Parastina jîngehê esas digirin

Sêşem 18 Mijdar 2025 - 16:00

  • Hevserokê Şaredariya Wargeha Penaberan a Mexmûrê Edban Yilmaz têkildarî kar û xebatên xwe wiha got: “Ji ber ku werza havînê li vir pir germ e û cihê ku gel bikaribe demekê xweş lê derbas bike tune ye,  me xwest di nava wargehê de cihekî seyrangehê çêbikin.”

Hemû endamên Şaredariya Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo xizmet û karekî baştir pêşkêşî gelê wargehê bikin, di nava kar û xebatê de ne. Herî dawî jî ji bo çêkirina cihên bêhnvedan û seyrangehê du parq hatin çêkirin.

Niha jî şaredariya wargehê dest bi çêkirina cihên rûniştinê yên di nava darên kêleka wargehê ango li jêrî Çiyayê Qereçox hatibûn çandin kirine. Têkildarî vê xebatê Hevserokê Şaredariya Wargeha Penaberan a Mexmûrê Edban Yilmaz axivî.

Edban Yilmaz di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku wek şaredariya wargehê hewl didin xizmetek baş ji civaka xwe re bikin û wiha got: “Hîn bêhtir me karê xwe kiriye parastina jîngehê, bi taybet jî di aliyê ekolojiyê de. Ji ber ku werza havînê li vir pir germ e û cihê ku gel bikaribe demek xweş lê derbas bike tune ye, ji bo wê me xwest di nava wargehê de cihekî seyrangehê çêbikin. Heta niha me di nava wergehê de 1800 dar çandine. Me du parq çêkirin, parqa Penaber me li jora wargehê çêkiriye ku bikeve di xizmeta gel de û gelê me jê feyda bibîne. Her wiha ev daristana ku niha hûn dibînin jî ji bo seyrangehê tê amadekirin. Li ser vî bingehî ev salek û nîv e em li van deran temaşe dikin û çavdêriyê li ser dikin.”

Edban Yilmaz di berdewamiya gotinên xwe de destnîşan kir ku niha jî amadekariyên vekirina vê seyrangehê dikin û wiha pê de çû: “Me di nava van daran de gelek cihên rûniştinê çêkirine. Ji bo ku malbat an jî kesên tên vir, demek xweş derbas bikin. Her wiha ji bo demê pêş jî projeyên me yên wiha wê berdewam bin. Em dixwazin jîngehparêzî û sîstema ekolojî ya ku Rêbertî behs dike, di nava wargehê de bidin rûniştandin. Ji bo vê jî gelek cihên ku pêwîstî pê hebûn me di nava wargehê de dar dane çandin û niha jî em berdewam dikin.”

ROJNEWS/JIYAN PÎRAN-MEXMÛR

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.