Li dijî şerê taybet şerê şoreşgerî

Pêncşem 18 Nîsan 2024 - 02:55

  • Dûran Kalkan diyar kir ku her kes li gorî ruhê berxwedanê yê Wan û Şirnexê divê xwe nû bike û got: Li dijî şerê taybet pêwîstî bi şerê şoreşgerî heye.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan beşdarî bernameya televîzyona Medya haberê bû, derbarê mijarên di rojevê de nirxandinên girîng kir. Kalkan derbarê berxwedana li Wan û Şirnexê de û wiha got:’’Rêveberiya me rewşa li Wanê weke ruhekî nû nirxand. Li ser bingeha rexnedayinê tevlî dibim. Yanî diyar e ku bê xwestin, dibe. Nerazîbûn her tim dikarîbû bihata nîşandan. Ew wêrekî, ew fedakarî dikarîbû bihata kirin. Ev yek li Wanê jî li Şirnexê jî hate dîtin. Halbûkî ewqasî heqaret kirin, êrîşên şerê taybet kirin, zilm nema ku nekirin, êşkence nema ku nekirin, neheqî nema ku nekirin, heqaret nema ku nekirin. Goristan xera kirin, hestî birin, li ser goristanê avahî çêkirin, mirov li pey wesayitan girêdan û bi erdê re kaş kirin. Cenaze bi rojan li naverastê hiştin. Mirovên mirî jî di nava vê rejîma faşîst de zilm dîtin. Her tişt anîn serê mirovên sax. Niha zindan dagirtî ne, li pêş çavan e. Li hemberî vê yekê berxwedaneke mezin bû, tevlî pêngavê bûn. Ew jî xurt bû, ji 27'ê Mijdarê heta 4'ê Nîsanê. Ev berxwedan ji bo çi ye? Ji ber ku zext, zilmeke mezin heye. Li derve jî li zindanan jî heye. Hêrseke mezin heye. Di bin rêveberiya AKP'ê re ev yek qewimîn. Ji bo jin û keçên Kurd gotin, li şûna ku biçin çiyê bila bibin fahîşe. Gelo ji vê mezintir heqaretek heye? Divê mirov  mirov li ber xwe bidin. Bala xwe bidinê, hêzek nîne ku karibe hêza gel bişikîne. Hêzeke ji hêza jin û ciwanan mezintir nîne. Ciwanan li Wanê êrîşkar perîşan kirin. Li Şirnexê çawişê pispor ê şerê taybet li ser sûc zevt kirin. Ew mîna artêşeke rêxistinbûyî ne. Piraniya hêza leşkerî bi pereyan hatiye birêxistinkirin. Bi zext, derew, pereyan mirovan dixapînin, dixin. Divê em ti carî rê nedin van. Yanî bi rastî jî ruhekî Wan û Şirnexê afirî. Em bibêjin xeta Wan û Şirnexê heye. Ev yek helwesteke rast û bi rûmet e. Yekane helwesta welatparêziyê, rast û bi rûmet e.  

Hêvîkirina ji hinekan koletî ye

Bi gilîkirinê tiştek nabe. Bi gazinan tiştek nabe. Hinekan bi wî rengî kirin. Yanî gilî dikin, gazinan dikin, dibêjin zextê li me dikin, êşkenceyê dikin. Xwe bêçare dike. Tu jî xwe bi rêxistin bike,têbikoşe. Yê li hemberî te ji bo te tine bike ewqasî xwe bi rêxistin dike, êrîş dike, lê tu ji bo jiyanê herî kêm bi qasî wî li ber xwe nade? Bi vî rengî nabe. Welatparêzî, demokratbûyîn, berpirsyarî tê wateya hişmendiyê, rêxistiniyê, azadiyê. Ji vê re jî hişmendiya xweparastinê tê gotin. Ev hişmendiya xweparastinê wê bi pêş bikeve. Xweparastin wê bi rêxistinî be. Bi hêvîkirina ji hinekan, bi gilî û gazinan nabe. Hêvîkirina ji hinekî din helwesteke koletiyê ye. Têkoşerî, azadîparêzî nîne. Mirovên azad têdikoşe, qezenç dike. Encama ku derkete holê ew e ku bi têkoşînê serketin dikare bê bidestxistin. Bila her kes li her derê di her kêliyê de vê ji xwe re bike pîvan. Li dijî her cûre êrîşên faşîzma AKP-MHP'ê helwesta herî rast a berxwedanê bi vî rengî ye. Şerê şoreşgerî jî ev e. Li her derê gel wê li ber xwe bide, têbikoşe. Em ruhê berxwedanê yê Wan û Şirnexê silav dikin. Bang li her kesî dikim ku vî ruhê berxwedanê bipejirînin, ji niha û pê ve li hemberî her cûre êrîşên şerê taybet bi vî rengî li ber xwe bidin û helwestê nîşan bidin.

Divê pala xwe nedin derve

Kalkan derbarê koçberiyê jî got:’’Koçkirin jî polîtîkayeke şerê taybet e. Bi gotina zext, zilm, terora faşîst heye em nikarin vê yekê şîrove bikin. Wezîfeya te ya têkoşînê heye. Ciwanên ku têdikoşin hene. Tevlî nava refên gerîla bibe û biçe çiyê. Xwe rêxistin bike, rêxistinbûna veşartî bike, here binerdê. Lê di welatê xwe de bijî. Tiştek biçûk qewimî, li min digerin tavilê ez xaka welêt biterikînin û biçim. Wiha nabe!  Divê mirov zêde pala xwe nede dervey welêt. Beriya deh salan li navenda Parîsê hevala Sakîn û yên din qetil kirin. Sala borî li navenda Parîsê hevala Evîn û yên din qetil kirin. Niha yên ku ev qas li ber çav komkujiyê dikin, wê çi nekin? Wê demê divê em bi xwe ewlehiya xwe pêk bînin. Bi gotina ‘evane wê me biparêzin û ev der rehet û xweş in’, em ê xwe emanetê kesên cuda nekin. Li cihê ku îltîca dayîn hevrê Sara, di nava rojê de li Parîsê hedef girtin. Yên ku vê yekê dikin, wê her tiştê bikin. Bi taybetî ciwanên Kurd têkildarî vê yekê bila hîn bi hestiyartir bin, rêxistinkirî bin, bibin xwediyê pîvan û helwesteke rast.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.