- Li paytexta Meksika Meksiko Cityê ji aliyê rêxistina jinan a “Mujeres y la Sexta” ve ji bo bîranîna şehîdên “Mictlan Rebelde” mihrîcan hat lidarxistin. Mihrîcana ku muzîk, helbest, dîlan û axaftinên cuda tê de cih girt, bal kişandin ser têkoşîna gelên cuda jî.
Di bernameya ku serê sibê ji saet 10.00’an heta saet 19.00’an dewam kir, ji bo Kurdistan û Filistînê jî mase hat danîn. Di mihrîcana ku li Bellas Artesê ku yek ji meydanên herî naskirî yên Meksiko Cityê ye hat lidarxistin de, di çarçoveya pêngava azadiya Rêber Apo de tevahiya rojê pêşangeha wêneyan a bi navê “Fikir, Zikir, Çalakî” hate vekirin.
Pêşangeha wêneyan a ku li navendên herî qerebalix ên Meksîkayê hat pêşandan, ji kesên ku derbas dibûn eleqeyeke mezin nîşan dan. Li Kurdistan û Filistînê bi temaya hevgirtina bi gel re nîqaşên berxwedanê hatin lidarxistin. Di nîqaşan de ku Komîteya Piştevaniya Kurdistanê ya Meksîkayê amade bû, bi wesîleya salvegera Berxwedana Kobanê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê hatin şermezarkirin. Di çalakiyê de banga xwedîderketina li berxwedana Şoreşa Rojava, çareseriya pirsgirêka Kurd û azadiya Rêber Apo hate kirin.
Derbarê Mihrîcana Michtlan Rebelde de
Mihrîcana Michtlan Rebelde her sal bi minasebeta Roja Miriyan tê lidarxistin. Li gorî baweriya bi hezaran salan a gelê herêmê, tê bawerkirin ku her sal di 1 û 2'ê Mijdarê de ruhê miriyan tê cîhana zindiyan û mirovên li ser rûyê erdê ji bo ruhê miriyan pêşwazî bikin, bi çalakiyên çandî û hunerî, muzîkê, xwarinên taybet, kulîlkên rengîn û şahiyan vê rojê pîroz dikin. ANF/MEKSIKO CITY