‘Em li ser mîrata Nagîhan xebata xwe didomînin’
În 8 Mijdar 2024 - 19:00
- Nûçegîhana MA'yê Yeşîm Tukel a dema ku li Kadikoya Stenbolê çalakiya jinan a komkujiyên li ser jinan dişopand ji aliyê polîsan ve lêdan xwar wiha got:” Lê tevî van hemû êrîşan xebatkarên çapemeniya azad bi pênûs û kamerayên xwe karê rojnamegeriyê didomînin. Ji bo vegotina heqîqetê bedelek heye û me ev bedel da. Me gelek hevalên xwe yên rojnameger winda kirin. Lê Gurbetellî, Nagihan Akarsel, ŞîrînEbû Akile mîrateyek hiştin. Em bi israr li ser vê mîrateyê xebatên xwe didomînin.”
ROZA METÎNA / AMED
Nûçegîhana MA'yê Yeşîm Tukel a dema ku li Kadikoya Stenbolê çalakiya jinan a komkujiyên li ser jinan dişopand ji aliyê polîsan ve lêdan xwar û polîsan ew xistin xwarê. Yeşîm Tukel têkildarî girîngiya rola rojnamegeriyê, armanca êrişan û dewamiya têkoşîna kedkarên çapemeniya azad nirxandin kir.
‘Êriş didomin’
Yeşîm Tukel da zanîn êrişên li ser rojnamegeran didomin lê ew jî li berxwe didin û wiha got:"Êrişên li dijî kedkarên çapemeniya azad li her qadê didomin. Herî dawî bi talîmatên Wezareta Karên Hundir qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Êlih û Xelfetî ya Rihayê hatin kirin. Dema gel li dijî qeyûman li ber xwe da, li vir dîsa rojnamegerên li herêmê jî bi tundî û îşkenceya polîsan rû bi rû man. Her wiha yek ji rojnamegerên ku bi êrişê rû bi rû man Nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Yeşîm Tukel e. Îro hem li Tirkiye, hem li Kurdistanê û hem jî li Rojhilata Navîn şerekî berdewam dike heye. Polîtîka û pêkanînên kolonyal ên hikûmetê yên li hemberî Kurdistanê dewam dikin. Jinkujî gihiştiye asta qirkirinê. Zarok û ciwan ne ewle ne û bê paşeroj mane.”
Hebûna jinê encama têkoşînê
Yeşîm Tukel di heman demê de qala rola jinên rojnameger kir û wiha pê çû:”Dema ku em vê yekê dikin, em bi nasnameya xwe ya jintiyê vê dikin. Perspektîf û şêwaza serdestiya mêr di her aliyê jiyanê de xwe dide der. Em dikarin di warên xwe yên pîşeyî de, di çavkaniyên xwe de û dema ku nûçeyan dişopînin vê yekê carek din bibînin. Hebûna jinê weke rojnameger weke hemû qadên jiyanê encama têkoşînê bû. Jin afirînera heqîqet û berxwedanê ne. Ji bo vê jî yên ku vê rastî û berxwedanê dinivîsînin divê jin bin. Pêwîstiya me bi perspektîfa jinê heye, em jiyanê bi çavê jinê bibînin û weke jin hilberînin. Yên ku hem têkoşîna jinê hem jî desteserkirina mafan, tundî û zordariya li ser jinê herî baş dibînin û nîşan didin îro rojnamegerên jin in. Ji ber vê sedemê nirxekî taybet heye ku em vî pîşeyî bi prensîb û bi nasnameya me ya jinê bikin.”
