Mûstafa Haskiri sîxur e

Pêncşem 18 Nîsan 2024 - 00:12

Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê Denîz Kaya têkildarî xiyanetkarê bi navê Mustafa Haskiri yê ku demek dirêj li gelek herêmên Kurdistan û Tirkiyeyê sîxurtî kiriye û herî dawî li girtîgeha Yozgatê girtî ye, daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got:“Heke pirsa di dîroka civakan de bi giştî û rastiya Kurd û Kurdistanê bi taybetî di warê desthilatdarî û mêtingeriyê de trajediya herî mezin çi ye bê pirsîn dibe ku bersiva hevpar a vê yekê ev be; ‘Yê ku xiyanet li cewher û civaka xwe kiriye’ û tiştên di nava dewleta lanetkirî kiriye, yanî îxanet û hevkarî be.

Yek ji yên herî dawî ku tevlî vê karwanê îxanetê bû, mîna ku pênaseya diyalektîka me ya jiyanê piştrast bike: "Eger hûn pişta xwe bidin kesên ku we ronî dikin, hûn ê di tarîtiya xwe de bifetisin"; MUSTAFA HASKIRI yê ku demeke dirêj li gelek herêmên Kurdistan û Tirkiyeyê xebatên sîxuriyê kir û herî dawî jî di girtîgeha Yozgatê de ma. Lêpirsîna ku tevgera me li dijî vê kesî pêk anî, bi dawî bû û derket holê ku dewleta Tirk a faşîst mêtinger di pêvajoyên ku erk û çalakiyên xwe dimeşîne, ji aliyê YEKÎNEYÊN ÎSTÎXBATARTÊ YA CENDIRMEYAN ve hatiye wezîfedarkirin û ji bo vê yekîneyê dixebitî. Ew pêkanînên sîxur/xiyanetê ku ev hêmana ku ji bo jiyana ferdî xistin zindana Yozgatê, em vê pratîka xiyanetê rûreş dikin. Em pêkhateyên ku bi sîxurên bi vî rengî re hevkariyê dikin jî bi awayekî cidî hişyar dikin û bang li wan dikin ku destên xwe yên qirêj ji nirxên ku gelê me bikişînin, ji vê gola îxanetê derkevin û ji van sûcên xwe yên li hemberî gelê Kurd vegerin. Erk û berpirsyariya me ye ku em hemû gelê xwe û raya giştî ya demokratîk bi taybet hevrêyên xwe yên li girtîgehan agahdar bikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.