Dikujin û piştre berdidin
În 5 Îlon 2025 - 03:37
Mûstafa Karatepe (67) ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a Sîncanê dihat ragirtin û 30 sal bûn girtî bû, di 6’ê Çileyê de hate berdan. Karatepe, 7 meh piştî tehliyeya xwe, di 30’ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest da. Karatepe, di 14’ê Çileya 1995’an de li Îzmîrê hate binçavkirin û Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) cezayê muebbeda girankirî da. Karatepe, di nava 30 salan de li girtîgehên Îzmîr, Yozgat, Dîlok, Çewlig, Çankiri Yozgat û Kirşehîrê hate ragirtin. Karatepe, di 6’ê Çileya 2025’an de ji Girtîgeh Hejmar 2 ya Tîpa F a Sîncanê ya Enqereyê hate berdan. Karatepe ku dema yek salî bû bavê xwe winda kiribû, dema di girtîgehê de jî ji 5 zarokên xwe yek jê winda kir. Mehmet Karetepe (72) behsa têkoşîn û mirina birayê xwe kir. Karatepe, diyar kir ku birayê wî piştî zewacê ji Amedê koçî Îzmîrê kir û li wir jî di têkoşînê de cih girt. Karatepe, da zanîn ku birayê wî piştî 10-12 salên li Îzmîrê hatiye girtin û got: “Ji ciwantiya xwe ve di nava partiyê de bû. Digot ji bo paşeroja azad a gelê xwe têdikoşe.” Karatepe, got ku dema çû girtîgehê serdana birayê xwe, birayê wî behsa binpêkirinên mafan kiriye û got:“Girtîgeh, cihên mirinê ne. Di çarçoveya hiqûqa dijminatiyê de nêzî girtiyan dibin. Du sal berê li girtîgehê bi vê nexweşiyê ketiye lê jê re negotin bi penceşêrê ketiye. Digotin ‘mîdeyê wî diêşe.’ Dema êdî ji xwarin û vexwarinê bû û ji dest û lingan ketî jî êdî du salên wî temam bûbûn û tehliye kirin. Piştî tehliyeyê me ew bir her bijîşkî û gotin ‘penceşêr e.’ Heke di dema xwe de teşhîsa wê bihata kirin û mudaxileya pêwîst bihata kirin, belkî niha bijiya. Tişta hatiye kirin zilm e.”
Bila girtiyên nexweş werin berdan
Di berdewamê de Karatepe, got:“Ya ku em dizanin, heta nemirin wan bernadin. Wan dikujin û wisa ber didin. Yên dikarin xwe ser pêyan bigirin bernadin. Em dixwazin girtî bên berdan. Bila kesek di zindanan de nemîne. 30-33-34 sal demekî pir dirêj e, mirovên nexweş hene, em dibihîsin. Hêj ev mirov ji dest û lingan neketin divê bên berdan û biçin tedawî bibin da ku nemirin. Ev mijareke pir girîng e. Ma kesekî nexweş û nikare bimeşe dikare çi bike?” Karatepe, destnîşan kir ku birayê wî bi hesreta hevjîn û zarokên xwe jiyana xwe ji dest daye û got:“5 keçên birayê min hene. Bi hesreteke mezin li benda bavê xwe man. Lê bavê xwe nedîtin. Keça wî ya mezin 41 salî ye û dema bavê wê hatî girtin 11 salî bû. Bavê xwe nedîtiye, salê carekê tenê ji bo saetekê diçû hevdîtinê, bi hesreta bavê xwe dijiya. Keçekeka wî dema Mûstafa di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da. Dema Mûstafa li nexweşxaneyê, her çar keçên wî ji serê sibehê heta êvarê li dora bavê xwe dihatin û diçûn. Ji cem wî qet nediçûn. Ez kekê wî me, ez jî bi hesreta wî dijiyam. Dixwest li deşt û çiyayan bigere. Dixwest rojê bibîne. Dixwest biçe cihên dema zarokatiyê lê digeriya. Tu tiştek ji me nedixwest. Tenê di wesiyeta xwe de xwest ku li gund were definkirin. Got; ‘Dema ez mirim, min bibin gundê me û strana Aram Tîgran a ‘Te ez kal kirim’ vekin. Bila kesek ji bo min negirî.’ Em ê tu caran têkoşîna wî ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.”
MA/FETHÎ BALAMAN