PKK’ê gelek nirxên giranbuha ava kir

Pêncşem 27 Mijdar 2025 - 03:55

  • Gerîlayên Azadiyê li Herêmên Parastinê yên Medyayê Cejna Berxwedana Neteweyî bi çalakiyên cuda, bi coş pîroz kirin.

Tevgera azadiyê ya ku 47 salan têkoşîneke bêeman meşand, di wateya hebûn û nasnameya gelê Kurd de gelek nirxên giranbuha ava kir. Gerîlayên azadiyê yên ku li ser vê mîrateya kevnar bi salane li serên çiyayên Kurdistanê, di nav şert û mercên herî zehmet de têkoşîn dane meşandin, bi şahiyekê salvegera tevgera azadiyê pîroz kirin. Gerîlayên azadiyê yên ku di şahiya salvegera damezrandina tevgera azadiyê de cih digirtin ev roj destpêkê li Rêber Apo û tevahî şehîdên şoreşê pîroz kirin. Yek ji gerîlayên ku tevlî şahiyê bûye Bêrîtan Firat diyar kir ku ew bi saya Rêber Apo û şehîdan gihiştine vê astê û bi taybetî jî şehîdên berxwedana tunelan bi bîr anî. Di dawama axaftina xwe de diyar kir ku wê bi vê mîrateya têkoşînê tenê ne gelê Kurd, wê tevahî gelên heremê bi serkeve. Gerîlaya YJA STAR’ê Bêrîtan Firat herî dawî anî ziman ku ew bi armanca jiyanekî azad vê têkoşînê dimeşînin.  

Vejîn bi saya Rêber APO û şehîdan pêk hat

Yek ji gerîlayên YJA Star’ê Bêrîtan Botan a ku tevlî şahiyê bû anî ziman ku ew bi kelecan û moralek pir bilind in û bi vê kelecan û moralê ew dixwazin xeta azadiyê misoger bikin û her wiha di şexsê Zîlan û Asya’yan de xwe bigihînin kesayeta jina azad. Gerîlaya YJA Star’ê Hêlîn Çiya jî hestên xwe wiha anî ser ziman:"Ev roj ji bo me rojek taybet û pîroz e. Di serî de ji bo her jinek Kurd a ku di nava vê şoreşê de cih girt û têkoşiya cihê şanaziyê ye. Her wiha ev roj ji bo gelê me îfadeya rojek pir pîroz dike. Lewra em vê rojê li tevahî gelê xwe pîroz dikin."

Gerîlayê HPG Mîlîtan Qoser jî diyar kir ku ew bi saya têkoşîn û fedakariya Rêber Apo û şehîdan gihiştine vê rojê. Gerîla Mîlîtan Qoser anî ziman ku damezrandina PKK li tevahî heremê deng vedaye û got:"Bi taybetî gelê Kurd ê ku bi salan bû bi qetilkirin û înkarkirinê re rûbirû ma bûn bi avabûna vê tevgerê re vejîn jiyan kirin. Ev vejîn jî bi saya Rêber Apo û şehîdan çêbû."

Gerîlaya azadiyê Berfîn Colemerg jî hest û nerînên xwe yên ji bo salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan wiha anî ziman:"Di serî de em vê rojê li Rêber Apo û tevahî şehîdan pîroz dikin. Bi rastî jî PKK gelek nirxên giranbiha ava kir. Lewra jî ev roj rojek girîng û pîroz e. Bi guhertina PKK re jî em mîrasa PKK li pey xwe hiştî em li hemû hevalên xwe pîroz dikin. Em hêvîdarin ku gelê me jî wiha pêşwazî bike. Niha ez û hevalên xwe cihê xwe di nava vê pîrozbahiyê de digirin. Bi rastî jî kelecanekî mezin e. Em vê rojê li hemû hevalên xwe û gelê xwe pîroz dikin." Gerîlayên Azadiyê yên li Heremên Parastinê yên Medyayê, şahiya salvegera damezrandina PKK pîroz kirin, gelek amadekariyên çandî jî kiribûn. Ji folklor heta helbest û stranan, gerîlayan bi rîtûelên çandî ve ev roj pîroz kirin. Gerîlayan piştî kêf û şahiya pîrozbahiyê lîstoka xwe ya kevneşop ‘Brê’ lîstin.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.