Qaşo daraza Belçîka serbixwe ye

Şemî 27 Nîsan 2024 - 01:50

Kurdên li Swîsreyê, çalakiyên xwe yên li dijî serdegirtina studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV’yê yên li Belçîkayê didomînin.  Di vê çarçoveyê de bi balyozê Belçîkayê Marc Pecsteen de Buytswerve yê ku Nûnerê Daîmî yê Konferansa Bêçekbûnê ya Cenevreyê, Neteweyên Yekbûyî ya Belçîkayê, Rêxistinên Navdewletî û DTO (Rêxistina Bazirganiya Cîhanî) yê re hevdîtin hat kirin. Şandeya ku di nav de Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Cenevreyê (CDK-GE) Îbrahîm Yuksel, li ser navê Têkiliyên Derve Ramazan Baytar û li ser navê Komuna Jinan a Sema Yuce Tuba Yilmaz pêk dihat, bi Nûnerê Daîmî yê Belçîkayê re hevdîtin pêkanîn. Di hevdîtinê de bertek û hesasiyeta civaka Kurd a li hemberî êrîşa li ser çapemeniya Kurd hat vegotin. Marc Pecsteen de Buytswer diyar kir ku haya wan ji hesasiyetên gelê Kurd heye û got ku serdegirtin li ser daxwaza daraza Fransayê pêk hatiye. Marc Pecsteen de Buytswerve diyar kir ku daraza Belçîkayê serbixwe ye û got:"Serdegirtin û geşedan ji derveyî hikûmet û daraza Belçîkayê pêk hatin." Di hevdîtinê de hat gotin ku hem êrîşên dagirkeriyê yên li ser Metîna û hem jî êrîşên hemwext ên li ser çapemenî û saziyên Kurdan ên li Tirkiye, Fransa û Belçîkayê hatin kirin bi hev ve girêdayîne û hat destnîşankirin ku ev serdegirtin ji bo civaka Kurd rewşeke nayê qebûlkirin.”

Piştî hevdîtinê şandeyê çelenga reş danîn ber nûnertiyê.

KOPENHAG:

Li paytexta Danîmarka Kophenagê jî serdegirtina studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV’yê yên li Belçîkayê bi çalakiyekê hat protestokirin. Di çalakiyê de serdana Erdogan a li Iraq û Başûrê Kurdistanê û polîtîkayên hevpar ên PDK'ê hatin teşhîrkirin. Di çalakiyê de hate gotin ku ew ê li dijî hemû êrîşan li ber xwe bidin. Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

QIBRIS:

Rêxistin, siyasetmedar, parêzer û rojnamevanên Qibrisê bi daxuyaniya çapemeniyê piştevaniya bi Medya Haber TV û Sterk TV re ragihandin û helwesta Belçîkayê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku berpirsyarê serdegirtina saziyên Kurdan rejîma Erdogan e û hevkariya veşartiya ya dewleta Tirk û Belçîkayê jî hat şermezarkirin. Di daxuyaniyê hat xwestin ku Yekîtiya Ewropayê derbarê mijarê de daxuyanî bide, ji hemû rojnamevanên Qibrisê hat xwestin ku nerazîbûnê nîşan bidin û her wiha bêdengiya saziyên Ewropayê hat şermezarkirin. Di daxuyaniyê de banga xwedîderketina li rojnamevanên Kurd hat kirin û hat gotin: "Em li gel rojnamevanên Kurd ên ku peyamên serbilindî, rûmet û berxwedanê didin her aliyê cîhanê ne.” Kes û saziyên ku daxuyanî îmze kirine ev in: Serokê Tevgera Ekolojîst-Koalîsyona Sivîl û parlamenterê berê Giorgos Perdîkîs, Endamê Parlamentoya Ewropayê Dîmîtrîos Papadakîs, Parlamenterê Sosyalîst ê Lefkoşayê Kostîs Efstathîou, Nûnerê çapemeniyê yê AKEL’ê û parlamenter Gîorgos Koukoumas, Parlamentera berê ya Parlamentoya Ewropayê Elenî Theocharous, Çavdêriya ji bo darizandinê ya Kenan Ayaz, Theophilos Kurdistan Cultural Center Parêzer Efstathios Efstathiou, Parêzer Sokrates Tziazas

Parêzer Dionysis Nikoletopoulos, Rojnamevan Alekos Michaelides, Rojnamevan Elîna Stamatiou, Serokê Rêveberiya Lijneya 29’ê Gulanê ya Omoniayê Adamos Efstathiou

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.