Kanton xwe ji hilbijartinê re hazir dikin

Pêncşem 18 Nîsan 2024 - 00:54

Bi çarçoveya hilbijartinên şaredariyan ku dê 30’ê Gulanê werin pêkanîn, li 7 kantonan lijneyên hilbijartinê tên avakirin. Piştî qebûlkirina Qanûna Dabeşkirina Îdarî wê nexşerêya hilbijartinê bê eşkerekirin.

Li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê wê 30’ê Gulanê (2024) hilbijartinên şaredariyan bên lidarxistin. Di hilbijartinên ku piştî îlankirian rêveberiya xweser wê cara yekem pêk werin de, wê hevserokên şaredariyan û endamên meclîsên şaredariyan bên hilbijartin.

Piştî diyarkirina dîroka hilbijartinê, amadekarî jî dest pê kirine. Bi vê çarçoveyê li 7 kantonên herêmê (Şehba-Efrîn, Minbic, Firat, Tebqa, Reqa, Dêrazor, Cizîr) dest bi avakirina lijneyên hilbijartinê hatiye kirin.

Li gorî agahiyên ku Komîseriya Bilind a Hilbijartinê komîserî û Meclisa Gelan a Demokratîk bi hev re xebatên avakirina lijneyan dikin.

Lijneyên tên avakirin wê ji aliyê Komîseriyê ve di perwerdeyê re werin derbaskirin û piştre dest bi kare xwe bikin.

Yek ji amadekariyên din ên hilbijartinê jî diyarkirina hejmara şaredariyan e. Di rewşa niha de li Herêma Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê 121 şaredarî hene. Lê li gorî madeya diyarkirina şaredariyan a Yasaya Hilbijartinê wê şaredariyan ji nû ve binirxîne. Ji bo vê yekê reşnivîsa Qanûna Dabeşkirina Îdarî hatiye amadekirin.

Piştî ku qanûn ji aliyê Meclisa Gelan ve hate qebûlkirin, wê hejmara şaredariyan jî ji nûve bê diyarkirin. Li gorî agahiyên komîseriyê îhîtîmal heye ku hejmara şaredariyan bê zêdekirin. Li gorî yasaya hilbijartinê her wargehek ku hejmara şêniyên wê bigihîje 10 hezarî, wê bibe şaredarî.

Li pey qebûlkirina qanûnê ku çav li rê ye di demeke kurt de were derxistin, wê Komîseriya Bilind a Hilbijartinê jî, nexşerêya (teqwîm) hilbijartinan eşkere bike û serlêdanên bigire.

ANHA/REQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.