Bi lez û bezê şaşî xweş tên kirin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 12 Tebax 2025 - 02:45

  • Ez yeqîn nakim ku siyaseta ziman a neteweya demokratîk ferzkirina variyanteke diyar ji xwe re bike mesele û mihendîsiya ziman jî qebûl bike. Perspektîfên siyaseta ziman ên neteweya demokratîk diyar in: Ferzneker, parazvanê pirrengiyê, redkerê mihendîsiya ziman û hevalbendê di pêvajoyên xwezayî de diyarkirina variyantên di wêje û perwerdeyê de werin bikaranîn.

LUQMAN GULDIVÊ

Cihê serbilindiyê ye, Zanîngeha Koban(iy)ê ji Beşa xwe ya ziman û wêje, çarşema bihurî xwendekareke din a masterê serketî mezûn kir. Serê pêşî li zanîngehê û xwendekarê pîroz be, lê axir ji ber ku wê bi kêra temamê Rojava were, li Rojava jî pîroz be. Ji ber ku min bi xwe civîna parastina tezê bi rê ve bir, hin xisûsên ne elaqedarî parastina tezê yên li ber guhê min û çavê min ketin, bi ya min muhim in werin zelalkirin. Sedemeke vê jî ew e ku gelek mêvan û nexasim nûnerên saziyên ji Bakurê Kurdistanê jî guh dan parastina tezê.

Xisûsa ez ê bala xwe bidimê ew gotar û dîskursa li dora ‘standarda’ ku Saziya Zimanê Kurdî (SZK) pêşniyaz kiriye. Li vir ez dibêjim, pêşniyaz kiriye, ji ber ku kitêbeke SZK’ê ya bi nivîskariya Viyan Hesen û Ferhad Mûsa hatiye weşandin û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilata Sûriyê eşkere da zanîn ku ew xebateke lêkolînê ya baş e, lê ne diyarkirina zimanê standard e. Ji ber wê, tevî ku SZK saziyeke lêvegerê ye jî, ev kitêb bi awayekî fermî ragihandî, ne belgeya zimanê standard e li Rojavayê Kurdistanê. Ez behsa vê yekê dikim, ji ber ku xwendekara me gava behsa xebata xwe ya ku her wiha xebateke liberhevgirtinê jî bû li ber ‘standardê’ girtibû û di dema pirsên juriyê de got, wê standarda ku SZK’ê ji bo Rojava diyar kiriye, bi kar aniye. Min di cih de pê dizanî, ev dikare rê veke li ber şaş têgihîştinê heta berneketinê jî.

Ez dizanim ku li Bakur jî li Rojava jî pêvajoyên komxebatan di warên ziman de dewam dikin û dizanim şaş têgihîştineke bi vî rengî dikare rê li ber bandoreke neheq veke. Aliyekî din ê meseleyê jî ew e ku peyva netewesazkirinê (netewesaziyê) jî çend caran hat îfadekirin û mijar ziman û miqayeseyeke li ber zimanê standard bû, ji bo min êdî bivênevê ye ku ji bo zelalkirinê ez hizr û mitaleyên xwe îfade bikim.

Netewesazî meseleyeke pirhêlî ye ku ziman beşek jê ye. Pêvajoyên netewesaziyê û siyasetên ziman ên ku xwe disipêrin van pêvajoyan berpirsiyar in ji wê yekê ku di nava kêmtirî 300 salan de bi hezaran ziman hatin tinekirin û bi hezarên din jî ketin ber tehlûkeya nemanê. Pêvajoyên netewesaziyê yên wan netewe dewletên ku Kurdistan dagir kirine jî bi tinekirina bi dehan zimanan û siyasetên qirkirinê li dijî zimanên Kurdan bi encam bûn.

Gelek neteweyên di nîvê sedsala bihurî de li Efrîkayê hatin damezirandin hîna jî zimanên mêhtingerên xwe weke zimanê fermî bi kar tînin. Gelek neteweyên din ên ku weke tevgerên berxwedanê siyaseta neteweavakirinê dan ber xwe jî siyasetên ziman bi pêş xistin, weke nimûne em behsa çendekên li Ewrûpayê bikin: Galî, Katalan û Baskî.

Di damezirandina Pakistanê de tevî ku neteweyeke ‘postkoloniyal’ - piştî bidawîbûna mêhtingeriyê hatiye damezirandin - e, ji ber siyaseta xwe ya ziman û ferz û qedexeyên li ser zimanê rojhilatê welêt yanî Bengalî, bû sedem ku Bangladeş weke neteweyeke cuda xwe bi rêxistin bike.

Ziman dikare bibe hêza parçeker jî

Min behsa van meseleyan kir ji bo ku darîçavtir bibe ku siyasetên ziman ên aktorên cuda hene û ew rê li ber encamên cuda vedikin. Yanî qebûla dibêje, ‘ziman hêzeke yekker e ji bo neteweyekê’ her car wiha naçe serî. Ziman dikare ji ber siyasetên şaş ên ziman bibe hêzeke parçekerina civakan jî. Ji ber wê, siyasetên ziman gelekî muhim in. Siyasetên netewe dewletan ên teşwîqkirin û xurtkirina zimanekî diyar, ji siyasetên herî belav in ku ne tenê gelek ziman tine kirin, lê pirrengiya îfadeyê di nava zimanên mayî de jî gelek caran lawaz kiriye. Siyasetên beramberî van ên xweparastinê jî dikarin yan bi zarê wan bikin yan jî hewl bidin bi awayekî alternatîf xwe ava bikin.

