Mehmed Uzun li Amedê tê bibîranîn

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 8 Cotmeh 2025 - 00:37

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, nivîskarê girîng ê edebiyata Kurdî Mehmed Uzun, di roja mirina wî de bibîr tîne.

Çalakiya bibîranînê di 11’ê Cotmehê de dest pê dike. Çalakî ew ê saet di 11:00’an de li goristana Mardinkapı dest pê bike û ew ê girse bimeşe ber bi gora Mehmed Uzun. Piştî wê, ew ê li Navenda Kongreyê ya Çand Amedê de saet 17.00 de panelek pêk were. Di panelê de ew ê aliyên edebî û romana Mehmed Uzun were gotûbêjkirin.

Di panela ku moderatortiya wê Esra Sadıkoğlu dike de, nivîskar Zülküf Ergün, Kenan Soylemez û Salih Qoserî bi wêjeya Mehmed Uzun dadikevin û nîqaşên nêrîna modern a di romana Mehemd Uzun de kûr dikin.

Çalakiya bîranînê, saet 18.30 de bi nîşandana şanoyê ya “Sîrgûn – Rîşa Pûç” bi dawî dibe. Mehmed Uzun di 11’ê Cotmeha 2007’an de li Amedê jiyana xwe ji dest da. Uzun, ji bo ziman û edebiyata Kurdî berhemên bi qîmet li pey xwe hişt.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.