Berxwedana Rojava bandor li cihanê kir
În 13 Sibat 2026 - 04:00

- Dûran Kalkan di nirxandinên xwe yên ji bo Medya Haber TV’yê de diyar kir ku piştî êrîşên li ser Rojava, li her çar parçeyên Kurdistanê û li seranserê cîhanê Kurd û derdorên demokratîk rabûne ser piyan.
Endamê Akademiya Zanistên Civakî yên Abdullah Ocalan Duran Kalkan, salvegera 27’emîn a Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê, pergala îşkenceyê ya Îmraliyê û geşedanên li Rojava û Sûriyeyê nirxandin.
Dûran Kalkan bal kişand ser berxwedana mezin a Rêber Apo ya ku 27 sal in li Îmraliyê piştî Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibata 1999’an dîlgirtî ye, didome. Dûran Kalkan Kalkan anî ziman ku Rêber Apo di şert û mercên tecrîdê de, li hawirdoreke ku bi milyaran mirovên li derve dijîn nikarin bifikirin, ji her kesî re dibe ronahî. Dûran Kalkan Kalkan diyar kir ku mirovên li çar aliyê cîhanê dixwazin dengê Rêber Apo bêtir bê bihîstin û fikrên wî kûrtir fêm bikin; sedema vê yekê jî bi wê ve girêda ku Rêber Apo bersivê dide hewcedariya her kesî ya azadiyê.
Dûran Kalkan Kalkan destnîşan kir ku pêvajoya ku Rêber Apo di 27’ê Sibata 2025’an de bi banga Civaka Demokratîk û Aştiyê da destpêkirin hîn jî berdewam dike û bal kişand ser îhtîmala sabotekirina pêvajoyê ji aliyê derdorên ku ji qirkirina Kurdan rantê werdigirin. Dûran Kalkan Kalkan destnîşan kir ku geşedanên piştî destpêkirina pêvajoyê erênî ne, lê kêm in û diyar kir ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neyê, ne pêkan e ku pêvajo bi pêş bikeve û bigihije encamê.
Dûran Kalkan Kalkan behsa êrîşên ku di 6’ê Çileyê de li ser Rojava destpê kirin jî kir û diyar kir ku nekarîna rêgirtina li ber êrîşên hovane yên li dijî gel, bi taybetî li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, divê ji bo her kesî bibe azaba wijdanê. Dûran Kalkan Kalkan bi bîr xist ku piştî êrîşên li ser Rojava, gelê Kurd û dostên wan ji her derê cîhanê piştgirî dane Rojava û wiha got: “Gelê Kurd helwesta xwe nîşan da, şoreşeke mezin dijî. Ev dê berdewam bike. Li gorî pêvajoyê jî wisa ye. Divê mirov vê rast fêm bike. Ji bo vê jî bêtir rêxistinbûn û bêtir têkoşîn pêwîst e. Bêtir wêrekî û fedakarî pêwîst e.
Hêz ne di çek û pere de ye. Hêza gerîla jî ne ji çeka wî dihat. Hêza wî ji zanebûn, wêrekî, fedakarî, civakîbûn, hevparî, helwesta îdeolojîk û jiyana wî dihat. Hêz li vir e. Divê mirov li cîhekî xelet li hêzê negere. Divê mirov ji van nêzîkatiyên desthilatdar, berjewendperest û madiyatperest dûr bisekine. Tu wan çiqas pêş bixî jî, tu yê rojekê bi heman lezê paş bikevî.”
Nirxandinên endamê Akademiya Zanistên Civakî yên Abdullah Ocalan, Duran Kalkan ên ku di Medya Haber TV’yê de hatin weşandin bi vî rengî ne:
"Destpêkê ez berxwedana dîrokî ya Îmraliyê û Rêber Apo silav dikim. Bi rastî jî di salvegera 27’an de divê sîstema Îmraliyê rast were nirxandin û fêmkirin. Divê mirov her kêliya wê rast fêm bike. 27 sal in li sîstemeke wiha ya tecrîd, êşkence û qirkirinê çawa hate jiyankirin? Her kêliya vê çawa derbas bû? Çawa li hemberî zext û zordariya vê sîstemê berxwedan hate raberkirin? Divê em van hemûyan baş fêm bikin.
Em behsa pêvajoyekê dikin, pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk. Rêber Apo vê pêvajoyê dimeşîne. Têkoşîna Rêber Apo ev pêvajo derxist holê. Eger berxwedana Îmraliyê bi vî rengî pêş neketiba, yanî eger armancên qirkirin û tecrîdê vale dernexistiba, pêvajoyeke bi navê Aştî û Civaka Demokratîk çênedibû. Ji bo gelê Kurd, gelê Tirk û mirovahiyê wê hêviyeke nû ya rizgariyê çênebiba. Ev pêvajo li ser serketina berxwedana Îmraliyê pêk hat. Sîstema Îmraliyê 15’ê Sibata 1999’an hate avakirin, yanî em di salvegera 27’an de ne, banga Aştî û Civaka Demokratîk jî 27’ê Sibata 2025’an hate kirin, ev dibe salvegera yekemîn, wisa em di salvegerên dîrokî de ne. Pêvajoyeke welê hate avakirin ku gelê Kurd, jin, ciwan, dostên Kurdan, hêzên sosyalîst û demokratîk ji bo serketina vê pêvajoyê dixebitin.
Belê, divê gotina duyemîn komploya 15’ê Sibatê rast were fêmkirin û nirxandin. Bi taybetî 6’ê Çileyê êrîşên ku ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê destpê kirin û belavî Sûriyeyê bûn, êrîşên rêveberiya Ehmed El-Şera, li cihekê hatin rawestandin. Biryara van êrîşan 4’ê Çileyê li Parîsê hate dayîn. Berê jî hatibû amadekirin, lê biryara wê hingê hate dayîn. Ev jî rastiyek e. Çima ji vê êrîşê re duyemîn komploya 15’ê Sibatê hate gotin? Ji ber ku dişibin hev, divê mirov vê şibandinê bibîne.
Ez dikarim vê diyar bikim; gel helwesta xwe raber kir, şoreşek mezin dijîn, wê ev dewam bike. Li gorî divêtiya pêvajoyê jî bi vî rengî ye. Divê em vê rast fêm bikin. Ji bo vê jî pêwîstî bi têkoşîn, rêxistinbûn, fedakarî û wêrekiyekî zêdetir heye. Divê em vê bi vî rengî bibînin. Bi rastî jî yekîtiya demokratîk a Kurd, di rewşa heyî de çiqas elzem be, piştevaniya navneteweyî, piştevaniya enternasyonal jî ji bo hêzên çep, soyaslîst, demokratîk, azadîxwaz, wekhevparêz jî ewqas elzem e. Hat vê rewşê. Ev jî rewşekî pir girîng e, geşedanek pir girîng e, encamek pir girîng e. Di vê wateyê de ez bang li hêzên siyasî yên Kurd û aliyên demokratîk, sosyalîst, azadîxwaz ên navneteweyî dikim ku vê rast binirxînin û erkên ku dikevin ser milên wan bikin.
ANF / BEHDÎNAN











