MIHEMEDÊ KURDÎ
Nivîskar Osman Kapan bi navê "Lênûska Şînê" romaneke nû nivîsand. Birêz Osman Kapan jî wekî gelek nivîskarên me yên Kurd romana xwe li ser rewş, êş û elem ên gelê Kurd nivisandiye.
Ser lehengên romanê: Jineke bi navê "Zînê" û mêrekî bi navê "Çeko" ne, herdu jî gundî û evîndarê hev in. Rojekê dagirker li Hezexê şerwaneke Kurd dikujin û serê wê jê dikin. Şervana ku tê kuştin gelekî dişibe Zînê û navê wê jî her Zînê ye, vêca dema çavên Zînê bi wê dikevin gelekî ecêbmayî dimîne û hema yekser biryarê dide ku beşdarî nav refên hevalan bibe û tola Zînê ji wan hovan hilîne. Berî wê dîmena tirsnak, evîna Çeko ji bo Zînê di ser her tiştî re bû lê piştî wê hovitiyê ji bo Zînê çi tişt ji evîna welêt ne pîroztir bû. Paşê Zînê vê yekê ji Çeko re jî dibêje û dixwaze ew bi hev re beşdar bibin lê Çeko ji ber evîna Zînê vê yekê napejirîne û wê bi tenê dihêle. Piştî çûyîna Zînê Çeko fêm dike ku ew bê wê nikare bijî ji lew re poşman dibe ku ligel Zînê neçûbû. Piştî çûyîna Zînê ew jî hewl di ku here lê dike û nake nikare xwe bigihîne hevalan û paşê ji aliyê neyaran ve tê girtin îşkencekirin. Ji vir û pêve êdî serpêhatiyên romanê ji aliyê Şînê tên nivîsandin.
Birêz Osman Kapan ev romana xwe bi teknîkeke cûda nivisandiye. Çîroka Zînê ya di romanê de hatiye vegotin ji lênûska şervaneke bi navê "Şîn" ê hatiye wergirtin. Bêyî ku haya kesî jê hebe Şînê hemû serpêhatiyên Zînê û yên hevalên xwe yên din di lênûska xwe de nivisîne.
Dema xwendina romanê bûyerên wek, beşdarbûna Zînê, girtina Çeko û dîsan piştî îxaneta Mistê girtina Baran û Zana bi zelalî nehatine vegotin û xwîner di nava tatêlê de hatine hiştin. Carinan mirov hest pê dike ku nivîskarî ew bûyerana ji bîra kirine lê piştre di beşa taliyê de "Lênûska Şînê" û nameyên Çeko her tiştî radixin ber çavan.
Roman ji çar beşan pêk tê. Dema mirov beşa yekem û ya çarem berawîrd dike, mirov bi hatina tevgera azadiyê re guherîn û pêşkeftinên di civaka Kurdistanê de dibîne. Bo nimûne beşa dawiya romanê de gel bi pêşengiya Hecî Mirad cendekê Selo ji destê neyar derdixe û li gorî baweriya xwe heq dikin. Şervanên azadiyê jî bi hişyarbûn û hişmendiya di nava gel de çêbûyî gelekî şanaz dibin û wê xwedîlêderketinê jî weke şoreşê binav dikin. Di vir de qesta nivîskarî ew e ye ku tevgera azadiyê tirsa Romê ya di dilê gel de şikênandiye.
Di romana "Lênûska Şînê" de du aliyên dijberî hev hene. Aliyek ji wan bindest in û yek jî jê serdest in. Nivîskarî başî û nebaşiyên herdu aliyan bi tevger û kiryarên şervanên wan dane zanîn. Ango bi xwe wek bêjer alîgirî û piştevaniya herdu aliyan jî nekiriye, tenê kiryarên herdu aliyan raxistine ber çavan û bi awayî başî û nebaşîya wan ji xwîneran re hiştiye.
Yek ji xalê herî girîng yên roman nivîsê jî vegotin e, nivîskarên zîrek dikarin bi vegotineke xurt bi çîrokeke asayî romaneke serkeftî binivîsînin. Birêz Osman Kapan bi zimanê xwe yê wêjeyî romaneke herikbar nivisiye.
Dema Sîsê xwe ji agirê ku bi mala wan hatiye xistin xelas dike çavên wê bi agirê çavên wî hovê ku dayik û bab û xwişka wî kuştine dikeve, hingî Sîsê ji xwe re vegera nav agirê malê ewletir dîbîne. Nivîskarî di vir de derûnî û psîkolojiya Sîsî teswîr kiriye û her wiha hovitiya û rastiya neyarên Kurdan raxistiye ber çavan.
Her çendê dii romanê de dengê helbest û stranan hebin jî lê gorî min kêm bûn. Dîsan teswîrên sirûştî jî kêm bûn, heke zêdetir behsa gringî û taybetmendiyên erdnîgarî û xwezaya bihata kirin dê roman xweştir bikira.
*Di romanên nivîskarên jêhatî de ji bo gel û civatê peyam û şîret hene, ango mebesta wan ên roman nivîsîne hene. Peyama di vê romanê de jî ewe ye :"Dema tifaq hebe, serkeftin misoger e."
Ziman, raman û mejiyê romanê xwerû Kurdî ne. Yek ji hêmayên serkeftî yên vê romanê zimanê ye, bi rastî roman bi hostetiyeke baş hatiye nivîsandin û herwiha zimanê nivîskarî gelekî xweş li çîrokê hatiye. Dîsan di warê zimanî de xaleke dinê girîng jî ewe ku, nivîskarî beşên bêjeriyê bi Kurmanciyeke standard û yên karekteran jî ji bi Kurmanciya herêmî, ango Kurmanciya herêma Hezexê nivîsandine, evê yekê ekleke baş daye romanê. Her kesên Kurmanciya standard dizanin dikarin bi awayekî gelekî hêsan roman "Lênûska Şînê " bixwînin û sûdê jê werbigirin.
Ji bo bi vê romana serkeftî (Lênûska Şînê) xizmeta ziman û wêjeya me kiriye ez spasî û destxweşiyê li birêz Osman Kapan dikim û bi hêviya jiyaneke bextewar seekeftinê ji wî re dixwazim.