Di ser windakirina Nazim re 31 sal borîn
Çarşem 12 Adar 2025 - 15:00
- Di ser windakirina rojnameger Nazim Babaoglu re 31 sal borîn. Li gel ku 31 sal borîn jî hîna aqûbeta Nazim Babaoglu nehatiye ronîkirin.
Di salên 1990’î de li Kurdistanê şerekî dijwar hebû. Di vî şerê li Kurdistanê de bi hezaran gund hatin valakirin. Bi hezaran mirov hatin kuştin û windakirin. Bi milyonan kurd ji cih û warên xwe koçber bûn. Di van salan de ji ber şer, kuştin, koçberkirin zêde bû, binpêkirina mafan gelek zêde bû. Rojnamegerên kurd ên wê demê xwestin van rastiyan binivîsin û bi raya giştî re parve bikin, raste rast bûn hedefa polîs û leşkeran. Rojnamegerên ku wê demê rastî ronî kirin û bi raya giştî re parve kirin, hatin kuştin û hatin revandin. Yek ji van rojnamegerên hate revandin jî Nazim Babaoglu bû.
Rojnameger û nûçegîhanê Ozgur Gundemê Nazim Babaoglu di 12’ê Adara 1994’an de hate revandin û windakirin. 31 sal in aqûbeta wî ne diyar e. Nazim yek ji qelemşorê ku rastî dinivîsand bû. Rojnameger Nazim Babaoglu jî hat windakirin. 31 sal borî hêj tu agahî ji aqûbeta Nazim Babaoglu tune ye.
Nazim Babaoglu, di 19 saliya xwe de di buroya Rihayê ya rojnameya Ozgur Gundemê de dest bi xebatê kir. Nazim Babaoglu weke rojnamevan di sala 1992’yande dest bi xebatê kir, di heman demê de rojnameya Ozgur Gundemê dest bi weşanê kir. Di sala 1992’yan de li dijî xebatkarên rojamaneyê ji ber nûçeyên ku çêdikirin gefên mirinê dihat xwarin.
Xebatkarên Buroya Ozgur Gundemê ya Rihayê li herêmê der barê sûcê hêzên paramîlîter û cerdevanan de nûçe weşandibûn. Yek ji wan nûçeyan jî der barê çar kesên ji eşîra Bucak ku li Siwêregê bi ser mala mamosteyek erkdar de girtin û êrîşa zayendî li hemberî mamosta û xwişka wê pêkanîn de hatibû weşandin. Piştî ku ev nûçe hat weşandin gef li Nazim hatin xwarin.
31 sal borîn, lê aqûbeta Nazim nehatiye ronîkirin. Her çend desthilata ku di salên 1990’î de rojnameger qetil kirin û winda kirin, xwestin ser rastiyan û heqîqetê bigirin jî, îro bi sedan rojnamegerên ku şopa Naziman berdewam dikin û rastiyan ronî dikin hene. Çawa ku Nazim bi wêrekî ket şopa heqîqpetê, îro şopdarên wî pênûsa wî her zindî dihêlin û rastiyan ronî dikin.
Nivîskar Îrfan Baboglu ku kekê Nazim Baboglu ye, li ser windakirina Nazim Babaoglu ji bernameya Mijarek û Mêvanek a Rojnameya Xwebûnê re axivî.
Îrfan Babaoglu, da zanîn ku di salên 1990î bi taybet rojnameger kirin hedef û got: “Yek ji rojnamegerên hat kuştin Apê Mûsa bû. Pênûsa Apê Mûsa pir xurt bû. Pênûsa Apê mûsa ji hemû çekan bêtir bi tesir bû. Wê demê dest bi kuştin û windakirin rojnamegeran kirin û dewan kirin. Lê hevalên wan şûna wan vala nedihiştin. Netirsiyan û dîsa karê xwe berdewam dikirin.”
Îrfan Babaoglu da zanîn ku di 1993-1994an de nezî 19 kes hatin revandin û windakirin. Li Sîweregê hê jî aqubeta wan 19 kesan diyar nebûye û îro wekî duh dîsa rojnameger têne kuştin.
A.W/NAVENDA NÛÇEYAN