Armanc misogerkirina azadiyê ye

Pêncşem 4 Nîsan 2024 - 03:45

  • KCK: Em 4’ê Nîsanê di serî de li jin û ciwanan, li tevahiya gelê Kurd ê welatparêz û dostan pîroz dikin. Hevrê Mahsûm Karaoglan û Mustafa Dag ku bûn sembola dilsoziya bi Rêber APO re bi hurmet û minetdarî bibîr tînin.

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê bi wesîleya 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek weşand û got:"4'ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo ye ku wê bibe 75 salî. Di serî de li jin û ciwanan, li tevahiya gelê Kurd ê welatparêz û dostan pîroz be. Em hevrê Mahsûm Karaoglan û Mûstafa Dag bi hurmet û mineteke mezin bi bîr tînin ku bûn şehîdê 4'ê Nîsanê, bûn sembola dilsoziya bi welatparêzî ya bi Rêber Apo re, du ewladên leheng ên Kurdan bû." Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:"Gelê me salên dûr û dirêj e 4'ê Nîsanê bi coş û kêfxweşiyeke mezin pîroz dike. Ji ber ku 4'ê Nîsanê rojbûna Rêbertî ye, ji bo gel û jinên Kurd xwedî wateyeke kûr e. 4'ê Nîsanê ew roj e ku gelê Kurd ji zivistana serma û seqemê xwe gihand Rojê. Mîna avdana xaka ziwabûyî ye. Ji bo gelê Kukrd mizgîniya jinûve vejînê ye. Mizgîniya jinûve bidestxistina hebûna xwe ye, ku li ber tinebûnê bû. Mizgîniya jiyaneke azad e.

Rêber APO rêya jinên Kurd ronî dike

Tezên Azadiya Jinê ya Rêber Apo di sedsala 21'ê de rêya jinên Kurd hîn bêhtir ronî dike. Jinên Kurd ên bi Tezên Azadiyê yên wî bi rê ketine, bi têkoşîna xwe li Kurdistanê û Rojhilata Navîn pêşketinên gelekî cidî diafirînin. Asta îradeyî ya bilind a ku jinên Kurd ji aliyê siyasî, leşkerî û civakî ve afirandine, li hemû parçeyên Kurdistanê hem li nava jinên Kurd hem jî li nava jinên ji gelên cîran hişyarî û hişmendiyeke cidî bi xwe re tîne. Ev yek êdî dibe pêşketinek ku pêşî nikare lê bê girtin. Hêza ti dewletê têrê nake ku vê hişyarbûn û hişmendiyê, îradeya azadiya jinê bitepisîne. Em vê yekê herî zêde di sekna berxwedêr û bi biryar ên jinên Kurd de dibînin ku li dijî polîtîkayên dijminatiya li jinê ya rejîma faşîst a AKP-MHP'ê ya mêtinger qirker a li Tirkiyeyê tê nîşandan. Her wiha di şerê dijî çeteyên DAÎŞ'ê yên dijminê mirovahiyê de em vê yekê di berxwedana jinên Rojavayî de dibînin. Bi heman rengî di serhildanên jinê yên li Rojhilat de me ev yek dît ku bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' deng veda. Lewma berxwedana jinên Kurd bi saya hişmendî û hêza Rêber Apo, bû sîleyeke xurt ku li rûyê tecawizkariya sîstema kapîtalîst ket.

Newroza Rêbertiyê ya îsal

Gelê me Newroza îsal weke Newroza Rêbertî pîroz kir. Coş û helwesta xwe ya bi biryar a di vê mijarê de li qadên Newrozê nîşan da, daxwaza ji bo azadiya Rêber Apo bi dengekî bilind berz kir. Bi rengekî şênber eşkere kir ku weke gelê Kurd armanca herî mezin misogerkirina azadiya Rêber Apo ye, ku ev yek daxwazeke ku nema tê taloqkirin. Gelê me ev helwest û biryardariya xwe ya di Newrozê de nîşan da, di hilbijartinên xwecihî yên dawî de veguehrand îradeyeke mezin a siyasî; bi vî rengî rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst a mêtinger-qirker-qeyûm şaş  kir. Em gelê xwe hem ji ber helwesta xwe ya azadîparêz a di Newrozê de hem jî ji ber serketina xwe ya di hilbijartinên xwecihî de pîroz dikin. Ev sekna siyasî ya bi îrade, bi biryar û bi coş a gelê me ku li qadên Newrozê û li dengdana hilbijartinên xwecihî nîşan da, di sala 2024'an de wê veguhere asteke bilind a çalakiyan û hêzeke xurt a rêxistiniyê. Em ê jî weke tevger, armanca rakirina tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bikin esasê têkoşîna xwe û bi vê perspektîfê bixebitin. Li ser vê bingehê em bang li jin û ciwanan, tevahiya gelê xwe yê welaparêz û dostên hêja dikin ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo û misogerkirina azadiya fîzîkî têkoşînê hîn mezin bikin, rêxistiniyê hîn xurt bikin, çalakiyên hîn bi bandor pêk bînin. Em bang li her kesî dikin ku di 4'ê Nîsanê de li her devera ku lê ne daran biçînin û derdorê şîn bikin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.