- Nivîskar Mehmet Yavûz da zanîn ku berhemên nivîskar û helbestkarên li zindanan, di nav şert û mercên dijwar de û bi kedeke mezin derdikevin û got: ”Nivîskar û helbestkar tevî şertên dijwar jî, her tim bi nivîsên xwe zindanê dikin kela têkoşînê.”
ROZA METÎNA / AMED
Nivîskar Mehmet Yavûz ê ji gundê Şabana yê Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ye û 30 sal û 6 mehan di girtîgehê de ma şûnde derket, li ser şertên nivîsandinê yên li zindanê, mijarên nivîskarên girtî yên berhemên wan, têkoşîna ji bo ziman û wêjeyê ya li zindanan, nirxandin kir.
Mehmet Yavûz di destpêkê de behsa çîroka nivîsandina xwe û zehmetiyên li girtîgehê pê rû bi rû maye, kir. Mehmet Yavûz wiha got: ”Nivîsandina çîrokên raman, helbest û hwd. nivîsên wêjeyî ne hêsan in. Tew ew nivîsandin di nava şert û mercên girtîgehê de bin ev çar qatan zor û zehmetir dibe. Gotinek wiha heye, ‘dîtin û gotin nabe yek’. Kesên ku ev şert û merc û zehmetiyên di nava çar dîwaran de bi çavên xwe dîtibin û jiyabin encax karibe vê zanibe û karibe pênaseya wê bike. Di nava van şert û mercên zehmet de bi dehan çîrok, helbest û dosya di lêgerînên serdegirtinan de dihatin desteserkirin û ev berhemana dihatin windakirin. Li gel van desteserkirinên nehiqûqî û kêfî jî kerixandin bi mirov re çênedibû. Berovajî vê, mirov bêhtir giranî dida nivîsandinê û bi biryardariyek xurt dubare dinivisîn. Min jî di nava van şertan de dest bi nivîsandina gotar, çîrok û romanê kir. Heta min dest bi nivîsandinê kir, min jî zehmetî kişand. Daxwaza nivîsandinê pir bi min re hebû lê ew cesareta ez ê serkeftî bim bi min re çênedibû. Vê jî dikir ku destpêkirina nivîsandinê taloq bibe. Ne ku bingeha nivîsandinê û mijarên ku bihûnim tunebû. Ew wêrektiya destpêkirinê çênedibû. Vê newêrektiyê demek dirêj dewam kir. Piştre min wekî cerebe dest bi nivîsandina çîrokan kir. Lê min van cerebeyên xwe nîşanî tu kesî nedida. Ango min bi dizî dinivîsand, dixwend û diçirand. Min nedieciband. Nivîsandin û çirandina nivîsan demek dirêj dewam kir. Çîroka bi navê ‘Xeyalên Nîvcomayî’ min sê caran nivîsand û çirand. Cara çaremîn jî min ê biçiranda lê hevalekî ji destên min girt. Wî xwend, eciband û nehişt ez biçirînim. Bi vê yekê ez wêrek bûm û min bêtir giranî da ser nivîsê. Destpêkirina nivîsandina min jî bi vî awayî bû.”
Min xwest rista xwe bileyzim
Mehmet Yavûz diyar kir ku li girtîgehê dema xwe baş bi kar aniye û wiha got:”Li girtîgehan daneheviyek têr û tije heye. Bi dehan salan mayina di girtîgehan de ji bo nivîskar wêjekaran awantajek e. Lê bi qasî awantajan, dezawantaj jî zêde ne. Niha dixwazim behsa awantajên wê bikim. Nivîskar karê li girtîgehê, wext û dema xwe baş bi kar tîne. Ku bibin berdevkên daxwaz û têkoşîna civaka xwe. Lewre mirov û civak bi çîroka xwe hene. Ez jî di vê serdema girtîgehê de bi vê hişmendiyê tevgeriyam. Da ku rista xwe bileyzim û ji civaka xwe re bibim bersiv.”
Nivîskar li gor beşa xwe diponijin
Mehmet Yavûz bi lêv kir ku li girtîgehan her kes li gor eleqeya xwe mijarên xwe diyar dikin û wiha pê de çû: ”Nivîskar û helbestkarên di girtîgehan de her yek li gor lêgerîn-lêkolîn qada xwe ya pê eleqedar dibin, dinivîsin. Ango her nivîskar xwe di kîja beşa wêjeyê de baş bikaribe îfade bike, li ser vê diponijin, dixebitin û di encama ponijandina xwe de berhemên xwe derdixin. Mirov nikare îstatîka çîrok ji helbestan an ji romanan bêtir in, yan jî helbest ji roman û çîrokan bêhtir in, derxîne. Ew daneyên şênber li ber destan tune ye. Loma dayina îstatîkan zehmet e.”
Li dijî astengiyan li berxwe didin
Mehmet Yavûz da zanîn girtî li dijî astengiyan li berxwe didin û got; ”Li girtîgehan astengiyên micîd jî hene. Di nava axaftinên xwe de min qala dezawantajan jî kiribûn. Astengiya herî mezin desteserkirina nivîsan e. Nivîskar ji tevahiya aktîvîteyên xwe fedakariyê dikin û bi kedeke mezin berhemên xwe derdixin. Ev berhemên wan an tên desteserkirin an jî wekî ew dixwazin nayên nirxandin. Xwedî lê nayên derketin û nakevin xizmeta civakê. Ev nêzîkatiya nexwedîderketina li berheman nivîskarên li zindanan gelekî dişkîne û destê wan ji nivîsandinê sar dike. Li gel van jî her nivîskar bi iniyateke bêhempa û bi biryardarî têkoşîna xwe li hemberî van dezawantajan didin. Di şert û mercên girtîgehan de derxistina berheman ez pîroz dibînim. Mîna zarokeke nû hatiye dinyayê, dibînim. Bê çawa dayik û bav ji bo zaroka xwe ya nû çêbûye, şa û bextewar dibin. Ez jî ji bo her berhemek nû derdixim şad û bextewar dibim. Berhemên nivîskar û helbestkarên li zindanan, di nav şert û mercên dijwar de û bi kedeke mezin derdikevin. Nivîskar û helbestkar tevî şertên dijwar jî, her tim bi nivîsên xwe zindanê dikin kela têkoşînê.”
Naveroka berhemên min piralî ne
Mehmet Yavûz herî dawî bal bir ser naveroka berhemên xwe û gotinên xwe wiha bi dawî kir; ”Naveroka berhemên min piralî ne. Cihên mirov pê re xemgîn bibe, pê re bigirî hene. Her wiha hinek cihên mirov pê bikene û li ser bifikire hene. Hinek cihên mirov bixwaze di nav de zindî bijî hene. Berhemên min ên çîrokan jî û yên romanan jî wiha ne. Hem polîtîk in, hem jî civakî ne. Her wiha gelêrîne jî. Bi kurtasî çîrokên me ne, çîrokên civaka me ne.”