Lehengên fedayî yên Zê

Pêncşem 18 Nîsan 2024 - 00:15

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayan eşkere kir ku li Zapê şehîd bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:“Ewladê bi wêrek ê Başûrê Kurdistanê û milîtanê fedayî yê Apoyî Dilxwaz Germiyan, 31’ê Adara 2024’an li Zapê di êrişa dijmin de şehîd bû. Hevrêyê me Dilxwaz berxwedêrî û saftiya qada Germiyanê bi exlaqê partiya me PKK’ê re kir yek. Her tim bû xwediyê armancên mezin. Li Başûrê Kurdistanê ket ferqa jiyana ku modernîteya kapîtalîst li ciwanan ferz dike û şêwazê jiyana Apoyî hilbijart. Hevrêyê me Dilxwaz ji roja tevlî têkoşîna me bûyî û vir ve, di dilê hevrêyên xwe de cih girt. Di serî de malbata wî ya hêja, em ji hemû eşîra Caf û gelê xwe yê Başûrê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Em soza xwe nû dikin ku mîrateya têkoşîna dewlemend a ji me re hiştî, bi Kurdistana azad tacîdar bikin û bibin şopdarên xeyalên şehîdên xwe. Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyê me Dilxwaz Germiyan bi vî rengî ne:

Dilxwaz Germiyan (Binêr Fayiq), li Rizgarî jidayîk bûye, 31’ê Adara 2024’an li Zê şehîd bû.

Hevrêyê me Dilxwaz li Rizgarî ya Germiyan a Başûrê Kurdistanê hat dinê. Sala 2018’an li herêma Qendîlê perwerdeya şervanên nû dît. Bi ruhê fedayî yê hevrêyên me Cûmalî, Çavrê, Botan, Serhat, Milîtan û Doga li qada ku lê ye ket nava lêgerînê ku derbeyê li dijmin bixe. Di gelek çalakiyên ku têde derbeyên giran li artêşa Tirk a dagirker hatin xistin de cih girt û wezîfeyên xwe yên demê bi cih anî.

Hevrêyê me Argeş li Kobanê di nava malbateke welatparêz de hat dinê. Berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû ku ji zarokatiya xwe ve xeyala vê yekê dikir. Hevrêyê me ku di gelek pêvajoyên berxwedana dîrokî de ya li herêma Zapê cih girt û di tunelên şer de bi fedekarî têkoşiya. Hevrêyê me ku bîranînên hevrêyên xwe yên şehîd ji xwe re weke rênîşanderekê esas girt û têkoşîneke bênavber meşand.”

Argeş Kobanê (Xalid Muslum), li Kobanê jidayîk bûye, 16’ê Çileya 2024’an li Zê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.