Ji bo zindana Amedê bang kirin
În 5 Îlon 2025 - 16:05
- Gruba Înîsiyatîfa Muzeya Hafizayê ya Zindana Amedê li ber zindanê daxuyanî da û xwest Zindana Amedê li gorî şert û mercên di navbera salên 1981 û 1984an de ji nû ve bê dîzaynkirin û bibe Muzexaneya Hafizayê.
Gruba Înîsiyatîfa Muzeya Hafizayê ya Zindana Amedê ya Hejmara 5an li ber Zindana Amedê ya li navçeya Rezan a Amedê têkildarî berxwedana 5ê Îlonê ya li Zindana Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Endamê înîsiyatîfê tev li daxuyaniyê bûn. Kurdiya daxuyaniyê endamê înîsiyatîfê Mehmet Can Azbay û Tirkiya wê jî Paşa Akdogan xwend.
Mehmet Can Azbay diyar kir ku Zindana Amedê ya Hejmara 5an a parçeyekî paşeroja wan e û wiha got: “Zindana Amedê di dîroka nêzîk a gelê Kurd de qonaxeke pir girîng e. Hejmara 5an di çaryeka sedsala bîstan de ji bo miletê Kurd bû qada man û nemanê. Hêzên qolonyalîst bi armanca ku doza azadiyê ya neteweya Kurd tune bikin Hejmara 5an weke labaratuwar bikar anîn. Zarokên têkoşer ên gelê Kurd jî li hember êrîş û zilma hêzên faşîst Hejmara 5an kirin qada berxwedan û rûmetê.”
Mehmet Can Azbay xwest ku derbarê paşeroja Zîndana Amedê de bibin xwedî biryar û guhertin li gorî daxwazên wan pêk bê. Mehmet Can Azbay diyar kir ku weke aliyên esasî muxatabê pêvajoyên heyî ew in û wiha berdewam kir: “Yên îşkence dîtine, yên bi zilm û êşên giran re rûbirû bûne em in! Di derheqê Zîndana Amedê de, derbarê dîzayn kirina muzeya rûreşiya mirovahiyê de, divê em jî şirîkê biryar û pêvajoyan bin. Divê di derheqê muzeyê de, pêşniyar û daxwazên me esas bên girtin. Em aliyê Kurd û têkoşerên wê zîndanê ne, em aliyê mazlûm û yên îşkence dîtîne! Hevalên me hatine kuştin, seqet mane û jiyana me serûbin bûye. Divê hewldan û dîzaynkirina îşkencexaneyê li gorî wê rastiyê bê meşandin.”
Mehmet Can Azbay xwest ku Zîndana Amedê li gorî şert û mercên di navbera 1981 û 1984an de ji nû ve bê dîzaynkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Hêmû şêweyên îşkence û zulmê li gor wê demê bê dîzayn kirin. Ji nivîsên dîwar û qawişan bigirin, ji merş û xwendina pirtûkên nijadperestîyê, divê hemû şêweyên îşkenceyan û jiyana qawişan li gor wê demê bê dîzaynkirin. Lîsteya kesên hatine kuştin, yên seqet mane bên tespîtkirin. Li ser wan pêşnîyaran em dikarin çerçeveya dîzayn kirina muzexaneyê berfireh bikin.”
Banga piştgiriyê
Mehmet Can Azbay bang li raya giştî, hiqûqnas, aştîxwaz û mirovhezan kir ku xwedî li daxwaza wan a rewa bê derketin û piştgirîyê bikin daku Zindana Amedê bibe Muzexaneya Hafizayê. Mehmet Can Azbay hemû kesên wê serdemê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn.
Mehmet Can Azbay rapora ku têkildarî Zîndana Amedê amade kirine jî bi çapemeniyê re parve kir. NAVENDA NÛÇEYAN