YRJ'ê îmze ji 14 rêxistinan re şand

În 6 Îlon 2024 - 02:42

Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) 12’ê Tebaxê (2024) li hemberî biryarên darvekirinê ku dadgehên Îranê derbarê rojnamevan û çalakvanên jin Şerîfa Muhemedî û Pexşan Ezîzî de dabûn, kampanyaya "Na ji Darvekirinê Re" dabû destpêkirin. 

Piştî kampanyaya 14 rojan dewam kir, YRJ’ê 26’ê Tebaxê bi civînek çapemeniyê encam eşkere kirin û diyar kir ku ji rojnamevan, siyasetmedar, rewşenbîr, çalakvan, endamên saziyên sivîl, jinan, saziyên hiqûqî yên ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, çar parçeyên Kurdistanê, welatên Rojhilata Navîn ên wekî Lubnan, Misir, Mexrib, Tunis û welatiyên Ewropayê 36 hezar û 398 îmze hatine komkirin. Di civînê de hatibû detnîşankirin ku wê îmzeyên hatine komkirin ji saziyên rojnamevan û mafên mirovan re bên şandin.

Desteya Rêveber a YRJ`ê ragihand ku îmzeyên hatine komkirin ji Komîteya Parastina Rojnamevanan, Yekitiya Rojnamevanan a Navneteweyî, Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas, Ajansa Reuters, Sendîkaya Rojnamevanên Umanê, Sendîkaya Rojnamevanên Somalê, Sendîkaya Rojnamevanên Urdunê, Sendîkaya Rojnamevanên Lubnanê, Sendîkaya Rojnamevanên Misrê, Sendîkaya Rojnamevanan a Başûrê Kurdistanê, Navenda Mîtro ya li Başûrê Kurdistanê, Rêxistina MidPoint, Yekitiya Rojnamevaniya Erebî ya Navneteweyî, Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Navnetewî û ji gelek hiqûqnas, parazvanên mafên mirovan e hatine şandin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.