Çapemeniya Azad naqede
Pêncşem 2 Çile 2025 - 02:20
ROZA METÎNA / AMED
Rojnameger Ahmet Guneş ê bal bir ser zextên li ser kedkarên Çapemeniya Azad û têkoşîna li dijî êrişan wiha got:" Ger dewlet yekî ji me bigire her kes dikare bibe çend kes. Çapemeniya Azad bi van komkujî, zindan û sirgûnan naqede. Divê em tu carî vê yekê asayî nebînin û qebûl nekin. Jiyana Kurdan bi nirx e. Em ê jî li hemberî yên ku me tune dihesibînin, rawestin."
Zext û zordestiyên li ser Çapemeniya Azad her diçin zêde dibin. Têkoşîn û berxwedana li dijî van êrişana jî bê navber dewam dikin. Herî dawî li Tirkiye û komên paramîlîter ên girêdayî wê di 27'ê Mijdarê de êrişî Rojava û Sûriyeyê kirin. Di 19'ê Kanûnê de jî bi SÎHA'yên Tirkiyeyê li nêzî Bendava Tişrînê rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên ku nûçe dişopandin hatin qetilkirin. Piştî qetilkirina rojnamegeran li dijî êrişan gelek rojnameger, sazî û dezgehan çalakî li dar xistin. Li Stenbolê jî li dijî qetilkirina rojnamegeran, kedkarên çapemeniya azad derketin qadê û di 22'yê Kanûnê de 7 rojnameger hatin girtin.
Rojnameger Ahmet Guneş têkildarî êriş û qetilkirina rojnamegeran de nirxandin kir. Ahmet Guneş bal bir ser têkoşîna hevpar û wiha got:"Li dijî êrîşên li ser Çapemeniya Azad tenê têkoşîna Çapemeniya Azad têrê nake. Divê toreke berfireh were rêxistinkirin û ev yek jî bi kombûn û hevgirtina çapemeniya demokratîk û sosyalîst dikare pêk were."
Rojnameger dibin hedef
Ahmet Guneş di destpêkê de bal bir ser zextên li ser kedkarên Çapemeniya Azad û wiha got:"Rejîma AKP-MHP’ê serîtewandina ji bo rejîmê li her kesî ferz dike. Çapemeniya Azad li cihekî ku berê gelek hikûmet dîtine û gelek hikûmet şandiye de radiweste. Hikûmet bi zanîna vê yekê hewl dide bi dezenformasyonê û amûrên curbecur ên teknolojîk heta ku dibe bila bibe rastiyê ji raya giştî veşêre, lê bi ser nakeve. Li vir jî amûrên zorê, ango şîdeta polîs-dadwerî dikeve dewrê û hem rojnameger hem jî rojnamegerî dibin hedef. Ji ber ku sûcên hikûmetê zêde dibin, kesên ku bi ti awayî serî netewand û rastiyan ji raya giştî re ragihînin di kategoriya dijmin de cih digirin. Tevî her tiştî jî, Çapemeniya Azad neheqî, gendelî û sûcên şer ên hikûmetê ji raya giştî re radigihîne û ev rastî jî wan dixe tengasiyê."
Cîhan û Nazim sûcên şer vegotin
Ahmet Guneş bi lêv kir ku xebatkarên Çapemeniya Azad jî li dijî vê zilm û komkujiyê daketin qadan û dewletê bi hemû hêza xwe êrîşî rojnamegeran kir û wiha domand:"Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan sûcên şer ên hikûmetê yên li Rojava û Sûriyeyê ji raya giştî re vegotin. Tevî hemû zehmetî û metirsiyan nûçeyên derbarê pêşketinên lezgîn de çêdikirin. Wek hûn jî dizanin nûçegîhantiya şer tê wê wateyê ku nûçegîhan canê xwe radixe holê. Herdu hevalên me jî bi vê yekê dizanibûn û xebatên pir serkeftî dikirin û bi zanebûn dihatin hedefgirtin. Xebatkarên Çapemeniya Azad jî li dijî vê zilm û komkujiyê daketin qadan û dewletê bi hemû hêza xwe êrîşî rojnamegeran kir. Dewlet kê bikuje, dikuje û bi vê ditirsîne. Rojnamegerên ku serî li ber vê tirsê netewandin, li dijî vê derketin û li qadan û kolanan dengê xwe bilind kirin. Kesên ku haya wan ji tiştekî tunebû jî ji van binçavkirin û êrişa li ser rojnamegeran, haydar bûn. Ez jî wê rojê hatim binçavkirin û tundiya polîsan min bi xwe jî dît. Hikûmet rojnamegeriyê krîmînalîze dike û polîsên di bin kontrola wan de bi dijminatî êrîşî rojnamegeran dikin. Dîsa jî, Çapemeniya Azad ji bo kesên hatin qetilkirin li ber xwe da û nîşanî hikûmetê da ku ew natirsin û wê netirsin. Derdorên cuda jî diyar kirin ku ev yek nayê qebûlkirin û derbarê wan de jî lêpirsîn hat vekirin."
