirin li çiyayên Kurdistanê gihandin asta herî bilind, dagirkerî, mêtingerî û dijminê zalim têk birin û kirin ku gelê Kurdistanê jinûve rabe ser xwe. Bi vê wesîleyê em gerîlayên ku bi ruhê fedaî yê Apoyî li ber xwe didin silav dikin û Newrozê yek bi yek li wan pîroz dikin.

Afirînerê van rojan Rêber APO ye

Rêber Apo bi destpêkirina têkoşîna azadiyê re gelê Kurd jinûve gihand Newrozê û li Kurdistanê pêvajoyeke nû ya dîrokî da destpêkirin. Ji ber vê yekê Dehaqên zalim ên vê serdemê hemû li hev kom bûn, bi komploya navneteweyî Rêber Apo dîl girtin û xistin nava sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê. Rêber Apo di sala 26'an de li dijî vê sîstema êşkence û tecrîdê li ber xwe dide. Yê ku Newrozê bi rengê herî mezin dijî û dide jiyîn Rêber Apo ye. Di 10'ê Cotmeha 2023'an de bi dirûşma 'Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' bi pêşengiya dostan pêngaveke azadiyê ya global hate destpêkirin û di vê çarçoveyê de karê herî girîng ê heta niha hate kirin. Di sala 2024'an de divê pêngav bê biserxistin û li ser vê bingehê jî divê em têkoşîna xwe mezin bikin, bi pêş ve bibin. Pîrozbahiyên Newrozê jî divê asta herî bilind a vê yekê be, gelê me li her derê divê dakeve qadan, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bîne ziman, helwesta xwe ya azadî û berxwedanê nîşan bide. Ji ber vê yekê divê newroza 2024'an bibe çalakiya herî xurt a bi vê dirûşmê ku bi milyonan mirov tevlî bibin. 

Erdogan Dehaqê serdemê ye

Faşîzma AKP-MHP'ê êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên li ser gelê Kurd zêde dike, dewam dike. Di serî de êrişên li ser Rojava, bi rengekî eşkere sûcê şer e. Niha jî ji bo qirkirina Kurdan planên nû dikin. Tayyîp Erdogan û rejîma wî Dehaqê zalim ê vê serdemê ne, lewma li dijî wan divê bi ruhê Newrozê berxwedana me bê mezinkirin, divê em sala 2024'an bikin sala serkertinê. Bi vê armancê divê em bi milyonan dakevin qadan, Newrozê bi rengê herî xurt pîroz bikin. Berxwedana gelan wê zilma Dehaqên zalim teqez têk bibe, berxwedan û azadiya gelan wê bi ser bikeve.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.