‘Pirsgirêka Kurd bi hemû aliyî xwe ferz dike’
Pêncşem 7 Mijdar 2024 - 17:30
- Êdî pirsgirêka Kurd bi hemû aliyî xwe ferz dike. Çareserî xwe ferz dike. Li Tirkiyeyê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd êdî xwe ferz dike. Eger CHP dibêje pirsgirêka Kurd heye wê demê dê bernameyekî deyne holê. Wê têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd, nexşerêyekî derxîne holê. Wê bêje ez ê vê pirsgirêka wiha çareser bikim.
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat diyar kir ku divê bi ji dil nêzîkatiyeke ji bo pirsgirêka Kurd bê nişandan û wiha got:” Êdî pirsgirêka Kurd bi hemû aliyî xwe ferz dike. Çareserî xwe ferz dike. Li Tirkiyeyê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd êdî xwe ferz dike. Eger CHP dibêje pirsgirêka Kurd heye wê demê dê bernameyekî deyne holê. Wê têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd, nexşerêyekî derxîne holê. Wê bêje ez ê vê pirsgirêka wiha çareser bikim.
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat di bernameyeke taybet a televîzyona Medya Haberê de mijarên di rojevê de ne nirxand û bal kişand ser xalên girîng.
‘Derdê vê desthilatdariyê ne çareserî ye’
Yanî pirsgirêk dewlet bi xwe ye. Dewleta Tirk li pey lîstikan e. Bi dek û dolaban hewl dide Kurdan bixapîne, di vê pêvajoya zehmet de bi zerareke kêm xwe rizgar bike. Hesabê vê desthilatdariyê ev e. Derdê vê desthilatdariyê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd nîne, derdê wê demokratîkbûna Tirkiyeyê nîne. Derdê wê jiyana bi hev re ya gelan nîne. Bi vê re eleqedar nabe. Derdê wê ev nîne. Derdê wê desthilatdariya wê ye. Dixwaze desthilatdariya xwe li ser piyan bihêle. Derdê wê dewamiya desthilatdariyê ye.
‘Berxwedana civakî divê li her derê be’
Di vir de hêza xurt a pêngava azadiyê ya navneteweyî diyarker e. Teqez bi vî rengî ye. Bandora mezin a berxwedana gelê me heye. Bandoreke gelekî mezin a berxwedana gerîla heye. Bandoreke gelekî mezin a tevgera jinê, berxwedana jinan, berxwedana ciwanan heye. Ev berxwedan, ev têkoşîn hemû, asta azadiyê ya pêngavê rewşeke bi vî rengî afirand. Divê em vê yekê bibîne. Ji ber vê jî pêngava azadiyê ya navneteweyî divê hîn bi xurtî dewam bike. Berxwedana civakî divê li her derê bê kirin û bi rengekî mezin dewam bike.
Polîtîkaya înkar û îmhayê
Rewşeke trajîkomîk heye. Weke ku qalê tê kirin, pêvajoyeke çareseriyê nîne. Ev dewlet jî xwedî îradeyeke çareseriyê nîne. Di mejiyê xwe de guhertinek nîne. Di polîtîkaya înkar û îmhayê ya sed salî de guhertinek nîne. Berevajî guhertinê, di rewşa heyî de, mejiyê heyî yê dewletê, AKP ku vê dewletê temsîl dike, desthilatdariya AKP-MHP'ê ya ku rêveber e, hemû derfetên xwe seferber dike û dixwaze polîtîkaya qirkirina Kurdan a sed salî bibe encamê, temam bike.
‘Hewl dide Kurdan bixapîne’
Her dewletek bi piştgiriya ji NATO, Emerîka û Îngilistanê hewl dide hegemonya xwe li ser herêmê ava bike. Lê belê niha rewş bi vî rengî ye. Projeya Rojhilata Navîn a Mezin ku bi piştgiriya Îsraîl, Emerîka, Îngilistan û dewletên Rojavayî bi pêşengiya Îsraîlê tê meşandin, konsepta li ser herêmê di rewşa heyî de ji gelek aliyan ve Tirkiyeyê li derve dihêle. Gelek peymanên enerjiyê hatin çêkirin, Tirkiye li derve ma. Ji Hindistanê heta bi Derya Spî û Ewropayê li gelek herêman peyman hatin çêkirin, Tirkiye li derve ma.
