- Apê Mûsa qet bi xwe nekarîbû û zimanê wî tim bela serê wî bû! Ji ber vê yekê jî her ku tiştek dinivîsî, wî xwe li dadgehên dewletê didît. Nivîs û helbseta wî “Qimil” jî yek ji wan nivîsan bû ku serdest û mêhtinger aciz kirin û kir ku ew êrişî wî bikin.
Gava ku bindestek hişyar dibe û bi kedxwariya mêhtingeran dihese, dixwaze ji qalikê xwe derkeve û yekser diseride. Lê mêhtingerên ku dişibin qimilan, bi refan êriş dikin û nahêlin bindest biseridin! Hema çawa ew dibin simbil û diseridin, qimil lê dixe, simbilî pûç dike. Jixwe, şerê serdest û bindestan hemû li ser vê serîrakirin û seridandinê ye. Herçî seridî û li ber xwe da xwe xelas dike, lê yê seridî û li ber xwe neda, dibe hêsîrê serdestan û nikare xwe ji pûçkirinê xelas bike. Ji lewma di dîrokê de qimil tim di kemînê de bûn û di dema seridandinê de êriş birine ser simbilan. Hin simbilên ku li keviya tixûban xwe xelas kirine, hene lê qimilên hov pirrî caran li deştan simbil tarûmar kirine û nehiştine ew li deştên dûr û dirêj serî rakin.
Qimil, kêzikek piçûk e ku li simbilên genima dixe û pûç dike. Yanî qûtê salê bi destê wan talan dibe û xelk dimîne destvala. Eynî weke ku serdest û mêhtinger êrişî xak, çand û zimanê xelkekî dikin û ruhê wan pûç dikin. Tenê ne ruhê wan her wiha ew weke qimilan ji xwîna bindestan jî dimijin û dikarin welatekî wêran bikin bi êrişên xwe.
Qimila Apê Mûsa dewlet bizdand
Helbesta Apê Mûsa ya bi navê “Qimil” kurteya sedsalan ya kedxwariya mêhtinger û serdestan e. Ev helbesta wî ya kin û bi derbl, xwedî metaforeke kartêker e. Mirov dikare bi rêya vê metafora bi hêz ji serdestan re gelek tiştan bibêje. Apê Mûsa bi vê helbesta xwe ya piçûk, textê peytexta dewleta Tirkiyeyê dihejîne û êrişên mêhtinger û kedxwaran yên weke qimilan rexne dike. Yanî kêzikeke weke qimilê di helbesta Apê Mûsa de dibe metaforeke siyasî ya ku dewletekê ditirsîne. Apê Mûsa bi nuktedaniya xwe ya her carî tevdigere û serpêhatiya keçeke Siwêregî bi awayekî metaforîk tîne ziman.
‘Qimil hatî lo apo, bi refa ye rebeno’
Apê Mûsa, sala 1959’an li Amedê rojnameyeke bi navê “İleri Yurt” derdixist. Helbesta wî ya bi navê “Qimil” jî di vê rojnameyê de tê çapkirin. Apê Mûsa weke ku henekê xwe bi welat bike, navê quncika xwe ya nivîsê ya di rojnameyê de jî kiribû “Amma ne İleri Yurt”. Helbesta bi navê “Qimil” jî di vî quncika wî de tê çapkirin.
Helbest weke li jêr e:
Bi çiya ketim lo apo,
çiya melûl bûn rebeno,
Ceh seridîn lo apo,
genim hûr bûn evdalo,
Qimil hatî lo apo, bi refa ye rebeno,
Xwar genimî lo apo, hiştî kayê rebeno,
Hat qimil lo apo, ji zozana lo apo,
Xwar genimê me xizana lo apo,
Ro hatibû lo apo, wexta dana lo apo,
Pez herikî lo apo, ser şivana rebeno,
Çar kulekên me man apo,
li ser guhana rebeno.
Xeman nexwe birayên te digihîjin
Keçika Siwêregî gazinan ji qimilan dike û dibêje, qimilê ew perîşan kirine. Weke ku di helbestê de jî tê gotin; “Xwar genimî lo apo, hiştî kayê rebeno…” Di destê keçikê de ka maye û mixabin ew nikare bi kayê zikê xwe têr bike! Apê Mûsa li ser perîşanî û gazinên keçika Siwêregî di dawiya nivîsa xwe de dibêje, “Xeman nexwe xwîşka min, birayên te yên ku te ji êş û kedxwariya qimilan xelas bikin, digihîjin…” Ev gotina dawî ya Apê Mûsa dike ku nijadperest û çapemeniya Tirkiye ya wê serdemê êrişî wî bikin. Piştî van êrişan doz li Apê Mûsa vedikin û Apê Mûsa ji ber vê helbest û nivîsa xwe bi salan tê dadgehkirin.
Xewedê neke ez behsa mirovan bikim!
Apê Mûsa di nivîseke xwe de ya ku dîsa di quncika wî ya “Amma ne İleri Yurt” de hatiye weşandin, dibêje, “Qimil bi salan ji xwîna vî welatî dimijin, lê çawa ku qebehet ya min be, tevdigerin û ji bo nivîsa ‘Qimil’ dev ji min bernadin.” Apê Mûsa di sala 1959’an de dîsa di quncika xwe de nivîseke kurt a bi navê “Ma ez beytar im?” dinivîse û di vê nivîsa xwe de jî dibêje; “Bila nav bi pey mirovî nekevin lê piştî ketin jî bila bikevin. Carekê min behsa çûkan (şevşevok) kir çi hat serê min, min behsa kêzikan (qimil) kir qet nebû; niha´j ez ji kûçik û çêlekan jî ditirsim. Lê ku ez behsa mirovan bikim? Xwedê neke!...”
* Musa Anter 20´ê Îlona 1992´yan bi destê hêzên dewleta Tirk ên nemerd li Amedê hat şehîdkirin.