Berxwedana Wanê şoreş e

În 5 Nîsan 2024 - 02:35

  • KCK: Berxwedana xelkê Wanê şoreşek e. Bi şêweyê nû yê serhildanê ku bi temamî bi hişmendî, vîn û dînamîkên xwe yên siyasî pêş xist, di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê dest bi merhaleyek nû kir.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê têkildarî hewldana desteserkirina vînê ya li Wanê daxuyaniyek nivîskî da û wiha got:"Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê yê têkçûna xwe qebûl nekir, hewl da vîna gelê Wanê desteser bike. Ev hewldan di encama berxwedanê de hatiye astengkirin û vala derxistin. Berxwedan û serketina dîrokî ya li Wanê pêk hat, di encama hevgirtin û keda hemû gelên Tirkiyeyê de bû. Em vê berxwedana mezin, watedar û dîrokî ya gelan pîroz dikin û silav dikin. Li gelek deverên Tirkiyeyê bi taybetî li bajarên Kurdan ji bo piştgiriya gelê Wanê çalakî hatine lidar xistin û li dijî desteserkirina vênê ya ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP'ê hemû gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê helwesteke gelekî watedar nîşan dan. Ev helwesta watedar a gelan û hêzên demokrasiyê ya li dijî desteserkirina vînê, gelan nêzî hev kiriye, hesta jiyana hevpar û zemîna têkoşînê xurt kiriye. Serketina li Wanê serketineke rasteqîn a demokrasiyê ye. Li dijî hewldanên desthilatdariya AKP-MHP'ê yên ji bo sazîkirina faşîzmê, sekna demokratîk a ji aliyê gelan ve hatiye pêşxistin e. Rê li ber demokratîkbûna Tirkiyeyê vekir."

Wanê îradeya Tirkiyê rizgar kir

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin:"Bi awayeke eşkere derket holê ku polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP'ê yên li ser bingeha dijminatiya li Kurdan Tirkiyeyê çawa xistiye nava qeyran û ber bi kerasetê ve biriye. Desthilatdariya AKP-MHP'ê ne tenê zilmê li gelê Kurd dike, di heman demê de nebaşiyê li tevahiya Tirkiyeyê û gelên Tirkiyeyê dike. Ked, xwêdan, çavkanî û nirxên Tirkiyeyê îstîsmar dike, civakê bi zextên faşîst diçewisîne û ber bi birçîbûn û xizanî ve dikişîne. Bi awayekî eşkere her roj gefê li Kurdan dixwe, civakê parçe dike, hewl dide her kesî bike dijminê gelê Kurd û gelan bike dijminê hev. Li hemberî daxwaza herî biçûk a demokratîk jî tehemul nake, di bin navê têkoşîna li dijî Kurdan de Tirkiyeyê ji demokrasî û azadiyê bêpar dihêle û siberoja Tirkiyeyê didize. Gelê Kurd li dijî înkar, nîjatperestî û faşîzmê têkoşîna azadî û demokrasiyê dide. Çareseriya pirsgirêkên xwe di demokratîkbûyîna Tirkiyeyê de dibîne û ji bo vê têdikoşe. Li Wanê ne tenê vîna gelê Wanê, îradeya tevahiya Tirkiyeyê rizgar bû. Ev pêşketineke gelekî girîng û kêfxweş dike. Desthilatdariya AKP-MHP'ê nekarî vê têkçûna dîrokî qebûl bike, bi komployên nû re hewl da vîna gelan desteser bike. Desthilatdariya AKP-MHP'ê plan kir ku vîna gelê Wanê desteser bike û li hemû Kurdistan û Tirkiyeyê dest dîne ser vîna gel. Eger li Wanê bi ser bixista, wê gav bi gav li Kurdistan û Tirkiyeyê pêk bianiya. Lê belê ev hesabê faşîzmê bi ser neket û hevgirtin û berxwedana gelan ev hesab vala derxist.

Şêwazê nû yê serhildanê ye

Bê guman gelê Wanê di navenda vê berxwedanê de cih girt. Gelê Wanê berxwedaneke bê hempa raber kir û derbeke mezin li faşîzmê xist. Berxwedana gelê Wanê ku di 2'ê Nîsanê de dest pê kir û di 3'ê Nîsanê de bi serketinê bi encam bû, şoreşek e. Gelê Wanê, bi şêweyê nû yê serhildanê ku bi temamî bi hişmendî, vîn û dînamîkên xwe yên siyasî pêş xistiye, di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê dest bi merhaleyek nû kiriye. Em vê berxwedan û şoreşa bê hempa ya gelê Wanê pîroz dikin û silav û rêzên xwe diyar dikin.  Pêwîste hîn bêhtir li ser serketina di 3'ê Nîsanê de hat bidestxistin bisekinin û encamê jê derxînin. Pêvajoya ku em tê re derbas dibin, ferz dike ku hêzên demokrasiyê yekîtiya xwe zêdetir pêş bixin. Bi temamî têkbirina zîhniyeta faşîst a nîjadperest, paşverû, diz, talanker û pêşxistina demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ancax bi hîn bêhtir xurtkirina têkoşîna hevpar û hevgirtinê dikare pêk were. Li Wanê rêya vê hat vekirin û gavên destpêkê hatin avêtin. Ya ku divê were kirin, mezinkirina wê ye."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.