Bajarên pirzimanî yên cîhanê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 25 Adar 2024 - 00:35

Ji aliyê pîvana parastina ziman ve bajarê herî zêde xwedî cihêrengîya zimanî Toronto ye. Her yek ji koma axêverên ziman ên ji vî bajarî zêdetirî % 1ê nifûsê pêk tînin.

Bajarên Ewrûpa û bakurê Emerîkayê her ku diçe zêdetir dibin bajarên pirzimanî. Axêverên zimanên ji parzemînên din ên cîhanê koçî van bajaran dikin û li wir kom dibin.

Toronto, New York, London, Parîs û çend bajarên din, ji aliyê pirzimanîyê ve li cîhanê li pêş in. Li cîhanê gelek kes bi şaşî texmîn dikin, bajarê herî zêde xwedî cihêrengîya zimanî New York e.

Ji 7000 zimanên cîhanê 700 ji wan li New Yorkê tê axaftin. Lê belê piraniya van zimanan ji aliyê komên piçûk ve tên axaftin û nikarin civakeka ji aliyê zimanî ve di ewlehîyê de ava bikin. Ji aliyê pîvana parastina ziman ve bajarê herî zêde xwedî cihêrengîya zimanî Toronto ye. Her yek ji koma axêverên ziman ên ji vî bajarî zêdetirî % 1ê nifûsê pêk tînin. Loma jî zimanên li vî bajarî tên axaftin dikarin li hemberê asîmîlasyonê hebûna xwe bidomînin.

17 zimanên li Torontoyê ji aliyê zêdetirî ji % 1ê nifûsê ve tên axaftin.

Li gorî nifûsa 2021an, nav û rêjeya axaftinê yên zimanên ku Torontoyê dike bajarê yekemîn ê pirzimanî ev in:

Ingilîzî (50.2%), fransî (7.3%), mandarînî (4.1%), kantonî (3.7%), tagalogî (3.0%), îspanyolî (2.8%), portûgalî (2.2%), tamîlî (1.9%), îtalyanî  (1.8%), farisî (1.2%), ûrdû (1.2%), rûsî (1.2%), erebî (1.2%), koreyî (1.2%), bengalî (1.1%), vîetnamî (1.0%) û gûcaratî (1.0%).

ÎNFOWELAT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.