Cîhan û Nazim bi hêzekê dimeşiyan
Ahmet Guneş da zanîn Cîhan û Nazim ji ber ku sûcên hikûmetê tomar kirin bûn hedef û wiha pê de çû:"Hevalên me yên hatin qetilkirin ji qada şer ne tenê ji me re, ji hemû cîhanê re nûçe radigihandin. Nûçeyên Nazim û Cîhanê jî qeyda bîranînê bû û sibe dema rewş biguhere wê sûcên dewleta Tirk bên belgekirin. Nikarîbûn heqîqetê bikujin, yên ku heqîqetê eşkere kirin kuştin. Helbet hevalên me bi hêz û îlhama ku ji vê kevneşopiyê dihat li ser vê rêyê dimeşiyan. Helbet paşgirên wan bi hêz û hêrsa ku ji wan distînin dê karên xwe berdewam bikin. Rojnamegerî jî tê wateya tomarkirinê, hevalên me ji ber ku sûcên hikûmetê tomar kirin bûn hedef."
Divê em li dij êrişan bên ba hev
Ahmet Guneş da zanîn li dijî êrişan divê toreke berfireh were rêxistinkirin û wiha got:"Li dijî êrîşên li ser Çapemeniya Azad tenê têkoşîna Çapemeniya Azad têrê nake. Divê toreke berfireh were rêxistinkirin û ev yek jî bi kombûn û hevgirtina çapemeniya demokratîk û sosyalîst dikare pêk were. Îro gelek kes hene ku ji siyaseta hikûmetê nerazî ne û li dijî vê yekê ne. Ev kom bi hincet û fikarên cihêreng israr dikin ku ji hevgirtinê dûr bisekinin. Lê belê zextên li ser Çapemeniya Azad û Gelê Kurd li her derê belav dibin û wê bidomin. Sekinandina li aliyekî û temaşekirin kêrî tu kesî nayê. Divê em bên gel hev û li ser xalên hevpar hêzên xwe bigihînin hev. Lê mixabin gelek beş, dezgehên xwe demokratîk didin xuyakirin jî bêdeng man. Dema mijar dibe rojnamevanên kurd, serî li ezberkirinê didin û xwe bi dewletê re digihînin hev. Me vana jî eşkere kir û hinek kesan çalakiya wijdanî pêk anîn. Dem hatiye û niha ye ku ev yek belav bibe û di her rewşê de eniyeke muxalefetê were avakirin. Divê em hevalekî din winda nekin û wan di girtîgehê de nebînin. Ev di destê me de ye, çareserî ew e ku divê em li dij êrişan bên ba hev."
Çapemeniya Azad naqede
Ahmet Guneş herî dawî ev tişt lê zêde kir:"Kuştina Nazim û Cîhan hêrsa me hemûyan rakir. Min li qadan û li çolan dît, tirs nemaye, berovajî vê yekê her kesî ked da û xebata xwe berdewam dike. Ger dewlet yekî ji me bigire her kes dikare bibe çend kes. Çapemeniya Azad bi van komkujî, zindan û sirgûnan naqede. Dema hevalên me tên girtin û binçavkirin em dewsa wan tije dikin û bi derfetên kêm li berxwe didin. Vê kevneşopiyê bi rastî jî reflekseke wiha afirand. Mijareke din jî ev e; Kuştin û girtina rojnamegerên kurd ne çarenûs e û yên ku vêya li me ferz dikin jî xelet in. Divê em tu carî vê yekê asayî nebînin û qebûl nekin. Jiyana Kurdan bi nirx e. Em ê jî li hemberî yên ku me tune dihesibînin, rawestin. Divê em tiştên ku li ser me hatine ferzkirin û yên ku hatine normalîzekirin bertefef bikin."