Li Berlînê ji bo girtiyên siyasî çalakiya greva birçîbûnê

În 1 Mijdar 2024 - 16:00

  • Komîteya KJAR’ê ya Berlînê ji bo Werîşe Mûradî ku li Îranê cezayekî dirêj û cezayê îdamê lê hatiye birîn û girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê kir.

Li paytexta Elmanyayê Berlînê, Komîteya Berlînê ya Koma Jinên Azad ên Kurdistanê (KJAR), di şexsê endama KJAR’ê Werîşe Mûradî de ji bo ku balê bikişînin ser rewşa girtiyên siyasî, dengê wan bigihînin raya giştî ya navneteweyî û bi daxwaza dawîlêanîna cezayên darvekirinê, başkirina şert û mercên girtîgehan dest bi greva birçîbûnê ya du rojî kir.

Komîteya KJAR’ê ya Berlînê, bi rêya greva birçîbûnê peyama girîngiya têkoşîna hevpar a ji bo mafê jin, girtiyên siyasî û parazvanên mafên mirovan dan. ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.