Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter

Pêncşem 24 Tîrmeh 2025 - 03:05

Rojnamegerên bal birin ser serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê yên Şehîdên Çapemeniya Azad û Musa Anter gotin:"Em dikarin bibêjin ku dê ev xelatdayîn ji ber pêvajoya em tê de ne watedartir û girîngtir be."

Serlêdanên ji bo "Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad" ku her sal ji bo bîranîna rojnamevan û nivîskar Mûsa Anter (Apê Musa) ku di 20'ê Îlona 1992'yan de li Amedê hat qetilkirin û xebatkarên Çapemeniya Azad ên ku di dem karê xwe de jiyana xwe ji dest dane tê lidarxistin, hîn jî berdewam in. Dema dawîn a serlêdanên ji bo pêşbirkê ku ji hêla rojnameya Yenî Yaşamê ve îsal cara 32'yemîn tê lidarxistin, 10'ê Îlonê ye.

Pêşbirk di şeş kategoriyan de tê lidarxistin: "Nûçeyên Kurdî," "Nûçeyên Tirkî," "Nûçeyên Bidîmen", "Wêne (Nûçeyên Biwêne), "Karîkatur," û "Nûçegihaniya Jinan." Her beşdar dikare tenê di kategoriyekê de û tenê bi yek berhemê beşdar bibe. Berhemên bijartî dê di 18'ê Îlonê de werin ragihandin û xelat dê di rojeke ku ji hêla rojnameyê ve hatî destnîşankirin de bên dayîn.

Mahsûm Saglam, yek ji edîtorên rojnameyê, diyar kir ku Mûsa Anter ku ew pêşbirkê li ser navê wî li dar dixin, sembola bîra Çapemeniya Azad e. Mahsûm Saglam destnîşan kir ku Mûsa Anter neferekî têkoşîna azadiya kurd e û got: "Em xwe wekî peyrew û generalên wî pênase dikin. Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad ku me salek piştî kuştina Apê Mûsa di sala 1992'yan de da destpêkirin, dikeve sala xwe ya 33'yemîn. Em dikarin bibêjin ku dê ev xelatdayîn ji ber pêvajoya em tê de ne watedartir û girîngtir be."

Xebatkara rojnameyê Dîlan Bozkûrt jî got: "Merasîmên xelatdayînê dê di şeş kategoriyên cuda de werin lidarxistin. Wekî peyrewên Mûsa Anter û şehîdên Çapemeniya Azad ên ku rêya rastiyê dişopînin, em li benda serlêdanên hemû hevpîşeyên xwe ne. Serlêdan û şertên wê li ser malpera fermî ya rojnameya me hene."

MA/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.