‘Medya yek ji qadên bingehîn e’
Yeşîm Tukel da zanîn li her derê rojnameger dibin hedef û wiha dewam kir:”Di roja me ya îro de dewletê hemû aliyên jiyanê xistiye bin kontrola xwe. Medya yek ji qadên bingehîn e ku hikûmet xwe ji nû ve hilberîne û propagandaya xwe dike. Weke xebatkarên çapemeniya azad em rastiyan tînin ziman, ne gotinên hikûmet û hêzên din. Lewma ev me dike hedefa êrîşan. Bi rastî ev ne rewşek nû ye, hem li Tirkiye û Kurdistanê û hem jî li her devera cîhanê rojnameger dibin hedef. Dema ku kevneşopiya çapemeniya azad li vê erdnîgariyê hat afirandin, êrîşan jî dest pê kir. Ji bombekirina buroyên rojnameyê bigire heta sansur û girtinê, ji kuştina hevalên me bigire heta binçavkirin û girtinan, ji tundiya fizîkî ya hiqûqnasan heta şîdeta taybet a di dema nûçeyan de, em her tim bi şêweyên cuda bi zextan rû bi rû dimînin. Û ji ber ku em jin in, em du caran vê zextê dijîn. Şîdeta polîsan û pêvajoyên darizandinê bêhtir têne jiyîn. Hinek hevalên me bi hinceta ku bi çavkaniyên xwe yên nûçeyan re axivîne hatine girtin.”
‘Medyaya alîgir rojnamegeran dike hedef’
Yeşîm Tukel bal bir ser êrişa li ser kedkarên çapemeniya azad û wiha pê de çû:”Hema bêje her ku em nûçeyan dişopînin bi taybetî li qadê em bi astengî û tundiya polîsan re rû bi rû ne. Du tişt hene ku polîs dixwaze li vir veşêre; Naxwazin hem berxwedana ku tê meşandin, hem jî tundî û îşkenceya ku dikin bên dîtin. Di her protestoyên ku em dişopînin, ger ku binçavkirin hebe, pêşî xebatkarên çapemeniyê ji qadê tên derxistin. Polîs mertalên xwe yek bilind dikin da ku nehêlin em wêneyan bikşînin. Piştî qeyûm tayînî Kurdistanê hatin kirin, gel bi awayekî cidî daket qadan û ji roja destpêkê ve heta niha nerazîbûna xwe nîşan dane. Bi saya hevalên me yên çapemeniyê em dikarin hem şahidiya xwepêşandanên li wir û hem jî dem bi dem şahidiya tundiya polîsan bikin û tê xwestin ku ev yek bê astengkirin. Beriya niha jî hevala me nûçegihana Jinnews'ê Pelşîn Çetînkaya dema çalakiya qeyûman dişopand ji aliyê polîsên ku dizanîn ew rojnameger e, bi lêdan û kaşkirina li erdê hat binçavkirin. Ev bi rastî pêkanîna gotina hikûmetê ya 'Eger hûn weke jin vî karî bikin ez ê we bi vî rengî ceza bikim' bû. Her hikûmet erka xwe ya bêdengkirina kesên ku rastiyê dipeyivin dike. Êrîşên qirkirinê yên dewleta Îsraîlê yên li ser Filistînê dewam dikin û ji 7'ê Cotmeha 2023'an û vir ve li Xezeyê herî kêm 183 rojnameger hatine qetilkirin. Pexşan Ezîzî ku cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, heta niha jî li Îranê di girtîgehê de ye. Gulistan Tara û Hêro Bahadîn di encama sûîqestekê de hatin qetilkirin û bi taybet hedef hatin girtin. Li gel van hemûyan, em jî gelek caran dibin hedefa medyaya hawiz a di bin kontrola hikûmetê de. Medyaya hawiz bi taybetî xebatkarên çapemeniya azad ji bo rewakirina êrîşên hikûmetê dike hedef.”
‘Em li ser mîrata Nagîhan xebata xwe didomînin’
Yeşîm Tukel da zanîn ew li ser esasen mîrateya jinên rojnameger karê xwe dewam dikin û wiha got:”Lê tevî van hemû êrîşan xebatkarên çapemeniya azad bi pênûs û kamerayên xwe karê rojnamegeriyê didomînin. Ji bo vegotina heqîqetê bedelek heye û me ev bedel da. Me gelek hevalên xwe yên rojnameger winda kirin. Lê ya Gurbetellî, ya Nagihan Akarsel, ya ŞîrînEbû Akile mîrateyek hiştin. Em bi israr li ser vê mîrateyê xebatên xwe didomînin. Em îradeya xwe ya têkoşînê ji afirînerên vê kevneşopiyê û berpirsyariya xwe ya vegotina rastiyê digirin. Tevî van hemû zextan jî em ê karê rojnamegeriyê bidomînin û bikin.”