Em ê xwedî li nirxên PKK'ê derkevin

Pêncşem 27 Mijdar 2025 - 03:50

PKK’ê di sedsala dawîn de ji bo gelê Kurd destkeftiyên dîrokî ava kir û di merheleyên herî zehmet de barê giran hilda ser milê xwe. ji ber vê sedemê salvegera avabûna PKK ji bo tevahî gelê Kurd û bi taybetî jî ji bo gerîlayên azadiya Kurdistanê di gelek aliyan de xwedî wateyên gelekî cûdatir e. Merhaleya îro li ser vî hîmî hate avêtin, niha bi keda Rêbertî tê meşandin.

Gerîlaya YJA-STAR’ê Denîz Qehreman derbarê salvegera damezirandina PKK’ê de wiha axivî:‘‘Serokatî Kurdên mirî ji nû ve zindî kir, ji ber wê dema ku dibêje, ‘Min ji darekî hişk û zuha wisa ava kir ku dîsa şîn bibe û zindî bibe’, bi rastî jî bi avabûna tevgerê gelê Kurd jî wisa bû. Bi taybet weke jin ketina ferqa xwe û hebûna xwe, di nava partiyê de me xwe nas kir, em bûn xwedî nasname û em dikarin bêjin ku em jin in. Em xwe pir bi şans jî dibînin ku cihê xwe di nava vê tevgerê de digirin. Di şexsê heval Sara de, me jina azad nas kir. Îro jî em li ser şopa hevala Sara dimeşin û ji xwe re hêz digrin. Bi hezaran hevalên me yên pêşeng ku navê wan di dîrokê de hatine neqişkirin hene, em şopdarên wan in. Mînakên herî dawî jî heval Asya û heval Rojger bûn ku temsîla hevjiyana azad kirin. Em bikaribin li pey wan bin û ser şopa wan bimeşin. Ev nirxên ku 48 salan hatiye avakirin, em weke jin hewl bidin xwedî lê derkevin û layiqî ked û têkoşîna bi dehan salan bibin.’’

Tevgera azadiyê bû temsîla gelan

Gerîlayê HPG’ê Rojhilat Qehreman jî hestên xwe wiha anî ziman:‘‘Em di serî de salvegera patiya me li Rêber Apo pîroz dikin, li tevahî şehîdên şoreşê, li gelê me yê welatparêz hemûyan pîroz dikin. Di şexsê heval Kemal, heval Sara û heval Heqî de em hevalên xwe yên ku vê dawiyê hatin îlankirin; heval Sofî, heval Fuad, heval Koçero û heval Riza bibîr tînin û li wan pîroz dikin. Fikir û felsefeya Rêber Apo wisa mezin bû ku li hember her tiştî bû bersiveke xurt, bi berxwedaniya hevalên şehîd ev hereket xwe li ser lingan girt û heta roja îro hat. Em îsal 27’ê Mijdarê bi bangawaziya Rêber Apo pîroz dikin, bi rastî jî ev sal ji bo me saleke pir cuda bû, ji ber ku me dîmenê Rêber Apo piştî 27 salan cara ewil dît. Perspektîfên Rêbertî hişt ku em xwe xurt bikin û rast lêhûrbûn bikin, kêmaniyên xwe derbaz bikin û gavên pir mezin jî biavêjin. Em ê her hewil bidin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîn bikin.” 

Gerîlaya YJA-STAR’ê Berfîn Êrîş jî ev tişt anî ziman:‘‘Hestên min ji bo avabûna partiya me pir cuda ye, bi keda ku hatiye dayîn têkoşîneke bê hempa hatiye meşandin. Bi sekna hevalên şehîd, bi keda Rêber Apo heta roja me ya îro em hatin. Em di şexsê wan hevalan de tevlîbûna xwe ji bo vê rojê hîn xurtir dikin. Bi banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê re, bi gavên ku hatin avêtin mirov dibîne em di çi astê de û bi çi temenî gihîştin vê rojê. Bi gava ku Rêber Apo 27’ê Sibatê avêtiye re ez jî dixwazim bibim parceyekî ji vê têkoşînê û gavên mezin biavêjim.” 

Gerîlayê HPG’ê Agir Amanos ê ji bajarê Kobanê jî got:’’Destpêkê vê rojê li Rêbertî, li hevalên me yên şehîd pîroz dikim û hemû şehîdên şoreşê bibîr tînim. Em xwedî îrade ne ku li van çiyayan şer û têkoşînê didin meşandin. Çalakiyên ku hatin kirin berxwedaniya hate meşandin îspata vê bû, îsal jî banga Rêber Apo ya dîrokî û dîmenê wî me temaşe kir. Ev ji bo me hêzeke pir mezin bû. Di nava gel de kelecaneke gelek mezin ava kir. Heta dawî em ê vê kelecanê biparêzin û heta em Rêbertî di nava xwe de nebînin em dest ji têkoşîna xwe bernadin.’’

PKK'ê nasnameya Kurdê azad afirand

Gerîlaya YJA Starê Zîlan Kobanê got:"Bi banga Rêbertî re em êdî derbasî nava pêvajoyeke nû bûn. Ya ku ji me tê xwestin ew e ku di çarçoveya paradîgmaya Rêber Apo de li ser bingeha Neteweya Demokratîk xwe bi rêxistin bikin. Ruhê demê ev e. Jin îro hem li qada leşkerî hem jî li qada îdeolojîk pêşengiyê ji jiyanê re dikin. Weke gerîlayên YJA Starê ji bo jiyaneke azad em ê heta dawiyê têbikoşin." Gerîla Delîl Tey ê bi eslê xwe ji gelê Ereb jî wiha got:"Berê hebûna Kurdan nedihat naskirin; niha bi saya Rêber Apo Kurd têne naskirin û ji bo azadiya xwe têdikoşin. PKK ne tenê ji bo gelê Kurd her wiha ji bo hemû gelan têdikoşe. Ji bo gelê Ereb, gelê Asûrî-Suryanî, ji bo azadiya hemû gelan li ber xwe dide. Em dixwazin fikrên Rêber Apo li Rojhilata Navîn belav bikin, bi vî rengî civak karibin xwe bi awayekî azad bi rê ve bibin. Weke ciwanekî Ereb tevlî nava tevgerê bûm; ji bo azadiya gelan tevlî bûm. Bi bandora şehadeta hevalên Mahîr û Delîl tevlî bûm. Dixwazim xewn û xeyalên wan pêk bînim. PKK hate fesixkirin, lê belê em ê xwedî li mîrateya wê derkevin û li ser vê bingehê têkoşîna xwe dewam bikin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.