Divê vîna gelê Kurd were dîtin

Çarşem 3 Nîsan 2024 - 02:45

  • KCK’ê destnîşan kir ku gelê Kurd di hilbijartinan de li dijî tecrîda Îmraliyê, rejîma qeyûm, siyaseta înkar û qirkirinê ya desthilatdariya AKP-MHP’ê helwesteke zelal raber kiriye û got: “Divê ev helwesta gelê Kurd bê dîtin, berçav bê girtin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî encamên hilbijartinên 31’ê Adarê yên li Tirkiye û Kurdistanê, daxuyaniyeke nivîskî da. KCK’ê gelê Kurdistanê yê ku di hilbijartinên xwecihî de serketinên dîrokî bi dest xist, pîroz kir û destnîşan kir ku divê her kes helwesta gelê Kurd, rolê wê û serketina wê ya dîrokî bibîne û rast fêm bike.

KCK’ê têkilî encamên hilbijartina xwecih a 31’ê Adarê di daxuyaniyê de got,’’Ev serketina ku gelê Bakurê Kurdistanê bi dest xistî hemû parçeyên Kurdistanê kêfxweş kiriye, hemû gelê Kurdistanê bi vê serketinê serbilind e. ‘’

Bersiva li dijî tecrîdê ye

KCK’ê diyar kir encamên hilbijartinê bersiva herî xurt dijî tecrîd û faşîzmê ye: ‘’Di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de gelê me li dijî tecrîda li ser Rêber Apo, rejîma qeyûm a ku îradeya gelê Kurd desteser kirî, siyaseta înkar û qirkirinê ya desthilatdariya AKP-MHP’ê helwesteke vekirî û zelal raber kiriye. Îradeya mezin a di Newrozê de di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de jî hate nîşandan, gelê Kurd got ku ji tecrîd û faşîzmê re cih nîne û bersiva herî xurt da.’’

Encam ji yên fermî zêdetir e

Bi berdewamî di daxuyaniyê de zext û zordarî, dek û dolabên AKP-MHP’ê yên di pêvajoya hilbijartinê û di roja hilbijartinê de hate bibîrxistin û hate gotin,’’ Serketina dîrokî ya li Kurdistanê tevî van zextan hemûyan jî pêk hatiye. Ev yek jî bi rengekî vekirî nîşan dide ku encamên gelê Kurd bi dest xistine ji encamên ku di daxuyaniyên fermî de hatine nîşandan zêdetir e. AKP-MHP’ê ya faşîst ku dijminê Kurdan e, li ti bajar, bajarok û gundekî Kurdan cihekî xwe nîne. Li Kurdistanê bi taybetî navend û navçeyên Şirnexê, navçeyên Colemêrg Qers, Bedlîs û Çewlikê, hemû cihên ku bi navê AKP-MHP'ê hatine nivîsandin cihên ku hatine xespkirine. Gelê Kurd wê vê rewşê teqez qebûl neke û li dijî xespkirinê derkeve.

Şerê li dijî Kurdan qebûl nekin

KCK’ê herî dawî bi bîr xist ku AKP-MHP xwe ji bo şerê dijî Kurd hazir dike, bang li rewşenbîr, nivîskar, hunermend û siyasetmedarên Tirkiyê kir ku vê qebûl nekin, her wiha bang li dewletên herêmê kir nebin piştgirê dewleta Tirk : ‘’Desthilatdariya AKP-MHP’ê di nava hewl û amadekariyên girantirkirina şerê li dijî Kurdan e. Ev yek wê rewşa Tirkiyeyê ya xirab, xirabtir bike. Divê rewşenbîr, nivîskar, hunermend û siyasetmedarên Tirkiyeyê vê yekê bibînin û qebûl nekin. Pêdiviya Tirkiyeyê bi kûrtirkirina şerê li dijî Kurdan nîne. Pêdivî bi demokratîkbûna Tirkiyeyê, çareseriya siyasî ya demokratîk a pirsgirêka Kurd heye. Gelê Kurd hem di Newrozê de hem jî di hilbijartinan de bi awayekî eşkere helwesta xwe nîşan da û da diyarkirin ku divê di zûtirîn demê de tecrîda li ser Rêber Apo were bidawîkirin, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were mîsogerkirin û di çareseriya pirsgirêka Kurd de Rêber Apo were mixatabgirtin. Divê her kes vê helwest û vîna gelê Kurd bibîne. Banga me ji dewletên herêmê û hêzên navneteweyî re ev e; bila tu kes piştgiriya planên AKP-MHP'ê yên ku qirkirina Kurdan kûrtir dike û di navbera gelan de şer û pevçûnan derdixe, neke. Divê her kes îradeya gelê Kurd bibîne û li gorî wê tevbigere.’’

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.