Têkoşîna şehîdan biser dixin
Çarşem 17 Nîsan 2024 - 00:13
Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê Cejna Çarşema Serê Nîsanê (Çarşema Sor) pîroz kir û xwest, cejn bibe wesîleya xurtkirina avakirina Şengal a Xweser a Demokratîk û wiha got:"Weke berê îsal jî civaka Êzîdî Cejna Çarşema Sor di bin êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk de pêşwazî dike. Gelê Êzidî yê ku bi gavên xurt paşeroja xwe ya azad bi xwedîderketina li nirxên xwe yên çandî, ziman û baweriya xwe ava kir, hê jî di bin gefa dewleta Tirk a qirker, mêtinger û hevkarên wî PDK'ê de ye. Gelê me yê Êzîdî ku bi biryar e nirxên xwe yên çandî yên kevnar biparêze û berfireh bike, li dijî êrîşên dijmin bi îradeyeke mezin li ber xwe da. Nîşan da ku bi van êrîşên dijmin civaka Êzîdî nayê tinekirin. Di vê wateyê de Cejna Çarşema Sor ku li gelê me yê Êzidî pîroz dikin, her sal bi ruh û hestê cejna berxwedanê ya hebûn û azadiyê tê pîrozkirin, watedartir dibe. Êzidiyên ku bi hişmendî, îrade û têkoşîna xwe pir nêzî bidestxistina mafên xwe yên Xweseriya Demokratîk bûne, ji bo paşeroja xwe li ser xaka xwe ya qedîm ava bikin, bi biryar û baweriyeke mezin têdikoşin. Weke Tevgera Azadiya Kurdistanê ji bo gel û baweriyên li Kurdistan û herêmê dijîn, bi zîhniyeta neteweya demokratîk û azad jiyana bihevre bidomînin, zêdetirî 50 sal in em têdikoşin. Di vê têkoşîna bi rûmet de xort û keçên hêja yên gelê me yê Êzîdî cih girtin. Di vî warî de gelê me yê Êzîdî bi nasnameya xwe ya baweriyê, bi hişmendiyeke kûr û bi biryardariyeke pir watedar bi têkoşînê re ye. Em careke din diyar dikin ku em ê li gorî perwerdeyên Rêber Apo, bi piştevaniya dozên mafdar ên gelê Êzîdî û gelên herêmê yên ku ji aliyê hevrêyên me yên şehîd ve hatine emanetkirin, bibin yek. Em di wê baweriyê de ne ku rûspiyên Êzîdiyan wê rola xwe di xurtkirina yekîtiyê de bilîzin û li dijî êrîşên qirkirinê û şerê taybet ên qirêj têkoşînê bimeşînin. Em cejnên wan jî pîroz dikin. Bi taybetî fermandar û şervanên wêrek ên civaka Êzidî di şexsê Hacer, Binevş, Xane, Berîvan, Mam Zekî, Mam Beşîr, Saît Hesen, Dijwar (Mervan Feqir), Zerdeşt Şengalî ku di têkoşîna azadî, xweserî û statuya Êzidiyan de şehîd bûn bi minetdarî û rêzdarî bi bîr tînin. Careke din soza xwe nû dikin ku têkoşîna azadiyê ya gelên ku canê xwe feda kirine bi ser bixin."
BEHDÎNAN