Baş e, gava em behsa netewesazî û zimanê kurdî dikin, em behsa çi dikin? Di netewesaziyê de kurmanciyeke standard çi qasî pêdiviyeke lezgîn e? Siyaseta avakirin yan jî diyarkirina vê standardê divê çi be? Gelo divê em weke welatên li dora xwe yên ku li ser me qirkirin ferz kirin, netewesaziyê bibînin û li gorî wê siyaseteke xwe ya ziman diyar bikin? Bi ya min na. Mesele ne pirrzaravabûna zimanê kurdî ye. Mesele rola ferza dewlet yan jî entîteyên weke dewletê ye ku dihevgihîştinê xurt nake û yeqîn dike di kategoriyên diyar de standardkirin çareya yekane ye ji bo avakirina netewe. Helbet ji bo wê neteweya ku netewe dewlet xwe disipêriyê, dibe ku ev rast û lê be, lê belê ji bo neteweya demokratîk îhtîmala lênebûnê zêdetir e.

Lê heger em weke tecrûbeyên li dora xwe bikin jî, çima em serê xwe bi standarda kurmancî biêşînin? Standarda ‘kurdî’ wê maqûltir bûya û ji bo wê jî dibe ku kurmancî terciha ne herî maqûl be.  Lê di vî warî de siyaseta me Kurdan û rewşenbîrên me nekarî li ser alfabeyeke hevpar jî li hev bike. Helbet ez siyaseteke ziman a yekrengker qebûl nakim; fikra min jî xwîna min jî lê vê yekê natevize. Ji ber wê dixwazim li vir gotineke zimanzan Max Weinreich pê bal dibire ser zelûliya di navbera ziman û zarava de bi bîr bixim: ‘Zimanek zaravayekî xwedî artêş û hêzên deryayî ye’*.

Netewesaziya ji bo parastina hebûn û xwebûnê

Ez hizr û mitaleyên xwe li ser ziman û avakirina netewe zelaltir bikim. Bi ya min pêvajoyên neteweavakirinê ji bo gelek miletan û xasma Kurdan ji felaketên herî mezin in. Pêvajoya neteweavakirinê ya Kurdan bi xwe jî pêvajoyeke giran e ku civaka kurd ji binî ve guherand. Jixwe, pêvajoyeke dijwar bû û aktorên neteweavakirinê jî li ser li hev nekiribûn. Ev pêvajo, bi pirranî weke encama stratejiyên xweparastinê, parastina hebûna xwe weke reaksiyon bi pêş ket. Gava ez vê dibêjim, hizrên proto-neteweyî yên Ehmedê Xanî jî li derve nagirim; ew jî xwe disipêrin wê pêşbîniya ku şerên di navbera du împaretoriyan de wê ‘Kurmanciyê’ yanî hebûna Kurdan di dawiya dawî de tine bikin.

Lê îro roj li derveyî vî awayê klasîk ê avakirina netewe, Tevgera Azadiya Kurdistanê alternatîfek bi pêş xistiye: Projeya Neteweya Demokratîk. Gelo netewesazkirin di peywenda avakirina neteweya demokratîk de wê çawa be? Gelo siyaseta ziman a neteweya demokratîk jî yekrengker, ferzker e? Gelo standard û ferzakirina standardê ji karên lezgîn in? Gelo standardkirin wê weke di nimûneya Tirkî de bi beralîkirina nuansan bi dawî bibe? Gelo ew jî xwedî wê mefhûmê ye ku divê zimanekî ‘xwerû’ û ‘resen’ divê were avakirin? Gelo di pêvajoya diyarkirina standardê de tenê kesên di warê teknîkî de ji ziman fêm dikin wê beşdar bibin? Yanî gelo tenê zimanzan, yan kesên bi rastî bi ziman emel dikin jî wê beşdar bibin? Heger erê çawa û li ku? Sermeselê di saziyên beşdar û di pêvajoyên biryardayînê de çend wêjenas û wêjevan jî - heta wergêrên dinyadîtî jî - hene? Ev meseleyên elaqedarî usûlê ne û para bêhtir ji naverokê giringtir in.

Em serê xwe bi siyaseta ziman a neteweya demokratîk biêşînin

Ez yeqîn nakim ku siyaseta ziman a neteweya demokratîk ferzkirina variyanteke diyar ji xwe re bike mesele. Ez her wiha yeqîn nakim ku mihendîsiya ziman jî qebûl bike. Perspektîfên siyaseta ziman ên neteweya demokratîk diyar in: Ferzneker, parazvanê pirrengiyê, redkerê mihendîsiya ziman û hevalbendê di pêvajoyên xwezayî de diyarkirina variyantên di wêje û perwerdeyê de werin bikaranîn. Ev perspektîfên sereke, dikarin ji bo siyaseteke ziman a neteweya demokratîk weke alternatîfa netewesaziya ji rêûresmê, bi kêr werin; helbet bi berfirehî jî naveroka wan dibe ku were diyarkirin bi rêya konferans û komxebatên siberojê. Bi her halî lez û beza biryarên li ser ‘çêkirina’ standardeke zimanê kurmancî, tenê wê rê xweş bike li ber kirina şaşiyên belesebeb.

* Li vir ji bo minaqeşeyeke berfirehtir binihêre li Abend, Gabriel (2023). Words and Distinctions for the Common Good: Practical Reason in the Logic of Social Science. Princeton University Press. r. 225.

Ev gotinên jibergirtî bi yîdî (Yiddish) weke ‘A shprakh iz a dyalekt mit an armey un flot’ hatine nivîsîn û belgeya herî kevin ya ku em nas dikin jî ji sala 1945’an e:

Weinreich, Max. (1945) The Yivo Faces the Post-War World (Gotar bi yîdî). YIVO Bleter. 25 / 1: 3-18.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.