Encama pêşbirka Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 18 Îlon 2025 - 15:20

  • Encama pêşbirka Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad hate aşkerakirin. Xelat, dê di 20ê Îlonê saet di 18.00an de li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya li Bakirkoy a Stenbolê bi merasîmekê bên dayin.

Beşa Kurdî

Juriya beşa kurdî ku ji Sîma Birokê, Munever Karademîr, Îdrîs Kara, Bişar Durgut û Ramazan Olçen pêk dihat, tu serlêdan hêjayî xelatê nedît.

Beşa Tirkî

Di Beşa Tirkî de endamên juriyê Banu Guven, Faruk Bîldîrîcî, Alî Duran Topuz, Candan Yildiz, Nezahat Dogan û Mehmet Alî Çelebî, ji Bîr+Bîr Expressê nûçeya Adem Ozgur a “Rêwîtiya ber bi Welatê Xerîbiyê ve (Welatê Xerîbîye’ye Yolculuk) hêjayî xelata yekemîniyê dît. Ji HalkTv.com.trê nûçeya Cengîz Karagoz a bi sernavê “Dema derket holê ku zarokê pê re şer kiribûn zaroka qeymeqam e jiyana wan wêran bû: Tiştên li qereqola Mezîtliyê hatin jiyîn hişê mirov ji serê mirov dibe (Kavga ettikleri çocuğun babası kaymakam çıkınca hayatları karardı: Mezitli karakolunda yaşananlar kan dondurdu)” hêjayî Xelata Taybet a Juriyê hat dîtin.

Juriyê, di Beşa Vîdeo-Nûçeya Bidîmen de jî ji Vosy Mediayê xebata Mûrat Baykara û Tuncay Ogreten a bi sernavê “Li Vatanê Îşkence: Li Pey Raporên Derbkirinê yên Tên Veşartin (Vatanda İşkence: Gizlenen Darp Raporlarının İzinde)” hêjayî xelata yekemîniyê dît.

Beşa Wêneyan

Endamên juriya Beşa Wêneyê Oznûr Deger, Mûrat Baykara, Salih Yeşîl, Ozcan Yaman û Ramazan Ozturk, bi piraniya dengan wêneyê bi mijara “Koç (Göç)” hêjayî xelata yekemîniyê dîtin.

Beşa Karîkaturê

Juriya ku ji Asli Alpar, Erceren, Kemal Gokhan Gurses û Ronî Batê pêk tê, xelata yekemîniyê da karîkatûra Nûrî Dogan a bi sernavê “Ne Keser (Keder Değil)”. Juriyê, karîkatûra Mahmût Ulusan (Di Girtîgeha Eregliyê ya Konyayê de ye) jî hêjayî Xelata Taybet a Juriyê dît.

Rojnamegeriya Jinan

Endamên juriya Rojnamegeriya Jinan Arjîn Dîlek Oncel, Derya Ceylan, Elîf Ekîn Saltik, Gulfem Karataş û Bîrcan Degîrmencî tu nûçeyên ji bo pêşbirkê hatin şandin hêjayî xelata yekemîniyê nedîtin. Juriyê, ji JINNEWSê nûçeya Elfazî Toral a bi sernavê “Dav bi dav têkoşîna aştiyê (İlmek İlmek Barış Mücadelesi)” ku çîroka Dayikên Aştiyê vedibêje, hêjayî Xelata Taybet a Juriyê dît.

NAVENDA NÛÇEYAN 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.