Ji bo serlêdanê îro roja dawî ye!

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 10 Îlon 2024 - 00:08

Serlêdanên ji bo 31’emîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad ku ji hêla rojnameya Yenî Yaşamê ve tê lidarxistin, îro bi dawî dibin. 

Serlêdanên ji bo 31’emîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad berdewam dikin. Serlêdan dê heta 10’ê îlonê (îro) berdewam bikin. Berhemên hêjayî xelatê hatine dîtin jî dê di 18’ê îlonê de bên ragihandin. Xelat, dê di 22’yê îlonê de li Navenda Çandê ya Cemîl Candaş a li Şîşliyê bi torenekê bên dayin.  

Pêşbirk ji aliyê Rojnameya Yenî Yaşamê ve tê birêvebirin. Ji bo pêşbirkê serlêdanan dest pê kir. Pêşbirk ji beşên wek “Nûçeyên Tirkî”, “Nûçeyên bi Dîmen” , “Nûçeyên Kurdî”, “Wêne (Wêneyê Nûçeyê)”, “Karîkatur” û “Nûçegihaniya  Jinan” a ji bo bîranîna Gurbetellî Ersoz jî di nav de ji şeş beşan pêk tê.

Her beşdar dikare berhemek ango wêneyek, nûçeyek û karîkaturek beşdarî pêşbirkê bibe. Ew berhemên bên şandin dê li xwediyê wan neyê vegerandin û di rojnameyê de dikaribe bê weşandin. Xelat dê bi merasîmeke ku di dîroka rojname aşkere bike de bidin xwediyên wan. 

Navnîşanên serlêdanê li jêr in; 

e-posta: mailto:apemusaozgurbasin@gmail.com   

Telefon: 0 212 252 83 99 Fax: 0 212 252 83 90  

Navnîşan: Taxa Şehîd Muxtar Kolana Bekar No: 7/3 Beyoglû/Stenbol

NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.