Tirkiye ji vê yekê gelekî bi fikar e. Di nava tirs û fikareke mezin de ye. Polîtîka û stratejiya heyî ya li herêmê tê meşandin, biçûkbûna netewe dewletên li herêmê jî bi xwe re tîne. Dewleta Tirk niha di nava panîk û tirsa vê yekê de ye. Ev gotin, divê li gorî van bûyeran bêne nirxandin. Pêwendiya xwe bi vê yekê re heye. Hewl dide Kurdan bixapîne, bê têkoşîn bihêle, bê bandor bike, muxalefeta li Tirkiyeyê bê bandor bihêle, bi vî rengî her kesî li kêleka xwe bi cih bike û ji tengaviyê bi zerareke kêm rizgar bibe. Hewl dide xwe rizgar bike. Dixwaze vê yekê jî bi şerê taybet, bi xapandinê, bi dek û dolaban bike. Lê belê nekarî vê bi demdirêjî bike. Çalakiya TUSAŞ'ê maskeya li ber rûyê wan yekser anî xwarê. Rûyê wan ê rast nîşan da. Nîşan da ku ev gotinên wan çiqasî sexte ye, di bin van gotinan de planeke mezin a qirkirinê heye, hewl dide vê planê bi rengekî giran bimeşîne. Çalakiya TUSAŞ'ê rûyê rast ê desthilatdariya AKP-MHP'ê raxist pêş çavan.
‘Wê hemû muxalefetê wiha biçewisînin’
Ev polîtîkaya qirkirinê tê meşandin. Niha Tirkiye bi rastî jî bi dîktatoriya faşîst tê birêvebirin. Muxalefetê nexwest vê yekê bibîne. Her cure bêhiqûqî, bêedaletî, zilm, zext û êşkenceya li hemberî Kurdan, normal hate dîtin. Her kesê çavê xwe girt. Ji nedîtî ve hat. Ji nebihîstî ve hat. Niha yek bi yek li hemûyan dixe. Dibêjin ku hingî tu bêdeng bî, wê dora te jî were. Bêdeng bûn, vêca niha dora wan hemûyan hatiye. Ev wê tenê bi Kurdistan û Esenyûrt’ê re sînordar nemîne. Ev wê belavî hemû Stenbol û Îzmîrê bibe. Yanî wê belavî her derê bibe. Kî dengekî muxalîf derxîne, wê qeyûm tayîn bike. Wê kesên ku rexne bikin, bigire. Jixwe qanûna sîxuriya bandor derxistin. Yê rexneyeke biçûk bike, deng derxîne, îtîraz bike wê bigirin. Wê bêjin, gefê li bekaya Tirkiyeyê dixwin. Wê bêjin pirsgirêka Tirkiyeyê ya bekayê heye. Wê hemû muxalefetê wiha biçewisînin.
‘Pirsgirêka Kurd bi hemû aliyî xwe ferz dike’
Êdî pirsgirêka Kurd bi hemû aliyî xwe ferz dike. Çareserî xwe ferz dike. Li Tirkiyeyê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd êdî xwe ferz dike. Eger CHP dibêje pirsgirêka Kurd heye wê demê dê bernameyekî deyne holê. Wê têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd, nexşerêyekî derxîne holê. Wê bêje ez ê vê pirsgirêka wiha çareser bikim. Wê plan, proje û nexşerêya vê deyne holê. Ev nexşe, ev projeya çareseriyê wê biçe Kurdistanê. Wê li her derê mîtîngan bike. Wê bi gelê Kurd re civînan bike. Wê biaxive, guhdar bike. Wê guhdarî daxwazên gelê Kurd bike. Wê nîqaş bike. Wê bi hemû rêxistinên civakî yên sivîl re nîqaş bike. Wê bi kedkar û karkeran re nîqaş bike. Wê bi hemû muxatabên gelê Kurd re nîqaş bike. Destpêkê wê Îmraliyê muxatab bigire. Wê Rêber Apo muxatab bigire. Bi redkirina muxatabtiya Rêber Apo, nab. Eger CHP têkildarî vê samîmî ye, wê demê divê bi wêrek be. Divê îrade nîşan bide. Divê gava pratîk bavêje. Eger samîmî be, wê li pişt vê gotinê be. Wê li dijî her cure zext û êrîşê, îradeya çareseriyeke xurt nîşan bide. Mesele dema ku li Esenyûrtê qeyûm hatî tayînkirin, eger berxwedaneke civakî ya pir xurt hatiba raberkirin niha CHP partiya yekemîn a Tirkiyeyê bû. NAVENDA NÛÇEYAN