Saziyên Hiqûqê divê karîger bin

Pêncşem 18 Nîsan 2024 - 00:39

  • Nûnerên saziyên hiqûqê yên Rihayê bang li saziyên hiqûqê kirin ku ji bo daxwaza girtiyên berxwedêr bi cih  were çalakiyên karîger bikin û diyar kirin tecrîda li ser Ocalan her kesî eleqedar dike. 

MAHMUT ALTINTAŞ / MA / RIHA

Bi çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsa Kurd re çareserî" çalakî berdewam dikin. Çalakiya gireva birçîbûne ku girtiyên siyasî bi çarçoveya kampanyayê de li girtîgehên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê di 27'ê Mijdara 2023'yan de dabûn destpêkirin di 4'ê Nîsanê de derbasî qonaxeke nû bû. Girtiyan di vê qonaxê de biryar girtin ku dadgehan boykot bikin û bi malbatên xwe re telefonê neaxivin û dernekevin hevdîtinên bi malbatan re. 

Endam û rêveberên saziyên hiqûqê yên Rihayê ji bo daxwazên girtiyan bi cih werin bang li baro, rêxistinên mafên mirovan û saziyên sivîl ên civakî kirin ku bikevin nava liv û tevgerê û ji bo bidawîkirina vê tecrîdê û daxwazên girtiyan bi cih werin çalakiyên cûr bi cûr li dar bixînin. 

Girtî ji bo mafê rewa têdikoşin  

Serokê Navenda Mafên Mirovan a Baroya Rihayê Ahmet Taş anî zimên daxwazên girtiyan hiqûqî ne û got,’’Hevdîtina bi malbat û parêzerên Abdullah Ocalan re mafekî bingehîn e û astengkirina vî mafî ne rewa ye. Girtî ji bo vî mafê bingehîn ê ku dewletê pêk neaniye bi cih bînin, neçar bûn ku çalakiyeke bi vî rengî bidin destpêkirin. Bi van çalakiyan girtî hewl didin dewletê bînin ser xeta hiqûqê.”

Em ê dawî li bêhiqûqiyê bînin  

Taş, destnîşan kir ku bi tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan rêgezên hiqûqî yên peymanên navneteweyî tên binpêkirin û got,’’ Heya ku pêşî li vê bêhiqûqiyê neyê girtin Wê rê li ber bêhiqûqiyên din jî bê vekirin. Ji bo ev bêhiqûqî bi dawî bibe divê baro, rêxistinên mafên mirovan û saziyên sivîl ên civakî bikevin nava liv û tevgerê û ji bo bidawîkirina vê tecrîdê û daxwazên girtiyan bi cih werin çalakiyên cûr bi cûr li dar bixînin.’’

Girtî dewletê hişyar dikin

Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê Mûstafa Vefa anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan li cîhanê tuneyê û got ku bi tecrîde re Tirkiye hiqûqa xwe binpê dike û got,’’ Li Girava Îmraliyê li dijî Abdullah Ocalan tecrîdeke giran berdewam dike. Lewma li hemberî vê tecrîdê reflekseke civakî derdikeve holê. Ji ber ku muxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd Abdullah Ocalan e, girtiyan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û rakirina tecrîda li her qadê belav bûye, neçar man çalakiyek bi vî rengî bidin destpêkirin. Ev rêbaz demokratîk û rewa ye. Daxwazên qanûnî ne. Bi van çalakiyan re girtî dewletê hişyar dikin ku qanûnê bi cih bîne.”

Rêxistinên hiqûqî divê karîger bin

Vefa bi domdarî got,’’Divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin, tecrîd bi dawî bibe û pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin. Tecrîda li ser girtîgeha Îmraliyê ne tenê Kurdan, her kesî eleqedar dike.’’ Vefa her wiha got divê rêxistinên hiqûqî li dijî tecrîdê demildest çalakiyên bi bandor bikin.

Daxwaza girtîyan ya her kesî ye 

Rêvebera Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) Ayşe Şehrîban Demîrel jî got,’’ Niha li hemû girtîgehan tecrîd tê meşandin. Ji bo ev çalakî bi dawî bibin divê dewlet van daxwazên qanûnî pêk bîne. Ev daxwaz ne tenê berpirsyariya girtiyan e, pirsgirêka hemû raya giştî ye. Divê raya giştî ya demokratîk li hemberî van daxwazan bi hestiyar tevbigerê û piştgiriya girtiyan bike. Li hemberî vê divê rêxistinên hiqûqî, raya giştî ya demokratîk û rêxistinên sivîl bertek nîşan bidin ku ev bê hiqûqî bi dawî bibe, tecrîd be rakirin û daxwazên girtiyan bên qebûl kirin. Ev bêhiqûqî pirsgirêka me hemûyan e.”

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.