Dema Azadiya Ocalan e

Pêncşem 18 Nîsan 2024 - 00:46

MEHMET GULEŞ / MA / ERDEXAN 

Parêzer Yaşar Kaya diyar kir dema azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan hatiye û got,’’Me parêzeran ji bo bi muwekîlê xwe re hev bibînin, serî li Wezareta Dadê da. Em ê di demeke nêzîk de pêvajoyek serlêdanê ya pir berfirehtir bidin destpêkirin." 

Li Girtîgeha Îmraliyê tecrîda “mutleq” didome. Ligel vê, ji bo azadiya fizîkî ya Rêber  Abdullah Ocalan ku 37 meh in agahî jê nayê girtin, li Kurdistan, Tirkiye û gelek welatên Ewropayê çalakî jî tên lidarxistin. 

Endamê Baroya Erdexanê Parêzer Yaşar Kaya, têkildarî tecrîda li Îmraliyê axivî û rola Abdullah Ocalan a di qada navneteweyî de nirxand.

Kaya anî ziman dewleta Tirk bi pergala tecrîdê re hewl dide encamekê bi dest bixe, diyar kir ku encama ku hatiye xwestin bi dest neketiye û got,"Birêz Ocalan di wê hucreya wekî tabûtê de, li gel şert û mercên zehmet jî ji bo gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn bi kedeke mezin fikiran pêş dixe." 

AKP’ê nijadperestî danî holê 

Kaya Pêvajoya Çareseriyê ku ji alî Ocalan ve hatibû destpêkirin bi bîr xist, destnîşan kir, di wê pêvajoyê de pirsgirêka maf û azadiyan a li Tirkiyeyê kêm be jî hinekî ji holê rabye, lê piştî ku pêvajo bi dawî bû, AKP bi MHP’ê re li hev kir û nêzîkatiyeke nijadperestî kir danî holê. 

Hêvî ji vê pergalê nabe

Kaya bi domdarî got,’’ Mirov nikare tu hêviyê ji vê pergalê bike. Ji ber ku ev sîstem ne li gor biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û ne jî li gorî qanûnên xwe tevdigere. Ev qirkirin û kuştina demokrasiyê ye. Ji bo domandina vê rejîma hov bi salan zext tê kirin, lê êdî ev pêvajo ber bi dawiyê ve diçe. Ev sîstem bêyî çareseriya pirsgirêka kurd nikare bi ser bikeve. Sedema bingehîn a xitimandin û têkçûna vê sîstemê neçareserkirina pirsgirêka Kurd e."

Helwesta li Ocalan ya li Kurdan e

Kaya diyar kir ku nêzîkatiya li Abdullah Ocalan nêzîkatiya li gelê Kurd û hemû gelên vî welatî ye û got,’’Divê em li rewşa birêz Ocalan binêrin. Bi biryara gladyoya navneteweyî birêz Ocalan radestî Tirkiyeyê hat kirin. Hevsengiyên wê demê ne wekî hevsengên piştî 25 salan e.’’

Divê Tirkiyê ji KE’yê were derxistin

Kaya bi domdarî got,’’Tirkiye endama Konseya Ewropayê (KE) ye, lê der barê muwekîlên me û girtiyên din de biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) esas nagire. Ji ber vê rewşê divê Tirkiye ji Konseya Ewropayê bê derxistin, lê ji ber berjewendiyên xwe standardên dualî bi kar tînin. Niha li Rojhilata Navîn şerê sêyemîn ê cîhanê heye. Eger Tirkiye pirsgirêka xwe ya bi Kurdan re çareser neke, wê di vî şerê payêkirinê de 100 salên din jî winda bike. Rizgariya gelên Tirkiyeyê, bi taybetî jî gelê Kurd paradîgmaya birêz Ocalan e."

Em ê serlêdanên berfireh bikin

Kaya diyar kir ku êdî dema azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan e û wiha berdewam kir: “Di pêvajoya aştiyê de yekane kesê jidil bû û helwestek ji dil nîşan da birêz Abdullah Ocalan bû. Ji ber ku birêz Ocalan ne rojane, dûr û dirêj difikire. Eger Tirkiye modela birêz Ocalan bişopîne û pirsgirêka Kurd çareser bike, wê li Rojhilata Navîn bibe hêzeke herêmî, lê eger vê neke, wê ji hêza xwe ya niha gelekî paşde biçe. Ji ber vê yekê, hemû gel wê mexdûr bibin. Ji bo rê li ber vê yekê vebe û azadiya fizîkî bê misogerkirin, me wekî parêzer berê serî li Wezareta Dadê dabû ku em bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin. Em ê di demeke nêz de pêvajoyek serîlêdanê ya pir berfirehtir bidin destpêkirin. Em vê înîsiyatîfê ji bo protestokirina pêkanînên dijmirovahî yên li ser muwekîlê me tên kirin, dimeşînin. Divê civak jî di vî warî de erka xwe bi cih bîne.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.